NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezayê de mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî, 24 kes birîndar bûn.
Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn li navçeya Belen a Hatayê qeza kir. Qeza li herêma Kici ya li ser rêya Antakya-Îskenderûnê rû da. Ajokarê bi navê Mûstafa K. kontrola xwe winda kir û mînîbusa bi plaqeya 80 ABE 159 li ser qelibî. Di qezayê de ajokar û 8 karkerên çandiniyê yên sûriyeyî birîndar bûn. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê gelek tîmên tenduristî, agirkujî û polîsan sewqî herêmê hatin kirin. Birîndarên ku ji aliyê agirkujan ve ji wesayîtê hatin derxistin, piştî tedawiya wan a destpêkê bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên nêz.
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.