Ji DEM Partiyê banga ‘Mutebeqeta civakî’

  • rojane
  • 16:25 23 Gulan 2025
  • |
img
ENQERE - Di danezana PM’a DEM Partiyê de wiha hate gotin: “Di çarçoveya beşdariyeke demokratîk û mafên civakî de, hewcehî bi mutabeqeteke civakî ya xwe dispêre rêgezên hemwelatiya wekhev heye.” 
 
Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh civiya. Di encamnameya civînê de wiha hate gotin: “Dinya, Rojhilata Navîn û Tirkiye di serdemeke krîzên piralî ya ku modernîteya kapîtalîst rê li ber vekirî re derbas dibin. Di vê serdema ku Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin de, şer û pevçûnên herêmê zêde dibin, gelên me di dorpêça şer, tundî û kedxwariyê de tên hiştin. Bi şerê li Ûkrayna-Rûsyayê dest pê kir û bi 7’ê Cotmehê re li Xeze û Lubnan û Sûriyeyê belav bû re hemû welatên herêmê tifaqên şerê nû û polîtîkayên dagirkeriyê yên nû ava dikin.” 
 
'DERFETÊN DÎROKÎ PÊŞKEŞ DIKE’ 
 
Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Ev pêvajoya ku gelan di dorpêça şer, tundî û mêtingeriyê de digire, di heman demê de bi rêya berxwedana gelan re derfetên avakirina pergala demokratîk, civakîparêz, sosyalîst û azadîxwaziya jinê jî pêşkeş dike. Di vê çarçoveyê de; ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a birÊz Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de deriyê serdemeke nû vekiriye û bi biryara bidawîkirina xebatan a ku PKK’ê di 12’emîn Kongreya xwe de girtî re jî ev pêvajo derbasî qonaxeke nû bû. 
 
DÊ TÊKOŞÎN MEZIN BIBE 
 
Pêvajoya diyalogê ya di navbera dewletê, birêz Ocalan û Tevgera Kurd de didome ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê de ji bo avakirina civaka demokratîk a Tirkiyeyê jî derfetan diafirîne. Partiya me, bi înîsiyatîfa Şandeya Îmraliyê ya partiya me re û bi tevahiya avadaniya xwe, ji bo civakîbûn û mayindebûna aştiyê berpirsyartiyê li xwe digire. Pêvajoyên aştî û çareseriya demokratîk, bi qasî derfetên dîrokî, di heman demê de bi xwe re rîskên cidî jî tînin. Lewma, partiya me ji bo ev pêvajo ji bo gelên Tirkiyeyê baştir bibe û li gorî daxwaza wan biencam bibe, bibiryar e ku têkoşîna xwe mezin bike. 
 
DERFET ZÊDE NE
 
Di civîna me ya Meclîsa Partiyê de bal hate kişandin ku divê xeta îdeolojîk-polîtîk û rêxistinî-pratîk a DEM Partiyê were bilindkirin û hevgirtineke têkoşînê ya ku bi giyanê serdemê û guherînê re têkildar e; bal hat kişandin ku derfeta me ya teşekirina pêvajoyê di rêveçûna tê xwestin de û derketina ji vê pêvajoyê bi destketiyên girîng ên ji bo gelên me re, ji her demê mezintir e. Partiya me berpirsyariya mijara damezrîner a demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, li gel têkoşîna azadî û wekheviyê hildigire ser milê xwe. Veguherîna pêvajoya bidawîbûna pevçûn û şîdetê bi aştiyeke mayînde, ancax bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li ser bingeha mafên wekhev pêkan e. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de, partiya me ku di veguherîna demokratîk a avadaniya civakparêz û dewletê de hêzeke tolhildêr e, firsendên derketine holê yên alîgirê gelan û bindestan weke wezîfeyeke bingehîn e. Pêkhateyên herî dînamîk ên vê pêvajoyê ciwan, jin û kedkar in.
 
HER KES BERPIRSYAR E 
 
Polîtîkayên şer ên bi dehan salan, gelên di nava bêhêvîtî û xizaniyê de asê mane, hiştine. Ev banga Birêz Ocalan kiriye ku ji bo aştî û çareseriyên demokratîk zemîneke nû ya diyalogê bê avakirin. Vê pêvajoyê derfetên têkoşîna demokratîk jî berfireh kir. Di vê qonaxa dîrokî de ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, civakîbûna daxwaza aştiyê û derfetên avakirina civaka demokratîk derketine holê, bi taybetî di têkoşînên siyasî û civakî de aşkera ye ku berpirsyariyên cidî dikevin ser milê tevahiya civakê.
 
RÎSK Û FIRSEND 
 
Pêvajoya aştiyê hem firsendên girîng di nav xwe de dihewîne û hem jî rîskên cidî jî di nav xwe de vedihewîne. Pêvajo wê bi têkoşîn û muzakereyan bi teşe bibe. Ji ber vê yekê, mezinkirina têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî û ji bo pêvajo veguhere destketiyeke ji bo gelên Tirkiyeyê, wezîfeya bingehîn a partiya me ye. Veguherîna demokratîk tenê di çarçoveyeke ku pêşî li berjewendiya her 85 milyon mirovî vedike û bi vîzyoneke hevpar a siberojê ku her kes dikare xwe tê de bibîne dikare pêk were. Di vê rêyê de ked, dilsozî û têkoşînek mezin pêwîst e. Qebûlkirina ku em di serdemeke wiha dijwar re derbas dibin, li ser rêgezeke veguherîner û rizgarker hûr dibin, divê berpirsyariya sereke ya hemû hêzên ked û demokrasiyê be, bi taybetî jî partiya me.
 
PÊWÎSTÎ BI LIHEVKIRINEKE CIVAKÎ HEYE 
 
Serketina pêvajoyê bi têkoşîna aktîf û rêxistinbûyî ya gelên tevlî bûne, pêkan e. Di pêvajoya diyalogê de divê gelên me hem bibin kirde, hem jî bibin garantiya destketiyan. Di civakîbûna daxwaza aştiyê û avakirina civaka demokratîk de berpirsyariya hêzên sosyalîst ên şoreşger girîng e. Di vê pêvajoyê de xurtkirina têkoşîna hevpar a eniya demokrasiyê jiyanî ye.
 
Avakirina aştiyê, bi yekitiya bêveger a aştî û demokrasiyê re mifteya geşedanên erênî ye ku wê li her dera welat, di qadên siyasî, civakî û aborî de nîşan bide. Ji bo aşkerakirina potansiyela rasteqîn a gelên Tirkiyeyê ya li ser bingeha aştî û veguherîna demokratîk, di çarçoveya tevlîbûna demokratîk û mafên civakî de pêwîstî bi lihevkirineke civakî ya di prensîbên welatîbûna wekhev de hatiye esasgirtin, heye. Her wiha divê rêgezên pirjimar, azadîparêz û dadmendiyê yên jiyana hevpar a civaka Tirkiyê werin ewlekirin.
 
DIVÊ JI ÎNSAFA DEWLETÊ RE NEYÊ HIŞTIN
 
Ji bo me aştî tê wateya Tirkiyeyeke demokratîk ku hemû welatî xwedî mafên civakî yên wekhev in, dikarin bi rengekî azad bijîn û cihêrengî weke dewlemendiyekê bên qebûlkirin. Tirkiyeyeke demokratîk wê were wateya ku nefes wergirtina gelên Rojhilata Navîn ku em bi wan re çarenûsa hevpar û dîrokeke hevpar parve dikin. Partiya me yek ji hêzên pêşeng ên têkoşîna aştiyê ye. Bi awayekî rast şîrovekirina pêvajoyê û bikaranîna derfetên derketine holê bi awayekî guncaw û di dema xwe de wê rêveçûn, karekter û encamên pêvajoyê diyar bike. Bicihanîna vê berpirsyariyê di serî de wezîfeya partiya me ye. Her wiha avahiyên demokratîk, çep û sosyalîst jî vê berpirsyariyê parve dikin. Nebicihanîna vê berpirsyariyê ya îro, wê were wê wateyê ku pêvajo ji însafa dewletê re bê hiştin û destûr bê dayin ku li gorî daxwaza xwe hin tiştan teşe bigire.
 
Partiya me ku di warê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û pêşveçûna pêvajoya aştiyê de di navendê de ye, ji bo bandorê hem li hikûmetê hem jî li mûxalîfan bike divê bi têra xwe bi cidî bixebite û berpirsyariya dîrokî bîne cih. Li ser vê bingehê, dem hatiye ku em bala xwe bidin ser avakirina aştî û civaka demokratîk ku hesreteke mezin a gelên me ye û têkoşîna rêxistinî û bîrdozî mezin bikin. Dem ew dem e ku ji bo gelên me û bindestan hefteyê 7 rojan rojê 24 saetan bi hêvî û coş bixebitin. DEM Partî wê bi berpirsyariya bicihanîna vê rola dîrokî tevbigere.”
 

Sernavên din

09:15 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya têkildarî sererastkirina Covîd-19’ê hat redkirin
09:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Windakirî, Jin û Têkoşîn’ derket
09:02 Başbûna aboriyê girêdayî pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:15 10'emîn Pakêta Darazê hat erêkirin
08:13 Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi coşeke mezin bi dawî bû
08:12 Meşa 'Ji Yuksel Koç re azadî'
08:06 TEV-ÇAND'ê ji malbata Bavê Teyar re name şand
31/05/2025
17:43 Hevserokê Koma Çep a PE'yê Schirdewan çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:54 Jin ji bo meşa ‘çareseriya demokratîk’ kom bûn
16:52 Meşa 'Çareseriya Civakî' ya jinan: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
15:57 Ji bo daxwaza ‘Ji Kurdî re statû’ dê bimeşin Tirba Ehmedê Xanî
15:43 Serbestberdana girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Başdaş hat xwestin
15:23 Panela 'mafê hêviyê': Maf nabin mijara bazarê
15:06 DEM Partî: Ji bo Pakêta Darazê ya 10'emîn em ê pêşniyarpirsekê pêşkêş bikin
15:00 Ekîn Ceren hate bibîranîn: Di têkoşîna me de dijî
14:58 Çalakiya xizmên windayan: Çalakiyên ku 30 sal in tên lidarxistin dê bidomin
14:24 Komeleya Wêjekarên Kurd rêveberiya nû diyar kir
14:18 Komxebata 'Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê’: Divê em xetek xurt a têkoşînê ava bikin
14:01 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê: Pêvajoya diyalogê didome
13:46 30 sal in Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixin
12:35 DEM Partî: Divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin
12:21 Ji Wezareta Karê Derve yê Îngîltere daxuyaniya PKK’ê: Gaveke girîng e
12:11 Ji hevserokên DBP û DEM Partiyê peyama salvegera Geziyê
12:03 Hatîmogullari beşdarî çalakiya xizmên windayan bû: Divê rûbirûbûn pêk were
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan
30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên xezal û pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin