Ji OHD'ê têkildarî 'mafê hêviyê' plana çalakiyê ya 3 mehan

  • rojane
  • 10:19 4 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê parêzer Mehmet Oner diyar kir ku di meha îlonê de 'mafê hêviyê' di Wezîrên Konseya Ewropayê de careke din bê rojevê û dê heta wê demê ji bo Tirkiye têkildarî mafê hêviyê gav biavêje  dê xebatên xwe bidomînin.

Tevî ku di sala 2014'an de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi cih nehat û 26 sal in li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin, 'mafê hêviyê' bi cih nayê anîn. Par Komîsyona Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) ev mijar anî rojevê û ji bo heta Îlona 2025'an di mijara 'mafê hêviyê' de plansaziyan bike, dem dabû Tirkiyeyê.
 
Dema ku hevdîtinên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd dewam dikin, Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî di civîna koma partiya xwe ya 22'ê Cotmeha 2024'an de li ser 'mafê hêviyê' daxuyanî da. Lê belê di nava 10 mehên dawî de, ku hem biryarên AKP'ê hatin nîqaşkirin, hem jî li ser çareseriya pirsgirêka Kurd hat axaftin, gavek bi tenê jî di çarçoveya 'mafê hêviyê' de nehat avêtin.
 
Dema ku Konseya Ewropayê ji bo bicihanîna mafê hêviyê dabû Tirkiyeyê di meha Îlonê de bi dawî bibe, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî mafê hêviyê xebatên xwe zêde kir. OHD'ê biryar daye ku li hemû şaxên xwe panelan organîze bike, bi "Bultena Mafê Hêviyê" jî hedef dike ku bi rêya medyaya farazî hişyariya gel  bike. Her wiha, OHD armanc dike ku di mijara "mafê hêviyê" de bi hevkariya rêxistinên sivîl mijarê vebêje.
 
Rêveberê Navenda Giştî yê OHD'ê parêzer Mehmet Oner li ser 'mafê hêviyê' û axivî. 
 
'DIBE KU CEZA BIDIN'
 
Oner, civîna ku "mafê hêviyê" di rojevê de ye bi bîr xist ku AK BK biryarên di navbera 17-19'ê Îlona 2024'an de ji aliyê DMME'yê ve hatine girtin kontrol dike û destnîşan kir ku AK BK wê di Îlona 2025'an de careke din li hev bicive û bibîne bê ka Tirkiye sererastkirin pêk aniye an na. Oner diyar kir ku eger derbarê binpêkirinan de tu gav neyên avêtin, divê BK cezayan bide Tirkiyeyê û ev yek jî dikare cezayên wekî ku neçûna civînan, cezayên îdarî, cezayên îdarî yan jî dersînorkirina endamtiyê jî di nav de hene û wiha got: "Hêviya me ew e ku Tirkiye heta wê dîrokê, li ser çareseriya wê binpêkirinan, demeke çawa pêşkêş bike." Oner anî ziman biryara li ser 'mafê hêviyê' wê ji bo girtiyên din ên siyasî ku di nava şert û mercên giran de cezayê girtina heta bi hetayê lê hatiye birîn û di nava tecrîdeke giran de tên ragirtin, derbasdar be.
 
'DAXWAZA CIVAKÊ GIRÎNG E'
 
Öner, behsa pêvajoya ku piştî banga Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de dest pê kir kir û wiha axivî: "Her kesên li Tirkiyeyê dijîn hêviya xwe bi vê pêvajoyê ve girê dane. Gelek kom ji bo serketina pêvajoyê bi hemû awayî hewl didin. Ji bo pêvajo bi ser bikeve pratîkên hevpar girîng in. Qanûna înfazê herî dawî hat aşkerakirin. Der barê qanûna îdamê de bendewariyên mezin ji civakê hebûn. Lê belê pêk nehat û ti ji bendewariyan bi cih nehat. Biryara PKK'ê ya çek danînê ji bo civakê biryar û gaveke gelekî girîng bû. Dema ku aliyek gaveke wiha girîng bavêje, hûn li bendê ne ku ji hêla din ve jî tevgereke wekheviya nirxan pêk bê. Ji ber vê yekê bendewarî li ser vê qanûna îdamê bûn. Ji bo dewlet karibe polîtîkayên înfazê bike jî di nav de 'mafê hêviyê 'pêwîste di civakê de daxwazeke cidî hebe. Eger pêvajo bi ser bikeve, wê bi efûyeke giştî pêk were. Divê ti girtiyekî siyasî ku Birêz Ocalan jî di nav de ye di girtîgehê de nemîne. Eger îro dewletê di vî alî de gaveke girîng biavêta ku wê  gel bigota hikûmet samîmî ye."
 
'EM Ê 3 MEHAN BIXEBITIN' 
 
Oner diyar kir ku heta civîna AK BK'ê ya ku tê plankirin di meha Îlonê de pêk were, armanca wan ew e ku Tirkiyeyê neçar bikin ku gavan bavêjin û wiha got: "Ji bo vê yekê, me heta hevdîtinê ji bo 3 mehan demdiyar kir û em li ser dixebitin. Em panelên 'mafê hêviyê' lidar dixin û xebatên medya civakî dimeşînin. Me bultena hêviyê weşand û di vî alî de em bi ciddî dixebitin ku Tirkiyeyê bi hemû saziyên mafên mirovan, baro, saziyên mafên mirovan û akademîsyenên di vî warî de dixebitin re heta civînê ji bo tedawîkirina binpêkirinan qanih bikin."
 
'PÊŞÎ LI RÊVEÇÛNA PÊVAJOYÊ VEDIKE' 
 
Oner da zanîn ku ji ber biryara DMME ya li ser 'mafê hêviyê' ku mafekî hatiye bidestxistin e û destnîşan kir ku ji bo Tirkiye li gorî biryara DMME'yê tevbigerin, girîng e û wiha axivî: "Vê qanûnê bi cih naynin. Ev rewşeke ku bi awayekî cidî bandorê li rêveçûna vê pêvajoyê dike. Mijareke duyemîn jî ew e ku qanûn li ser Birêz Ocalan û serlêdanên din nayê kirin. Kêmasiya serlêdana qanûnê xeteriyeke gelekî giran e. Ev tê wê wateyê ku desthilatdariya siyasî dikare di her kêlî û demê de nexwaze qanûn û zagonan bi cih neîne. Em bang li hemû hiqûqnas, akademîsyen, komele û baroyan dikin ku ji bo pêşîgirtina li vê yekê dest bi kar bikin û daxwaz dikin ku ev maf li gorî bangawaziyên me bi cih were anîn û li ber xwe bidin."
 
MA / Rukiye Payîz Adiguzel 

Sernavên din

11/06/2025
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê
11:32 Zeynel Kete: Sosyolojiya Elewiyan û modela ‘civaka demokratîk’ pir dişibin hev
10:52 Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
10:46 Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
10:41 Li Kolombiyayê êrişên hemwext: 7 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
10:30 Çiyayên Pasûrê bi rengên çîçekan xemilîn
10:25 Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
10:02 Gundekî di bin dorpêça leşkerî de: Li Wergenimayê bêhn girtin jî qedexe ye
09:56 7'emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
09:41 Yazmaci: Ji bo berdana girtiyên nexweş pêdivî bi qanûnê nîne
09:24 Bi Mîhrîcana Boreka Kurd ve banga xwedîlêderketina çandê
09:06 Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî dest pê kirin
09:04 Xelkê Amedê: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Ocalan azad be
09:04 Li gundê Ewrekê bihara dereng: Bi xweşikiya xwe mirovan mest dike
09:01 Meclis li dijî talana li Şirnexê bêdeng e: Nahêle bê lêkolînkirin
09:00 Perîşan Ozlu ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir: Em bi Ocalan re ne
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2025'AN
10/06/2025
16:45 AYM’ê ji bo desteserkirina nameyên girtiyan biryara binpêkirinê da
16:14 Di doza mirina bi guman a Elîf Kaymazê de kesek hate girtin
16:06 ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaranê ji Parlamentoya Ewropayê re name şand
15:53 Qeyûmê Wanê 30 neguhêzbar da ber firotinê
15:47 Li Wanê di qezaya trafîkê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da
15:08 Li Dêrsimê ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
14:16 Ferdî Zeyrek hate definkirin
13:57 Li Kutahyayê bi pileya 4,5’ê erdhej çêbû
13:56 Dadgerek li Mêrdînê bi birîndarî hate dîtin
12:58 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
12:57 Ji kesên di keştiya Madleenê de 4 jê hatin dersînorkirin
12:56 Îsraîlê êrişî Yemen û Lubnanê kir
12:29 Îran dê li dijî DYA’yê teklîfekê pêşkeş bike
11:35 Zarokê ku li Xarpêtê kete golê xeniqî
11:15 Tehliyeya Şahîn ê 30 sal in girtî ye hate astengkirin
11:03 Rewşa namzetê serokkomariyê yê Kolombiyayê Turbay giran e
10:52 Partiya BastA! ya Swîsreyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji wezîr Tunç re name şand
10:49 Li Kûlû û Cîhanbeyliyê berhemdariya dexl û dan ji sedî 80 kêm bû
10:27 Trump li dijî çalakvanan 2 hezar leşker erkdar kir
09:55 Şaredariya Mûşê ji bo jinan 3 projeyên nû pêş dixe
09:09 Îsraîl aktîvîstên di keştiya ‘Madleen’ê de dersînor dike
09:08 Welatiyên ji bo geştê çûn Zozanên Alandeştê: Bila qedexe bên rakirin
09:07 Xelkê Enqereyê: Ji bo aştiya civakî divê Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:06 ‘Fikrên Ocalan ji bo biryarên Kongreya NADA'yê bûn îlham’
09:04 ‘AKP polîtîkayên xwe yên malbatê li gorî pêdiviyên kapîtalîzmê amade dike’
09:02 Di şer de ji malbata xwe 4 kes winda kir: Tenê bi axaftinê aştî nabe
09:01 Lîsa Çalan: Di civakîkirina pêvajoyê de roleke mezin dikeve ser milê hunerê
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2025'AN
09/06/2025
16:39 Li Sêrtê kesek di êrişa çekdarî de hate kuştin
16:04 Li Xozatê li dijî madenan meş hat lidarxistin
15:44 Çelîk ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:19 Midaxileya Îsraîlê ya li dijî Madleenê sûcê li dijî mirovahiyê ye’
13:33 Di qezaya trafîkê ya li Îzmîrê de 5 kes mirin
12:42 Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
11:49 Der barê şewata li Amedê de geşedaneke nû
11:21 Ji Iraqê piştgiriya bo kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’
10:48 Ocalan pênûs diyarî zarokan kir: Em jiyana nû ava dikin
10:32 Gel dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
10:02 'Behsa aştiyê dikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe'
09:54 Xwebûn bi manşeta ‘Perspektîfa serkeftinê’ derket
09:22 Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin
09:00 Parêzer Rihan Gok: 10'emîn Pakêta Darazê hewcedariyan bi cih nayne
09:00 Endamê SYKP Tûrgan: Pêwîstiya rêxistinên çep bi nûbûnê heye
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:55 Ji Îmraliyê bo Akademiya Jineolojiyê name: Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re meşiya
08/06/2025
17:29 Îsraîl ji bo keştiya alîkarî dibir Xazeyê kete nava tevgerê
16:54 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiya civakî em ê derî bi derî bigerin
16:07 Bakirhan li Qersê cejna welatiyan pîroz kir
15:45 Ji Ocalan peyama cejnê: Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim
15:26 Dayikên Aştiyê: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
14:45 Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin pêk anî
14:41 Bîlançoya qezayên di 3 rojên cejnê de:26 mirî, 3 hezar û 590 birîndar
14:38 Malbatan ji bo cejnê serdana Îmraliyê kir
13:35 Berdana girtiyê 30 salî bi hinceta "rewşa wî ne baş e" hate astengkirin
09:03 Hejmara 119’emîn a kovara Jin weşiya
09:02 Doza êrîşa li dijî HDP'ê hat redkirin: Çek heye, lê gef nîn e
09:02 Bihuşta veşartî: Şikefta xwê
09:01 Li Wanê rez û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn
09:01 Di xizmeta tenduristiyê de sîstemeke din pêkan e!
09:00 Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê: Ti hinceteke hikûmetê nemaye
09:00 Li Mûşê dê Meclisa Jinê ya Bajar bê avakirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:50 Li Deryaya Marmarayê erdhej
08:33 Li Kolombiyayê, di êrîşa çekdarî de namzetê Serokkomariyê bi giranî birîndar bû
07/06/2025
16:53 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Dayikên Aştiyê
16:36 Ji bo girtiyên nexweş Ruzgar û Boran banga tehliyeyê
15:27 Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye
15:16 Xizmên windayan: Bila hestiyên me bidin, bila goreke me hebe
15:16 Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an
14:52 Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn
14:52 Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
14:41 AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
13:57 Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
11:29 Pîrozbahiya cejnê ya DEM Partî û MHP'ê: Cihê çareseriyê meclis e
10:31 33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
10:19 Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
09:57 Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
09:01 Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin
09:01 Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
09:01 Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
09:01 Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê
09:00 Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat