AMED - MKG'ê diyar kir ku astengî û zextên li ser rojnamegerên jin di tevahiya meha Gulanê de berdewam kiriye û ragihand ku 5 rojnameger ji bo lêpirsînê hatine gazîkirin û derbarê 6 rojnamegeran de doz hatiye vekirin.
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) rapora "Rapora Meha Gulanê ya Binpêkirinên Mafên Mirovan ên li dijî Rojnamegerên Jin" aşkera kir. Di raporê de bal hat kişandin ser zextên li rojnamevanên jin tên kirin nayên tecrîdkirin û hat gotin, "Zext tercîheke siyasî ya binyadî ye. Hewldana bêdengkirina dengê heqîqetê her meh bi formên nû derdikeve holê." Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di meha Gulanê de binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran bê navber berdewam dikin û bal kişand ku rojnamegerên rastî gef û êrîşan tên rastî astengiyên fîzîkî tên.
Di rapora meha Gulanê de hat gotin ku ji bo dayîna îfadeyan bangî gelek rojnamegeran hatiye kirin û ev îfade cih girtin: "Der heqê wan de doz hat vekirin û hin ji wan hînê li girtîgehê tên ragirtin. Parvekirinên nûçeyan ên ku di medyaya dîjîtal de hatine çêkirin an jî dirûşmên ku weşandine weke 'delîlên sûc' hatin nirxandin. Di dadgehên ku rojnameger lê dihatin darizandin de tiştên ku weke delîl dihatin dîtin gelek caran tenê rastî bi xwe bûn. Her wiha di hin rewşan de salonên dadgehê ji çapemeniyê re hatin girtin; nehiştin rojnameger beşdarî rûniştinên ku eleqeya gel jê re heye bibin û şopandina xebatkarên çapemeniyê hat astengkirin. Ev yek ne tenê azadiya çapemeniyê, di heman demê de binpêkirina mafê civakê yê xwegihandina agahiyan e. Rojnamevan ne tenê ji aliyê fîzîkî yan jî hiqûqî ve di warê aborî de jî di bin zextan de ne. Parastina têrê nake, windahiyên kar ên ji ber polîtîkayên sansurê û cezayên malî yên li ser medyayê, rojnamevaniyê dixe nava çavekî nedîtbar. Li gel ku vê mehê rasterast ji kar hatine avêtin jî, cezayên weşanê yên ji hêla RTUK'ê ve têne kirin jî bi rengekî nerasterast zexta li ser pîşeyê nûçegihaniyê didome.
DEV JI RASTIYAN BERNADIN
Rojnamegeriya jinê ne tenê hilberîna agahiyan, di heman demê de tê wateya dengê bêrêziyê, parastina bîra civakî û eşkerekirina şîdeta mêr. Ji bo vê jî zextên ku her meh têne jiyîn ne tenê li ser nûçegihanan lê ya rast bi xwe dike hedef. Êrîşên ku me di meha Gulanê de şahidî kir, îspat kir ku rojnamevan nikarin bên bêdengkirin, li dijî her zordariyê pênûs bi hêztir dibe. Weke Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê em careke din diqîrin; rastî bi zextên li hemberî rojnamevanan nayê nixumandin. Her çiqas hewl bidin bêdeng bikin em mezin dibin, çiqasî qedexe bin em bêhtir dinivîsînin; çiqasî çavtirsandî dikin em piştgiriyê didin hev. Azadiya çapemeniyê tenê bi azadiya jinê pêkan e! Em ê ti carî dest ji nivîsandina rastiyan bernedin."
9 ROJNAMEGERÊN JIN GIRTÎ NE
Daneyên di raporê de wiha ne: "Êrîş li 2 rojnameger û organeke medyayê hate kirin. Rojnamegerek hat binçavkirin, rojnamegerek jî hat girtin. Ji bo dayîna îfadeyan bang li 5 rojnamevanan hat kirin. 2 rojnameger rastî muameleya xerab hatin, 2 rojnameger hatin tehdîdkirin û şopandina nûçeyan a rojnamegerekî hat astengkirin. Doz li 6 rojnamegeran hat vekirin. Ji 2 rojnamegerên rastî dozê hatin 10 meh cezayê girtîgehê û 23 hezar û 500 TL cezayê pereyan hat dayîn. 12 dozên derbarê 19 rojnamegeran de berdewam dike, 9 rojnamegerên jin di girtîgehê de dîl tên girtin."