Analîstê daneyan Stevenson: Teknolojiya sûnî di îstîsmara zarokan de xetereyeke nû ye

  • rojane
  • 09:07 4 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Analîstê daneyan James Stevenson, diyar kir ku bi pêşketina teknolojiyê re 'îstîsmara online' a li zarokan qadên nû bi dest xistine û got, "Materyalên îstîsmarê  (AI-Gen CSAM) yên zarokan ên bi teknolojiya sûnî hatine çêkirin sedema fikaran e. Divê hemû welat, civak û sazî bikevin nava tevgerê û dê û bav zarokên xwe ji nêz ve bişopînin."

Dema ku teknolojiya sûnî (Aqilê çêkirî/AI) bi pêş dikeve û dibe entegreyê aliyên cuda yên jiyanê, rîskên potansiyel ên ku ew çêdikin jî fikarên giştî zêde kirine. Potansiyela ku ji bo armancên zirarê zêde dibe, bû sedem ku pispor banga rêzikên tundtir bikin. Li refên herî pêş ên komên di bin xeteriyê de ne, bi taybetî zarok in. Teknolojiyên AI yê ku dikare mîna mirovan biaxive, dikare bandorê li tevgerên zarokan û pêvajoyên biryardayînê bike. Bi taybetî zarokên ku temenê wan di bin 10 saliyê de ye sepanên AI'yê wek têkilîyên rastîn ên mirovî dihesibînin û wan ji agahiyên şaş û dibe sedema hemû talûkeyan.
 
Enstîtuya Parastina Zarokan a Zanîngeha Edînbûrghê di rapora xwe ya sala 2023'an a bi navê "Into The Light" a li ser îstîsmara zarokan de bal kişandibû ser vê mijarê û diyar kiribû ku li 157 welatan herî kêm 300 mîlyon zarok rastî 'îstîsmara zayendî ya online' hatine. Li gorî rapora ku xwe dispêre 36 mîlyon xalên daneyan, anketan û 125 lêkolînên akademîk ên li 157 welatan ji saziyên fermî hatin wergirtin, yek ji her 8 zarokan rastî "îstîsmara zayendî ya li ser înternetê" hatine.
 
Analîstê daneyên enstîtuyê James Stevenson ku xwe amade dike rapora xwe ya ji bo sala 2024'an di mehên payîzê yên salê de eşkere bike ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
JI BO CÎHANÊ XETERE YE
 
Di rapora herî dawî hat weşandin de, "îstismara zarokan a li ser înternetê" li welatên Ewropayê ji sedî 11, li DYA ji sedî 11, li Brîtanyayê ji sedî 7, li Awûstralyayê jî ji sedî 7,5 hat qeydkirin. Stevenson da zanîn ku ev yek pirsgirêkeke global e û got, "Yek ji sedemên hejmara zêde ya li welatên xwedî hatineyeke bilind ew e ku hem zarok hem jî sûcdar hîn bêhtir xwe bigihînin înternetê. Wekî din, ev welat bi giştî gelek şîrketên destekê didin înternetê lê ne. Ji ber vê yekê, dema ku materyalên xerab li ser înternetê werin parvekirin, heke binpêkirin li cihekî din çêbibe jî, naverok bi piranî li serverên van welatan tê berhevkirin."
 
ÇIMA ŞER Û KRÎZ 
 
Stevenson diyar kir ku di demên dawî de dinya di nava şer û pevçûnekê de ye û destnîşan kir ku ev rewş bûye sedema zêdebûna "îstîsmarkirina zarokan a li ser înternetê." Stevenson da zanîn ku ji ber şeran, zarok her ku diçe rastî îstismara teknolojîk tên û wiha got: "Lêkolîna Childlightê ya ku di demên dawî de derket holê, zêdebûna materyalên îstîsmara zayendî (CSAM) yên têkildarî zarokên li welatên ku pevçûn û bêîstîkrariyê dijîn. Ûkrayna û Xakên Pîroz di vê mijarê de di nava mînakên herî zêde eleqedar dikin de cih digirin. Dema ku şer û pevçûn civakan dixe nava kaosê, sûcdaran ji vê rewşê sûdê werdigirin, zarokên ku ji bo perwerde, civakîbûn û li înternetê bêhtir wext derbas dikin, hedef digirin."
 
DANEYÊN LI WELATAN 
 
Stevenson behsa daneyên "îstismara zarokan a li ser înternetê" ya hin welatan û piştî şer kir û got: "Li gorî daneyên ji aliyê Navenda Neteweyî ya Zarokên Winda û Kedxwar (NCMEC) ve hatine pîvandin, hejmara CSAM barkirinê li Ukraynayê di sala 2022'an de ji 52,328'an derket 105,117. Li Îsraîlê ev hejmar di heman serdemê de ji 22 hezar û 250'î derket 71 hezar û 189'an. Li herêmên Filistînê jî ji sedî 148 ji 28 hezar û 452'an derket 70 hezar û 472'yan. Berevajî vê yekê, dozên CSAM li gelemperiya cîhanê mêvandariyê dikin, di nava salekê de ji sedî 13 zêde bûn, ji 32.059.029 bû 36.210.368. Li Venezûelayê ku di navbera salên 2020-2023'an de bi krîza domdar re rû bi rû ma, di dozên hatin ragihandin de zêdebûna ji sedî 195'an hat dîtin. Li welatên ku bi karesatên birçîbûn û xwezayî re rû bi rû ne, tespîtên bi heman rengî tên dîtin. Li Afganîstanê, CSAM di vê demê de 81.789 bûyer zêde bûn û ji sedî 170 zêde bûn. Li cihên pevçûn û krîzê, ji bo TF-CSEA di nava sîwanan de pêş bikeve şert û mercên îdeal diafirînin, lê belê ev yek weke rewşeke awarte ya ji nedîtî ve tê, dimîne. Eger em tedbîr negirin, wê hîn bêhtir zarok neçarî kedxwariyê bên, rastî şantajan bên û zerareke mayînde li wan bê kirin. Divê hikûmet, rêxistinên mirovî û şîrketên teknolojiyê bi lezgînî bi hev re bixebitin da ku nehêle sûcdarên ku herî zêde ji van valahiyan îstismar dikin hedef bigirin."
 
Stevenson anî ziman di dema berhevkirina daneyên îstîsmarê de gelek pirsgirêk rû didin û wiha axivî: "Daneyên îstîsmara zayendî ya zarokan gelek caran li saziyên cuda yên wekî polîs, tenduristî, û xizmeta civakî belav dibin, zehmet dike ku hejmarên pêbawer û rast berhev bikin. Dema ku mijar ji bo îstismar û îstîsmara zayendî ya zarokan a bi teknolojiyê tê hêsankirin (TF-CSEA), bikaranîna 'daneyên mezin' ên rêxistinên global, dihêle ku em tabloyeke hîn hevgirtî bi dest bixin. Heke em dixwazin pêşî li îstîsmarê bigirin, girîng e ku ji bilî bersivdayîna piştî bûyerên qewimîn, ji hêla daneyên baş ve di pêşî de berhev bikin. Ev nêzîkatiya tenduristiya gel ji bo parastina zarokan ji îstîsmara online û nelirêtiyê girîng e."
 
PANDEMIYA VEŞARTÎ
 
"Stevenson da zanîn ku 'îstîsmara li ser înternetê' her diçe belav dibe û got, "Îstismara zayendî ya zarokan a bi teknolojiyê tê hêsankirin û îstîsmarkirin (TF-CSEA) pandemiyek veşartî ye. Divê hemû welat, cemaet û sazî bikevin nava tevgerê. Çawa ku ji bo pêşîgirtina li semptomên nexweşiyeke bi vakslêdana li şûna tedawîkirina wan, bi bandortir e, divê em pêşî li îstîsmara zayendî ya zarokan jî bigirin berî ku ev yek pêk were. Divê li ser esasê tenduristiya gel çareserî bên pêşxistin. Dema bikaranîna vê nêzîkatiya li ser bingeha zanistê ji bo dawîanîna li îstîsmara zayendî ya li zarokan hatiye. Eger em vê yekê weke rewşeke awarte ya tenduristiyê ya gel biafirînin, em dikarin ji bo zarokan cîhaneke ewletir biafirînin. Lê ji ber ku zarok nikarin li bendê bimînin divê em niha tevbigerin.''
 
PARASTINA ZAROKAN DIVÊ 
 
Stevenson bi bîr xist ku şîrketên teknolojiyê jî di astengkirina "îstismara online" de xwedî berpirsyarî ne û wiha got: "Şîrketên teknolojiyê divê ewlehiyê tevlî dîzayna xwe bikin, platform û berhemên xwe bi parastina zarokan li navendê ava bikin. Divê ev ne fikirîneka paşvemayî be. Ev tê de nirxandina rîskên taybetmendiyên wekî şîfrekirina dawiya dawî an herikîna zindî berî ku ew dest pê bikin û tedbîrên ewlehiyê ji bo pêşî lêgirtina îstîsmarê bigirin. Piştî ku hat ragihandin, berpirsyariyên wan bi rakirina naverokên neqanûnî bi dawî nabin; divê were piştrastkirin ku di serî de naverokeke bi vî rengî di platformê de nîne. Naverokên ku zarokan îstîsmar dikin ne tenê li gorî sînorên yasayî divê li gorî ziyana ku dide zarokan jî were rakirin. Eger zirarê bide zarokan, ev yek ji bo mudaxaleyê bes e."
 
XETEREYA NÛ TEKNOLOJIYA SÛNÎ
 
Stevenson bal kişand ser "îstismara online" a li zarokan hatiye kirin, bi pêşketina teknolojiyê re qadên nû bi dest xistiye û wiha dewam kir: "Materyalên îstîsmara zarokan ên bi teknolojiya sûnî (AI-Gen CSAM) tên hilberîn, fikareke mezin e. Dîmen û vîdeoyên sexte bêyî agahdarî an jî tevlîbûna zarokan dikarin werin hilberandin û piştre jî bi îdîaya ku ev materyal rast in weke amûr ji bo gef û şantajan tên bikaranîn. Ji perspektîfa platforman, her sepan an jî lîstikeke ku dihêle bikarhêner bi hev ra têkiliyê deynin, heta yên ji bo zarokan hatine sêwirandin dikarin şaş werin bikaranîn. Fail bi taybetî platformên ku xwedî bingeheke mezin a bikarhênerên zarokan in hedef dikin, tevî gelek lîstikan ku gelek dê û bav xwe ewle dibînin. Ji ber vê yekê, ji bo şîrketên teknolojîyê girîng e ku ji destpêkê ve tedbîrên ewlehiyê yên xurt ava bikin û dêûbav ji nêz ve çavdêrî bikin ka zarokên wan çi bi kar tînin û bi kê re têkilî datînin."
 
MA / Berivan Kutlu 

Sernavên din

11/06/2025
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê
11:32 Zeynel Kete: Sosyolojiya Elewiyan û modela ‘civaka demokratîk’ pir dişibin hev
10:52 Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
10:46 Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
10:41 Li Kolombiyayê êrişên hemwext: 7 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
10:30 Çiyayên Pasûrê bi rengên çîçekan xemilîn
10:25 Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
10:02 Gundekî di bin dorpêça leşkerî de: Li Wergenimayê bêhn girtin jî qedexe ye
09:56 7'emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
09:41 Yazmaci: Ji bo berdana girtiyên nexweş pêdivî bi qanûnê nîne
09:24 Bi Mîhrîcana Boreka Kurd ve banga xwedîlêderketina çandê
09:06 Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî dest pê kirin
09:04 Xelkê Amedê: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Ocalan azad be
09:04 Li gundê Ewrekê bihara dereng: Bi xweşikiya xwe mirovan mest dike
09:01 Meclis li dijî talana li Şirnexê bêdeng e: Nahêle bê lêkolînkirin
09:00 Perîşan Ozlu ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir: Em bi Ocalan re ne
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2025'AN
10/06/2025
16:45 AYM’ê ji bo desteserkirina nameyên girtiyan biryara binpêkirinê da
16:14 Di doza mirina bi guman a Elîf Kaymazê de kesek hate girtin
16:06 ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaranê ji Parlamentoya Ewropayê re name şand
15:53 Qeyûmê Wanê 30 neguhêzbar da ber firotinê
15:47 Li Wanê di qezaya trafîkê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da
15:08 Li Dêrsimê ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
14:16 Ferdî Zeyrek hate definkirin
13:57 Li Kutahyayê bi pileya 4,5’ê erdhej çêbû
13:56 Dadgerek li Mêrdînê bi birîndarî hate dîtin
12:58 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
12:57 Ji kesên di keştiya Madleenê de 4 jê hatin dersînorkirin
12:56 Îsraîlê êrişî Yemen û Lubnanê kir
12:29 Îran dê li dijî DYA’yê teklîfekê pêşkeş bike
11:35 Zarokê ku li Xarpêtê kete golê xeniqî
11:15 Tehliyeya Şahîn ê 30 sal in girtî ye hate astengkirin
11:03 Rewşa namzetê serokkomariyê yê Kolombiyayê Turbay giran e
10:52 Partiya BastA! ya Swîsreyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji wezîr Tunç re name şand
10:49 Li Kûlû û Cîhanbeyliyê berhemdariya dexl û dan ji sedî 80 kêm bû
10:27 Trump li dijî çalakvanan 2 hezar leşker erkdar kir
09:55 Şaredariya Mûşê ji bo jinan 3 projeyên nû pêş dixe
09:09 Îsraîl aktîvîstên di keştiya ‘Madleen’ê de dersînor dike
09:08 Welatiyên ji bo geştê çûn Zozanên Alandeştê: Bila qedexe bên rakirin
09:07 Xelkê Enqereyê: Ji bo aştiya civakî divê Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:06 ‘Fikrên Ocalan ji bo biryarên Kongreya NADA'yê bûn îlham’
09:04 ‘AKP polîtîkayên xwe yên malbatê li gorî pêdiviyên kapîtalîzmê amade dike’
09:02 Di şer de ji malbata xwe 4 kes winda kir: Tenê bi axaftinê aştî nabe
09:01 Lîsa Çalan: Di civakîkirina pêvajoyê de roleke mezin dikeve ser milê hunerê
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2025'AN
09/06/2025
16:39 Li Sêrtê kesek di êrişa çekdarî de hate kuştin
16:04 Li Xozatê li dijî madenan meş hat lidarxistin
15:44 Çelîk ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:19 Midaxileya Îsraîlê ya li dijî Madleenê sûcê li dijî mirovahiyê ye’
13:33 Di qezaya trafîkê ya li Îzmîrê de 5 kes mirin
12:42 Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
11:49 Der barê şewata li Amedê de geşedaneke nû
11:21 Ji Iraqê piştgiriya bo kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’
10:48 Ocalan pênûs diyarî zarokan kir: Em jiyana nû ava dikin
10:32 Gel dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
10:02 'Behsa aştiyê dikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe'
09:54 Xwebûn bi manşeta ‘Perspektîfa serkeftinê’ derket
09:22 Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin
09:00 Parêzer Rihan Gok: 10'emîn Pakêta Darazê hewcedariyan bi cih nayne
09:00 Endamê SYKP Tûrgan: Pêwîstiya rêxistinên çep bi nûbûnê heye
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:55 Ji Îmraliyê bo Akademiya Jineolojiyê name: Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re meşiya
08/06/2025
17:29 Îsraîl ji bo keştiya alîkarî dibir Xazeyê kete nava tevgerê
16:54 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiya civakî em ê derî bi derî bigerin
16:07 Bakirhan li Qersê cejna welatiyan pîroz kir
15:45 Ji Ocalan peyama cejnê: Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim
15:26 Dayikên Aştiyê: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
14:45 Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin pêk anî
14:41 Bîlançoya qezayên di 3 rojên cejnê de:26 mirî, 3 hezar û 590 birîndar
14:38 Malbatan ji bo cejnê serdana Îmraliyê kir
13:35 Berdana girtiyê 30 salî bi hinceta "rewşa wî ne baş e" hate astengkirin
09:03 Hejmara 119’emîn a kovara Jin weşiya
09:02 Doza êrîşa li dijî HDP'ê hat redkirin: Çek heye, lê gef nîn e
09:02 Bihuşta veşartî: Şikefta xwê
09:01 Li Wanê rez û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn
09:01 Di xizmeta tenduristiyê de sîstemeke din pêkan e!
09:00 Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê: Ti hinceteke hikûmetê nemaye
09:00 Li Mûşê dê Meclisa Jinê ya Bajar bê avakirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:50 Li Deryaya Marmarayê erdhej
08:33 Li Kolombiyayê, di êrîşa çekdarî de namzetê Serokkomariyê bi giranî birîndar bû
07/06/2025
16:53 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Dayikên Aştiyê
16:36 Ji bo girtiyên nexweş Ruzgar û Boran banga tehliyeyê
15:27 Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye
15:16 Xizmên windayan: Bila hestiyên me bidin, bila goreke me hebe
15:16 Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an
14:52 Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn
14:52 Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
14:41 AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
13:57 Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
11:29 Pîrozbahiya cejnê ya DEM Partî û MHP'ê: Cihê çareseriyê meclis e
10:31 33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
10:19 Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
09:57 Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
09:01 Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin
09:01 Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
09:01 Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
09:01 Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê
09:00 Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat