WAN – Welatiyên teqawid, ji ber hindikbûna mûçeyên wan para xwe zêde ji qeyrana aboriyê werdigrin, diyar kirin ku ger aştî pêk bê dê aborî baş bibe.
Şer û pevçûnên ji ber bêçareseriya pirsgirêka Kurd, kesên teqawid zêde para xwe ji qeyrana siyasî û ji ya aborî digrin. Welatiyên teqawid diyar kirin ku rewşa aboriya wan û ya welat tenê bi aştiyê ve dê baş bibe.
Welatiyê bi navê Medenî Sayin ku li Wanê dijî, bibîr xist ku qeyrana aboriyê ne tenê kesên teqawid li her kesê bandor dike û qeyrana li Tirkiyeyê li gorî welatên dîtir kûrtir e. Sayin rave kir ku teqawidên li Ewropayê bi mûçeyên xwe dikarin biçin betlanê û Sayin wiha axivî: “Em li vir debar nakin. Ev faktor li her kesê bandor dike. Li Tirkiyeyê tu qîmetê nadin teqawidan û kesên dîtir. Mirovên 25-30 salan dixebitin berdêla keda xwe nastînin. Ji ber vê yekê her kes mexdûr e. Li malê xebatkar hene loma ez dikarim li ser piyan bimînim, lê kesên kirêdar bi tena serê xwe debar nakin. Ne tenê li Wanê li her derê Tirkiyeyê teqawid destengiya abaorî dijîn.”
‘NAVÊ AŞTIYÊ JÎ XWEŞ E’
Sayın, destnîşan kir ku şer pevçûnê aboriya welat têkbirî û wiha got: “Ger aştî bê, dê her kes dewlemend bibe. Hatina aştî û biratiyê dê zirara wê ji kê re hebe, dê ji bo her kesê baş be. Ger pereyên ji bo guleyan hate xerckirin ji bo pêşeroja ciwanan û perwerdehiyê bihata xerckirin dê baştir nebûya? Lê mixabin ne tenê rewşa Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn hemû wiha ye. Ji ber vê ez bi hêvî me aştî were û paradigmaya nû berdewam be. Lewre tu caran gel, girse ji şer kar nake. Navê aştiyê bi xwe jî xweş e.
‘BILA EDALET BÊ, SEFALET XILAS BE’
Enver Oztaşmaz, diyar dike ku rewşa xizaniya civakê qeyrana aboriyê radixîne pêş çavan û Oztaşmaz wiha axivî: “Aborî di qeyraneke kûr de ye. Wexta edalet hate vî welatî, dê wê wextÊ mirov ji sefalete rizgar bibin. Li cihê edalet lê tunebe, dê sefalet hebe, zulme hebe û het tişt dê lê hebe. Pereyê ji bo guleyan tene xerckirin ji bo kesên teqawid bihatana xerckirin dê feydeya wê çêbiba û em ê di nava aramiyê de bijiyana. Em bi aştiyê re ne, tu feydeya şer tune û şer her tim xirab e. Em dixwazin aştî pêk bê. Dawîbûna şer û hatina aştiyê dê gelek feydeya wê ji aboriya welêt re çêbibe. Dê jiyaneke bi hevre û bi biratî pêk bê. Bila edalet bê, sefalet xilas bibe.”
‘WELATIYÊN TEQAWID DI CEJNÊ DE STÛXWAR IN’
Tîmûr Sayyîgît diyar dike ku qeyrana aboriyê herê zêde li kesên teqawid bandor kirî û Sayyîgît wiha diaxive: “Tirkiyeyê di vî şerî de tu cihên ku nehatine bombebarankirin nehişt. Pereyên ji bo şer hatin xerckirin ji bo budçeyê biğhatina veguhestin ji bo teqawidan û ji bo her kesê bes bû. Ji ber qeyrana aboriyê teqawid di cejnê de stûxwar in. Êşa şer û qeyrana aboriyê ji teqawidan û ji kesên xwedî mûçeya kêmtirîn der dikeve. Ger desthilat dev ji vê bêsexberiyê berde dê hemû welatî di nava aramiyê de bijÎn. Pêvajoya ji aliyê Rêzdar Ocalan ve hate destpêkirin ji bo Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn geşedaneke gîrîng e. Rojhilata Navîn piştevaniyê dide banda Ocalan. Ger ev bang bi ser bikeve dê ji bo welat jî bibe serkeftineke mezin.”