Li Wanê rez û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn

  • rojane
  • 09:01 8 Hezîran 2025
  • |

WAN - Ji Bendava Xernekê ya li çemê Karasû yê navçeya Payîzava ya Wanê bi armanca avdanê hatiye çêkirin lê ji ber ku avê nadin gundiyan bax û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn. Gundiyan diyar kirin ku ew nikarin bi çandinî yan jî sewalvaniyê re mijûl bibin û ragihandin ku piştî Cejna Qurbanê ew ê dest bi çalakiya protestoyî bikin.

Ji ber kêmbûna ava bendava Zirnekê, ku bi armanca avdanê li ser Çemê Karasû yê navçeya Payîzava ya Wanê hat avakirin, dehl, rez û baxçeyên bi dehan taxan ber ziwabûnê ne. Santrala şîrketa taybet her sal gel hêj bêhtir mexdûr dike, hemû serlêdanên welatiyan ên ji bo çareseriya pirsgirêkê bêbersiv man. Şîrketa ku zivistanê ji bo hilberîna elektrîkê avê xerc dike, bi hinceta kêmbûna avê, havînê tenê mîqdareke biçûk a avê dide gundiyan. Nêzî 20 gundên ku li dora çem bi cih bûne û zêdetirî 7 hezar kes jî di nav de zehmetiyeke mezin dikişînin. Şêniyên ku nikarin bi xwedîkirina heywanan an jî bi çandiniyê re mijûl bibin, daxwaza çareseriyê ji bo pirsgirêkê dikin. Her sal 400 TL'yî didin Sendîkaya Avdanê ya Karasûyê.
 
BERTEKÊN GUNDIYAN  
 
Welatiyê bi navê Naîf Çelîk li gundê Hingiştans dimîne û wiha bertek nîşan da: "Berê cohek avê hebû, ev jî hat girtin. Dê ava bendavê bidin me lê ew jî nedan. Tu feydeya bendavê ji me re nîn e. Hezar pezên min hene. Ger ez nekaribim şîrê pez vexwim, penêr bixwim ez ê çi bikim wan pezan. Perê ava cohê ji hemû welatiyan girtin lê avê nadin welatiyan. Em diçin gel qaymeqam, walî, Midûriyeta Karê Avê ya Dewletê lê pirsgirêkê çareser nakin."
 
DAR JÎ HIŞK BÛN
 
Yûsûf Çelîk ê li heman gundî dijî anî ziman ku bendav ji bo avdaniya çandiniyê hatiye çêkirin, lê ji bo hilberîna elektrîkê tê bikaranîn û wiha axivî: "Em ji Edene, Dîlok û Stenbolê ji bo çandinî û xwedîkirina heywanan hatin vê derê. Berê 25 hezar pezê me hebûn, niha tenê 4 hezar maye. Gelo em dîsa dev ji welatê xwe berdin û koçber bibin? Ceyran li bendaveke ku bi armanca çandiniyê hatiye avakirin tê hilberandin. Tiştekî bi vî rengî çawa dikare bibe? Hezar darên min ên sêvan hene, hemû hişk bûne. Ji bo mezinkirina van daran bi salan min têkoşîn da. Em ji bo çandiniyê avê dixwazin. Avê peyda nakin, lê heqê avê ji me qut dikin."
 
Abdulkerîm Gumuş li navenda Payîzavayê dijî wiha axivî: "Weke gelê Gurpinarê em bi vê avê ve girêdayî ne. Ev bendav aîdî me ye, ne ya dewletê ye. Berhemên me şewitîn, em nikarin darên xwe av bidin. Dewlet me difroşe muteahîtan. Ma em ne hemwelatî ne? Em dixwazin dewlet û parlamenter alîkariya me bikin."
 
Seyfettîn Uçer ê li gundê Xarûnika dijî diyar kir ku ji dema avabûna bendavê û vir ve ew mexdûr bûne û got, "Havîn hatiye û dar, zevî, dehl û heywanên welatiyan hemû bê av in. Dewletê ev bendav ava kir ku av bigihêje heywan, rez û baxçeyên welatiyan. Mixabin em nikarin ji vê xizmetê sûdê werbigirin. Di meha Hezîranê de hemû rez, bax û zeviyên me ziwa bûn. Em bi ku ve biçin jî em nikarin dengê xwe bidin bihîstin. Em dibêjin, 'Êdî bes e'."
 
Lezgîn Gumuş ku li gundê Hingiştansê dimîne wiha got: "Em nikarin ji bendavê sûdê wergirin. Hemû berhemên me dişewitin, heywanên me dimirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Berê li gundê me 30 hezar heywan hebûn, niha tenê 3 hezar heywan mane. Heywan nikarin avê vexwin. Ev hemû heywan, ev hemû mirov, ev hemû çandinî, ev dar hemû dimirin."
 
JIYANÊ ASTENG DIKIN
 
Keyayê gundê Xarûnîka Garbî Taniş diyar kir ku ew mexdûr in, zext li wan tê kirin û destnîşan kir ku tevî meha Hezîranê jî ji ber kêmbûna avê berheman ziwa bûne û wiha got: "Her roj welatî ji Payîzavayê koç dikin. Sedema vê yekê bendav e. Ev çem wek canê Payîzavayê ye. Dema bendavê digirin, wekî ku damarê canê Payîzavayê digirin.. Gel dixwaze av bê berdan. Di her serdema avdanê de xeletiyên bi zanebûn tên afirandin. Wê heta zivistanê vê avê hilgirin û ji ber bilindbûna asta avê wê ji bo hilberîna enerjiyê wê berdin nava golê. Ev ji Payîzavayê re zilm e."
 
Taniş ku got ew ê mafê xwe bi temamî bixwazin bang kir û got, "Piştî cejnê em ê hemû ji bo parastina mafê xwe li vir bin. Em ji her kesî piştgiriyê hêvî dikin."
 
Welatiyan biryar dan ku piştî cejnê çalakiyan li dar bixin û pişre çûn malên xwe.
 

Sernavên din

13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
12:17 Ji bo meşa li dijî tiryakê banga tevlibûnê: Em bi hev re biguherînin
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê