Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin

  • rojane
  • 17:44 5 Hezîran 2025
  • |

AMED - Kesên ku  di encama êrîşa DAÎŞ'ê ay li dijî  Mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku dê bi anîna aştî û demokrasiyê xeyalên kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi cih bînin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di salvegera 10'emîn a êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî mîtînga 'Mirovahiya Mezin' a ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve di 5'ê Hezîrana 2015'an de hat lidarxistin de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Bîranîn li cihê teqînê ango li Qada Îstasyonê pêk hat û parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya, Salîha Aydenîz, nûnerên DBP'ê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, kesên di teqînê de birîndar bûn, xizmên wan û gelek kes amade bûn. Di bîranînê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane jî hatin hilgirtin. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' hat berzkirin û piştre dua hatin kirin.

Piştî dûa hat xwendin birayê Necatî Kurul ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Hayatî Kurul axivî û wiha got: "Em dixwazin berpirsyarên vê komkujiyê jî heman êşê hîs bikin."

Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer axivî. Gulşen Ozer bibîr xist ku beriya 10 salan li vir komkujiyek hatiye kirin û got, "Di vê êva cejnê de em kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Di vê komkujiyê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 400 kes jî birîndar bûn. Wê rojê, li vir atmosfereke şahiyê bû, lê sîstemê ew roj ji bo me veguherand roja şînê. Heta ku em sax bin, em wê rojê ji bîr nakin, em ê nehêlin yên din jî ji bîr bikin. Em vê komkujiyê şermezar dikin. Berpirsyarên vê komkujiyê bêguman wê rojekê hesab bidin. Bila sebir ji me hemûyan re bê dayîn. Bila careke din kes nemire û em aştiyê pêk bînin." Ozer Cejna Qurbanê ya her kesî pîroz kir.

'ŞEHÎDÊN AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ'

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî wiha got: "Hêviya aştî û demokrasiyê ya me hemûyan di wê demê de hat bombekirin. Ev êrîş di esasê xwe de êrîşa li dijî pêvajoya aştiyê bû. Hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan ji ber ku ji bo aştî û demokrasiyê têkoşiyan ev êrîş pêk hat. Ji bo aştî û demokrasiyê bi rastî jî şehîd in. Em li pêşberî têkoşîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."

 Adalet Kaya got ku xwestin bi vê êrîşê hêviya aştiyê tune bikin, gel bitirsînin û wiha axivî: "Xwestin tune bikin, lê nekarîn bi ser bikevin. Ev meydan ev 10 sal in tijî bûye. Gelê Kurd, gelê Amedê tarîtiya DAÎŞ'ê têk biriye. Îro di warê hiqûqî de jî bêcezatiyek me ya mezin heye. Em îro jî li vir têkoşîna edaletê tînin ziman. Têkoşîna me ya edaletê wê bidome. Heta ku kujer û kesên li pişt wan bên cezakirin wê têkoşîna me bidome."

Adalet Kaya têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de got ku ev bang ji bo aştiyê firsendeke mezin e. Adalet Kaya diyar kir ku serdemek nû dest pê kiriye û wiha got, "Em ê mîrateya hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane li vir bi hurmet bi bîr tînin û rêya aştî û civaka demokratîk berfireh bikin. Em li vir li ber her kesî soz didin. Em jî soza vegerandina edaletê didin malbatan. Bêyî rûbirûbûna bi kuştinên kiryar nediyar, windakirinên bi zorê û komkujiyan, aştî nabe. Ji ber vê yekê, têkoşîna me wê her mezin bibe. Ev meydan qadeke bîrdariyê ye. Em ê têkoşîna xwe ya aştiyê li vê meydanê mezin bikin. Bijî civaka demokratîk, bijî aştî û avakirina civaka demokratîk."

Bîranîn bi danîna qurnefîlan li cihê ku bombe lê teqiya, li gel wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû.

 

Sernavên din

15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin HATE NÛKIRIN
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer