Li Mûşê dê Meclisa Jinê ya Bajar bê avakirin

  • jin
  • 09:00 8 Hezîran 2025
  • |

MÛŞ - DEM Partiyê cara ewil şaredariya Mûşê qezenc kir û ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan ên bajêr dê Meclisa Jinan a Bajar ava bike. 

Şaredariya Mûşê ku bi salan ji aliyê AKP'ê dihat rêvebirin û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) cara ewil ev şaredarî bi dest xist, bi xebat û projeyên xwe balê dikişîne. Şaredarî bi însîyatîfên wekî malên bêhnvedanê yên jinan, malên sersaxiyê yên jinan û rêveberiya polîtîkayên jinan çêkir û niha jî amadekariya avakirina Meclisa Bajar a Jinan dike.
 
Hevşaredara Mûşê Tûba Sayilgan xebatên xwe yên salekê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand û diyar kir ku ew balê dikişînin ser rêveberiya herêmî, bi taybetî jî girîngiyê didin projeyên bi armanca jin û zarokan. Sayilgan destnîşan bi salan ev şaredarî ji aliyê partiya desthilatdar ve tê rêvebirin û cara ewil e bi sîstema hevşaredariyê tê birêvebirin, ev destketiyeke dîrokî ye. Tûba Sayilgan wiha axivî: "Ji bo me cihê herî girîng ê demokratîkbûn û civakîkirina sîstema hevşaredariyê rêveberiyên herêmî ye. Di vê wateyê de em hemû xebatên xwe yên şaredariyê hem bi sîstema hevşaredariyê û hem jî bi xebatên xwe yên têkildarî destkeftiyên jinan û zarokan dimeşînin."
 
LI BAJAR PIRSGIRÊKA AVÊ 
 
Hevşaredar Tûba Sayilgan diyar kir ku li Mûşê pirsgirêka avê heye û got, "Em ê di demeke nêz de vê pirsgirêkê çareser bikin. Di encama nîqaşên me yên bi Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) de me biryar dan ku avê bi temamî veguhêzin bin banê şaredariyê. Ji bo pirsgirêka avê bi temamî ji holê bê rakin çi ji destê me tê em dikin û ev pirsgirêk wê di demeke nêz de çareser bibe. Bêguman pirsgirêka avê ne xizmete, lê pêwîstiyek e. Pirsgirêka avê bi taybet pirsgirêkek bû ku herî zêde bandor li jinan dikir. Tevî ku pêwîstiya tevahiya civakê bi avê hebû jî, di vî warî de yên herî zêde êş kişandjin jin bûn. Di vî warî de wê barê li ser milê jinan sivik bike. Ji bo av bînin diçûn kaniyê û gelek bi kedeke mezin av dianîn malê. Avakirina tesîsên ava vexwarinê wê herî zêde bi kêrî jinan were."
 
DÊ KOPERATÎFA JINAN VEKIN 
 
Tûba Sayilgan ku diyar kir ku daxwazeke mezin a îstîhdama jinê heye û wiha got: "Ji bo xurtkirina îstîhdama jinê em li ser projeyên cuda yên civakî dixebitin. Piştî ku şaredarî bi dest xist, yekser me dest bi karê jin û zarokan kir. Me kooperatîfeke jinê ava kir ku tenê jin karibin bixebitin. Ev kooperatîf wê ava bacanan (salçe) hilberîne. Ji bo vê kargehê me serlêdana hîbeyê kir. Eger projeya me were erêkirin, dê jinên ku ji cotkarên jin ên ku pez hildiberînin heta kargehê û ji kargehê heta kooperatîfê bixebitin. Wê bibe qadeke ku jin lê kar peyda bikin. Em ê projeyên din jî pêk bînin. Em ê van projeyan hem bi rêya şaredariyê hem jî bi rêya kooperatîfê bi cih bînin."
 
PROTOKOLA TUNDIYÊ 
 
Tûba Sayilgan bibîr xist ku rêjeya tundiya li hemberî jinê ya li bajêr gelekî zêde ye û wan bi Baroya Mûşê re li dijî tundiyê protokolek îmze kirine û wiha got: "Ji bo parastina mafên hiqûqî yên jinên rastî tundiyê hatine û ji bo xizmeta şêwirmendiyê bidin wan me protokolek îmze kirine. Her wiha weke şaredarî em li dijî şîdetê hem xebatkarên xwe yên şaredariyê hem jî gel bînin cem hev, atolye û perwerdeyan lidar bixin, ji bo wê jî em ketine nava hewldanan. Bi heman awayî li Mûşê jî qadeke taybet a jinê nîne ku jin karibin derdên xwe vebêje û piştgiriyê bistîne. Di vî warî de me binesaziya Navenda Piştgiriya Jinê temam kir. Em ê vê projeyê di zûtirîn demê de bixin meriyetê. Jin wê li wir ji xizmetên hiqûqî, psîkolojîk û cuda cuda sûdê werbigirin."
 
XEBATÊN JI BO CIWANAN 
 
Tuba Sayilgan diyar kir ku ew ê ji bo ciwan û zarokan proje û aktîvîteyên cuda pêk bînin, wê ji bo ciwanan konser û semîneran bidomînin. Tûba Sayilgan bibîr xist ku wan di 15'ê Gulanê de ji bo Cejna Zimanê Kurdî ku bi hezaran ciwan tevlî bûn konserek lidar xistin û got, "Mûş cihekî welê ye ku sîstem bi salan hem ciwanan hem jî jinan asîmîle dike. Weke şaredarî me xebatên xwe di çarçoveya mîhrîcana ziman de pêk anîn û şahiyek li dar xistin. Me careke din dît ku ciwanên Kurd çiqasî dirêjî çalakiyên têkildarî zimanê xwe dibin. Hewldanên me yên ji bo parastina ziman, çand û hunera gelê Kurd bêguman wê bidomin. Em ê van qadan vekin û çalakiyan geştir bikin."
 
MECLISA JINÊ YA BAJAR
 
Tûba Sayilgan anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên bajêr nebûna temsîliyeta jinan a li mekanîzmayên rêveberiyên herêmî ye û wiha got: "Bi salan e şaredarî timî ji aliyê rêveberên mêr û xebatkarên mêr ve tê birêvebirin. Jin her tim ji bo rola piştevaniyê hem li qadê hem jî di nava şaredariyê de hatine erkdarkirin. Ji ber ku em hatin ser wezîfeyê, hem di xebatên qadê de hem jî di xebatên şaredariyê de pêşî li jinan girtin. Me bi taybetî xebatkarên jin û xebatkarên teknîkî yên jin xistin nava mekanîzmayên biryardayînê. Bêguman me ev yek di nava şaredariyê de şikand, lê ev mijar hînê li qadê heye. Di vê nuqteyê de me biryar dan ku bi serdana hemû saziyan Meclisa Jinê ya Bajar ava bikin. Di vê çarçoveyê de em ê bi meclisa xwe ya jinê re qadekê biafirînin ku hemû jinên li bajêr karibin tevlî bibin, bi rehetî pirsgirêkên xwe bînin ziman û bi hev re çareseriyê ji wan pirsgirêkan re bibînin. Bi avakirina vê meclisê re em ê hem pirsgirêkên jinên li bajêr, hem jî pirsgirêkên bajêr bi hev re çareser bikin."
 
MA / Ruken Polat - Ozlem Yacan  
 
 

Sernavên din

15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Di serdegirtinên li Stenbolê de 11 jin hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin