ÊLIH - Xebatkara Şaredariya Êlihê Rojîn Akat a ku ji ber zexta pîsolojîk ku ji aliyê Gerînendeya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Êlihê ya qeyûm hatibû tayînkirin, bi nexweşiya hêrsê ketiye, giliyê şaredariyê kir. Hevseroka Şaxa Genel-Îş a Êlihê Narîn Erol da zanîn ku pêkanînên bi heman rengî di hemû yekîneyan de hene.
Derket holê ku ji 4 'ê Mijdara 2024'an piştî tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Êlihê û vir ve xebatkar rastî zexta psîkolojîk hatine. Yek ji cihên sereke ku zexta psîkolojîk bi awayekî tund lê tê kirin Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ye. Hat diyarkirin ku civaknas Rojîn Akat a ku di midûriyetê de dixebite di 23'ê Gulanê de li avahiya şaredariyê ji ber zexta psîklojîk bi nexweşiya hêrsê ketiye. Rojîn Akat di heman rojê de çû 'Qereqola Polîsan a Bayindir Şehit Hasan Gul' û der barê Midûra Xizmetên Jin û Malbatê Esen Tunç de bi hinceta 'peywira xwe îstîsmar kiriye' giliyê sûc kir.
LI DERVEYÎ KARÊ XWE XEBITÎ
Rojîn Akat di gilînameya xwe de zordestiya ku jiyaye vegot. Di gilînameya wê de cih dan van gotinan: "Ji me re dibêjin, 'hûn bêkalîte ne, hûn çawa hatine xebitandin, hûn bi kêrî tiştekî nayên, eger min bixwesta, min dikarîbû niha te ji kar derxim'. Tevî ku civaknas im, ez jî ji bo servîsa çay û qehweyê hatim peywirdarkirin. Ji bilî vê, karên wê yên şexsî jî bi min dan kirin. Ji derveyî saetên kar bang li me dikir û dipirsî, 'li saziyê çi diqewime, min agahdar bikin' û dixwaze em fesadiya hempîşeyên xwe bikin. Tevî ku wê destûr da jî, xwest der barê min de raporekê bide. Dema ku min îtiraz kir, wê ji min re got 'bêedeb'. Pişt re dîsa û car din zextên li hemberî min dewam kir. Min qrîza hêrsê derbas kir. Hevalên min ên li şaredariyê gazî ambulansê kirin. Piştî ku ji odeyê derketim min xwe di ambulansê de dît. Ji ber 'peywira xwe îstîsmar kiriye' min giliyê Esen Tûnç kir."
ZEXTA PSÎKOLOJÎK
Hevseroka Şaxa Genel-Îş a Êlihê Narîn Erol bertek nîşanî zexta psîkolojîk da û wiha got: "Midûr, çavdêr û kesên di pozîsyonên rêveberiyê de rêbazên li dijî qanûna kar bi awayekî keyfî ferz dikin, hempîşeyên me yên li dijî wan derdikevin bi sirgûn û dûrxistinê tehdît dikin. Hempîşeyên me yên neçar in li pêşberî van gefên giran bêdeng bimînin, radigihînin ku ji aliyê psîkolojîk ve bandor li wan tê kirin. Piştî ku zordestî ji rayedaran re hat ragihandin, yek ji hevalên me yên rastî zexta psîkolojîk a Midûrê Polîtîkayên Jinê û Malbatê hat, hemû hevalên me yên jin bi heman şêweyî gilî kirin."
BI TAYBETÎ JIN HEDEF TÊN GIRTIN
Narîn Erol anî ziman ku li gelek beşên şaredariyê jî heman pirsgirêk tên jiyîn û wiha dewam kir: "Di hemû beşên şaredariyê de rewş bi heman rengî ye. Bi taybetî ev yek li xebatkarên jin tên kirin. Dema pêkanînên li derveyî hiqûqê tînin ber çavên wan, bi helwesteke qure û dev ji kar berdidin û dibêjin, 'biçin dozê vekin'. Hevaleka jin a ku wek ajokarê otobusê dixebite, li ser rêya ku bi şev wek qada çolê tê binavkirin hat wezîfedarkirin. Carinan xeteke ku tenê rêwiyekî wê heye. Tevî ku 4 hevalên me gotin, 'em dikarin di vê rêyê de bixebitin' ev daxwaza wan hat redkirin. Ji neçarî îstifayê tên hiştin. Dîsa hevalên me yên li Park, Baxçe û Karên Civakî dixebitin û her wiha di Halk Ekmek de dixebitin nekarin pêdiviyên xwe yên bingehîn ên mirovî pêk bînin. Cihê wan tune ye ku avê vexwin an jî biçin serşokê. Ji bo pêdiviyên xwe bi cih bînin li deriyên gelê herêmê dixin. Ji ber ku vê dikin, hevalên ku hatine ragihandin û ji kar hatine avêtin."
MA / Fethî Balaman