Kongreya KNK'ê destpê kir: Yekitiya Neteweyî peywireke lezgîn e

  • rojane
  • 14:17 24 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN -  23'yemîn Kongreya Asayî ya KNK'ê bi beşdariya 300 delegeyî dest pê kir. Di axaftin û peyamên hatin xwendin de bal kişandin ser 'yekitiya neteweyî'.

Kongreya Awarte ya 23’yemîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Hollandayê destpê kir. Kongre wê du rojan dewam bike. Ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji welatên Amerîka, Japonya, Kanada, Awûstûralya û Ewropayê 300 delege, bi dehan partiyên siyasî, nûnerên sazî, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û pêşeng beşdarî kongreyê bûn.
 
KNK a ku di sala 1999’an de damezrandina xwe ragihand, 26 sal in di navbera Kurdan de xebatên ji bo yekîtiya neteweyî û hevkariyê didomîne. Di Kongreya Awarte ya 23’yemîn de nirxandina meseleyên neteweyî, pêşxistina pêşniyarên ji bo çareseriya hevpar û biryarên stratejîk ên ji bo siberojê tên armanckirin. Kongre bi sirûda neteweyî Ey Reqîb destpê kir.
 
Piştre kongre bi axaftinên vekirinê yên endamên KNK’ê Refîk Gefur û Dilşah Osman dewam kir. Refîk Gefur kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan û endamê KNK’ê damezrînerê PJAK’ê Hecî Ehmed bi bîr anî. Gefur anî ziman ku xebatên KNK’ê yên 26 salan pir bi qîmet in.
 
Dilşah Osman jî destnîşan kir ku di navbera saziyên Kurdan de li qadên jin, ciwan, dîplomasî û siyasî xebat tên meşandin û got, “Îro weke gel em di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin û divê ev pêvajo rast were rêvebirin. Divê gelê Kurd li her çar parçeyan bibe yek deng.”
 
Piştre Hevserokên KNK’ê Ahmet Karamûs û Zeynep Murad jî axivîn.
 
Zeynep Murad delege silav kirin û ev tişt got: “Em ketin pêvajoyeke nû. 27’ê Sibatê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ev pêvajo destpê kir. Divê gelê Kurd xwedî li vê pêvajoyê derbikeve. Ji ber ku ev demeke pir girîng e. Divê em destkeftiyên Başûr û Rojava biparêzin. Weke gelê Kurd divê ji vê pêvajoya nû re amade bin. Divê hemû partî û hêz bibin yek.”
 
Ahmet Karamûs jî diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê hem ji bo parastina destkeftiyan konjenktorek nû hatiye avakirin, hem jî rîskên nû jî hene û geşedanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê nirxand. Karamûs got, “Pêvajoya ku bi banga Birêz Abdullah Ocalan destpê kir, pir girîng e. Ev bang ne tenê ji bo pirsgirêkên rojane, di heman demê de xîtabî lêgerînên çareseriyê yên ji bo siberojê jî dike. Di vê pêvajoyê de wezîfe û berpirsyariya hemû partî û parçeyan heye.”
 
Piştî axaftina Karamûs, li Kongreyê dîwan hate hilbijartin. Rebwar Raşîd, Midya Abda, Rojîn Mukreyen, Şêx Şemal û Yakup Mîrza ji dîwanê re hatin hilbijartin.
 
Piştre têkildarî dîrok û armanca damezrandina KNK’ê, belgesel hate temaşekirin.
 
PEYAMA BAYIK Û KARAYILAN
 
Peyama hevpar a ji aliyê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik û kadroyê pêşeng ê PKK'ê Mûrat Karayılan ve hat şandin hat xwendin. Di peyamê de îşaret bi banga Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hate diyarkirin: "Rojhilata Navîn ketiye serdemeke nû ku Kurdistan di navenda wê de ye û geşedanên bilez pêk tên. Dema ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû yên hêzê û têkiliyên nû bi pêş dikevin jî, gelê Kurd di vê pêvajoyê de hewl dide bibe aktorekî çalak. Ji bo vê jî bêguman ji bo Kurdan avakirina stratejiyeke hevpar pêwîst û pêwîst e. Stratejiya hevpar ferz dike ku partî, rêxistin, sazî û şexsiyetên takekesî yên Kurd ên li çar parçeyan û li derveyî welat têkiliyeke domdar û sîstematîk biparêzin û tevlî nîqaşên hevpar bibin. Di vê qonaxê de KNK gihîştiye wê astê ku karibe xebateke bi vî rengî ya girîng bi awayekî rast bimeşîne û hîn bêhtir berfireh bike. Em bi temamî bawerin ku kongre wê bi vê armancê biryar û planên xurt bide."
 
Weke ku tê zanîn, Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê li ser navê tevgera me bi dewleta Tirk re pêvajoyeke diyalogê dimeşîne. Ev pêvajo hê jî dewam dike. Armanca me ji rêveçûna vê pêvajoyê ew e ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê bê dîtin. Em di wê baweriyê de ne ku weke tevger me di vê qonaxê de berpirsyariyên xwe yên herî berfireh bicih anîne. Niha dora aliyê din e. Em hêvî dikin ku aliyê din jî berpirsyariyên xwe bîne cih û em ê bigihêjin encamekê. 
 
Banga ku Rêber Apo di 27'ê Sibatê de kir û geşedanên piştî wê ne tenê rasterast bandor li siyaseta li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kiriye, di heman demê de zemîna yekîtiya di navbera Kurdan de jî xurt kiriye. Ev banga dîrokî ji bo demkurt, dema navîn û demdirêj derfet hatine afirandin ku Kurd bi plaftormên hevpar têbikoşin, yekitiya neteweyî ya demokratîk ava bikin. Bi rastî jî ji ber ku destketî û nasnameya gelê me hema hema li her devera welatê me di bin zext û gefan de ye, têkoşîna parastina van û bidestxistina mafên demokratîk ên neteweyî dewam dike.Wê hîn bêhtir rê li ber hemû gelên din ên em li welatê xwe dijîn veke ku maf û hiqûqa xwe bi dest bixin. Hemû beşên civakî, bi taybetî jin û ciwan dînamîka bingehîn a serketina vê pêvajoyê ne. Beşdarbûn û piştgiriya wan wê armanca civaka demokratîk û neteweya demokratîk xurtir bike.
 
Ev bang di heman demê de pêwîst e têkiliyên nû yên bi hêzên navneteweyî, hêzên herêmî, gelên herêmê û aktorên siyasî re bên pêşxistin. Kurd dema ku bi hêzên navnetewî û aktorên herêmî re têkiliyên nû pêş dixin jî, ji bo ku yekîtiyeke berfirehtir û xurttir ava bikin divê di nav xwe de têkiliyên nêzîktir ava bikin. Gelê me li her çar parçeyan xwe gihandiye asteke gelekî girîng a rêxistinbûyîn û hişmendiya azadiyê. Ji mêj ve ye ku ji pozîsyona bêrêber, bêrêxistinî û bêhêz a sedsala bihurî derbas bûne. Lê belê tenê dikarin mafên xwe bi dest bixin û statuyekê bi dest bixin ku karibin van avantajên xwe li ser hişekî hevpar û stratejiyeke hevpar bi cih bikin KNK di vê erk û berpirsiyariyê de yek ji kesê sereke ye.
 
Rol û mîsyona KNK'ê di armanca xwe ya damezrandinê de di vê pêvajoyê de hîn bêhtir mezin bûye. Kurdan hê bi temamî yekîtiya xwe ava nekirine. Mijara yekîtiya neteweyî li pêşiya me hemûyan weke karekî lezgîn disekine. Rêber Apo di nîqaşên xwe yên dawî de bal kişand ser vê mijarê û bang li her kesên pêwendîdar kir ku bikevin nava liv û tevgerê. Di Konferansa Lozanê de biryara lidarxistina konferansa netewî hat dayîn. Divê KNK di vî warî da zêdetir hewl bide û di çarçoweya dîyarkirî da bikaribe hêsankarîya kombûna konferanseke netewî bike. 
 
Di pêvajoya din de em ê wek tevger û endamên KNK'ê xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan bidomînin û pêdiviyên erkên ku ji me re hatine diyarkirin bi cih bînin."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’