* Welatiyên li Enqereyê dijîn diyar kirin ku ji bo aştiya civakî divê dewlet gavan biavêje.
* Endamê Weqfa Rosa Luxemburgê Philip Degenhardt ku çûbû serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, got: “Ji hêla nêrîna çep ve modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e.”
* Ji Meclisa Ciwanan a HDK’ê Alî Talay diyar kir ku dê di 15-16’ê Hezîranê de konferansa “Ciwan û Civaka Demokratîk” li dar bixin û got: “Di konferansê de ji bo me ya girîng helwesta hevpar e.”
* Di demeeke li ser çareserî û aştiyê tê axaftin de yek ji mijarên derdikeve pêş jî perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Tirkiye vê meseleyê weke “pirsgirêka bekayê” dibîne lê mînakên li cîhanê nîşan didin ku tu bingeheke vê tirsê nîne.
* Dayikên Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayirê diyar kirin ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û girtîgeh bên valakirin.
* Danişîna ewil a doza rojnameger Reyhan Hacioglû dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê lidarxistin. (09.30)
* Rêxistinên civaka sivîl û yên hiqûqî yên li Amedê dê têkildarî girtiyên li girtîgehên Herêma Federe ya Kurdistanê li şaxa ÎHD’ê daxuyaniyê bidin. (12.00)