Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be

  • cîhan
  • 12:21 13 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Miloon Kotharî, diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan û yên Gandhî dişibin hev û got: “Dema min nivîsên wî xwendî, min dît ku rêberekî di asta kûrewî de ye. Divê berê me li Abdullah Ocalan be.” 

 
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a 27'ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Zanîngeha Cinevê hate nîqaşkirin. Navenda Mafên Mirovan a Cinevê, Tora Piştevaniyê ya Serhildan, Navend Civaka Kurd a Demokratîk a Cinevê û Sendîkaya Xwendekaran a Cinevê CLAE li kampusa Uni-Mail a Zanîngeha Cinevê bi serrnavê “Bang û înîsiyatîfa Abdullah Ocalan. Li Kurdistan û cîhanê projeyên ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk” konferansek lidar xistin.
 
Parêzerê Swîsreyî Olivier Peter modaratorî ji konferansê re kir û endama KNK'ê Nîlufer Koç û ji profesorên Enstîtuya Lîsansa Bilind a Karên Pêşveçûnê û Navneteweyî ya Cinevê û yek ji raportorên Neteweyên Yekbûyî Miloon Kothari weke axaftvan beşdarî konferansê bûn.
 
OLIVIER PETER: EDALET NEBE AŞTÎ JÎ NABE  
 
Di destpêka konferansê de parêzer Olivier Peter axivî, bal kişand ser pêvajoya ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd da destpêkirin û destnîşan kir ku Cenevre ku li qada navneteweyî cihekî girîng e, divê bibe piştevanekî girîng ê vê pêvajoyê. Peter wezîfeya NY’ê ya ji bo pêkanîna aştiyê ya li cîhanê bi bîr xist û got: “Li gorî peymanên navneteweyî ku her welatekî endamê NY’ê mohra xwe danîne binî, berpirsyara wan e ku piştgiriyê bidin pêvajoyên aştiyê û pêkanîna aştiyê."
 
Peter, diyar kir ku Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di pêvajoyeke biryardana dîrokî de ne û ev tişt anî ziman: “Em li ber pêvajoyeke dîrokî ne. Îro li Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran mirov li benda edaletê ne. Ev pêvajo ne tenê tê wateya çekdanînê, di heman demê de divê sedemên ku şer bi xwe re anîne ji holê bêne rakirin. Em hemû baş zanin ku edalet nebe aştî jî nabe.”
 
NÎLUFER KOÇ: LI GEL ŞERÊ GIRAN JÎ DEWLETÊ NEKARÎ BI KURDAN 
 
Siyasetmedara Kurd Nîlufer Koç jî bal kişand ser aliyê dîrokî yê pirsgirêka Kurd û pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Nîlufer Koç, bi bîr xist ku dewleta Tirk di bin navê “Plana têkbirinê” de 10 salên dawî bi hemû hêza xwe li hemberî Kurdan şer kir û got: “Li gel êrişên herî giran jî nekarî Kurdan têk bibe. Armanca wan a bingehîn ew bû ku hem li Sûriyeyê herêma xweser, hem jî PKK'ê bi temamî ji holê rakin. Lê bele nekarîn vê bikin. Kurdan berdêlên giran dan, lê belê bi navê azadiyê li ber xwe dan."
 
Nîlufer Koç, anî ziman ku bi bandora bûyerên li cîhanê û Rojhilata Navîn dewleta Tirk careke din bi Abdullah Ocalan re dest bi pêvajoyekê kir û got: “Ev daxwaz ji aliyê herî neteweperest ê dewletê, yanî ji Devlet Bahçelî hat. Her wiha bang li Rêber Apo kir ku li meclîsê biaxive. Rêber Apo bersiveke erênî da vê gavê. Kurd gelekî polîtîk e. Dewletê li gel hemû hêza xwe nekarî îradeya gelê Kurd bişikîne. Rêber Apo ev rewş hemû li ber çavan girt û ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû bangeke dîrokî kir."
 
‘PKK'Ê MÎSYONA XWE BI SERKEFTÎ TEMAM KIR' 
 
Nîlufer Koç bal kişand ser girîngiya banga 27'ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir: “Rêber Apo dibêje PKK'ê mîsyona xwe bi serketî qedandiye. Beriya PKK'ê Kurd ditirsiyan ku nasnameya xwe eşkere bikin. Bi saya destketiyên girîng ên ku PKK'ê afirand, Kurdan destketiyên girîng wergirtin. Êdî kes nikare wan înkar bike û ji nedîtî ve bê. Rêber Apo demeke nû datîne pêşiya Tevgera Azadiyê ya Kurd. Dixwaze paradîgma û fikrên wî li her derê bikevin meriyetê."
 
'DIVÊ EM JI BO AZADIYA RÊBER APO TÊBIKOŞIN'
 
Nîlufer Koç bal kişand ser biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û anî ziman ku bicihhatina van biryaran bi gavên hiqûqî û polîtîk ên şênber ên dewletê ve girêdayî ye. Nîlufer Koç diyar kir ku Abdullah Ocalan dixwaze hemû beşan tev li pêvajoyê bike û got: “Beriya ku banga dîrokî bike name ji gelek derdoran re nivîsî, fikrê wan wergirt. Îro jî dixwaze vê pêvajoyê civakî bike. Niha dixwaze bi derdorên entenelektuel re hevdîtinê bike, bi wan re nîqaş bike û nêrînên wan werbigire. Di vê çarçoveyê de kampanyayek bi navê 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' hate destpêkirin. Divê her kes piştgiriyê bide vê kampanyayê û daxwaza azadiya Rêber Apo bike."
 
KOTHARÎ: GELEK TIŞT HENE KU EM JI ABDULLAH OCALAN HÎN BIBIN
 
Ji profesorên Enstîtuya Lîsansa Bilind a Karên Pêşvebirinê û Navneteweyî ya Cinevê û ji raportorên Neteweyên Yekbûyî (NY) Miloon Kothari têkildarî girîngiya fikrên Abdullah Ocalan pêşkêşiyek kir û got: “Gelek tişt hene ku em ji Abdullah Ocalan û tevgera Kurd hîn bibin.”
 
Prof. Kotharî wiha got: “Tevgera Azadiyê ya Kurd bi qasî wêrekiya xwe her wiha tevgereke îdolojîk e. Birêz Abdullah Ocalan bi fikrên xwe tevgereke wisa afirand ku li cîhanê mînaka xwe nîne. Hêmana esasî ya ku Abdullah Ocalan û tevgera Kurd ji yên din cuda dike ew e ku fikrên wî dikevin meriyetê, yanî di pratîkê de bersiva xwe dibîne. Ev yek rewşeke hêsan nîne."
 
Kotharî, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan fikrên xwe li ser bingeha dîtina rastiya xwe û konsepta konfederalîzma demokratîk da rûniştandin û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan xwedî taybetmendiyeke welê ye ku hem ji bo gelê Kurd û tevgera xwe, hem jî ji bo herêmê û qada navneteweyî rastiyê dibîne. Li gorî van rastiyan jî fikir û polîtîkayê diafirîne. Li ser bingeha fikrên wî gelekî girîng e ku civak ji her alî ve xwe zane bike. Tespîta wî ya ku digot 'Têkoşîna civakî dewam dike' gelekî girîng e. Bi tezên xwe yên Konfederalîzma Demokratîk re jiyana bi hev re ya cihêrengiyan ji xwe re dike esas. Sînorên ku di navbera gelan û cihêrengiyan de hatiye danîn red dike, azadiya jinê dike navenda fikrên xwe û guehrtineke radîkal diparêze. Dewletê red dike yan jî diyar dike ku divê dewlet li ser neteweyekê ava nebe. Bi rengekî radîkal wê yekê diparêze ku azadî û demokrasiya civakî tenê bi azadiya jinê pêkane."
 
'NE TENÊ AZADIYA JINÊ DIPARÊZE, HER WIHA ZANISTIYA WÊ JÎ DIAFIRÎNE'
 
Kotharî, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Abdullah Ocalan diyar dike ku azadiya jinê û wekhevî ne tenê nîşaneyeke wekhevî û azadiya civakî ye. Di heman demê de destnîşan dike ku divê li gorî vê yekê teorî, bername, rêxistinî û mekanîzmayên çalakiyê bêne afirandin. Di vir de jî karên wî yên jineolojiyê (zanista jinê) gelekî girîng e. Di vê çarçoveyê de fikrekî wî yê din ê bi wate û cihê îlhamê ew e ku mafên kesayet û kolektîf (civakî) parçeyek ji têkoşîna azadiyê ye. Li gorî vê nêzîkatiyê, pîvanên maf û azadiyê dema ji bo çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûnê bê bikaranîn, gava mafên kesayet û kolektîf bi rengekî sûnî ji hev bêne cudakirin hingî dibe sedema pirsgirêkan. Cihêkariyeke bi vî rengî li dijî xwezaya civakê ye. Maf û azadî bêyî şexs nabe. Bêparhiştina şexs ji maf û azadiyê tê wateya bêparhiştina ji mafên kolektîf û azadiyê. Di heman demê de ya berevajî vê jî derbasdar e. Heke tu ji mafên kolektîf û azadiyê bêpar be, kesayetê nava de jî wê bi heman rengî be. Bi kurtasî maf û azadî nabe ji hev cuda bê dîtin; tenê hem şexs û kolektîf vehewand, hingî rastiyeke parvekirinê û bi wate diafire. Yek ji aliyê herî xurt ên tevgera Kurd ev e: avaniya kolektîf ji xwe re dike esas, di heman demê de jî mafên şexsî ji nedîtî ve nayê."
 
'ABDULLAH OCALAN PIRSGIRÊKA EKOLOJIYÊ WEKE RAPERÎNEKE XWEZAYÊ PÊNASE DIKE'
 
Prof. Kotharî têkildarî girîngiya ku Abdullah Ocalan dide ekolojiyê jî wiha nirxand: “Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên vê serdemê meseleya ekolojiyê ye. Ev mijar niha li Neteweyên Yekbûyî tê nîqaşkirin û li tevahiya cîhanê bi pêşengiya jinan seferberiyek çêbûye. Nivîsên Abdullah Ocalan ên li ser vê mijarê, wê weke jiyaneke ekolojîk dinirxîne. Ya ku diqewime jî weke 'Raperîna xwezayê' pênase dike.
 
Abdullah Ocalan dibêje çi ji bo jinan derbasdar be ji bo hawirdorê jî derbasdar e. Her ku zanistiya ekolojiyê bi pêş ket, berpirsyarî jî bi pêş dikeve. Bi pêşketina berpirsyariyê re tevger jî mezin dibe. Ev qad qada herî berfireh a tevgerên civaka sivîl e. Di heman demê de qadeke têkoşînê ye ku sosyalîstan û anarşîstan li hev kom dike. Yek ji tevgerên ku muxalefeta li sîstemê herî zêde lê tê hîskirin e, ji ber ku yekser bandorê li tevahiya civakê dike. Tevlibûna li têkoşîna hawirdorê êdî ji neteweyan wêdetir, di asta navbera çînan de ye. Gelekî girîng e ku hewldana mirovî, berxwedêrî û kapasîteya wê bi ahengiya bi xwezayê re bê nirxandin.”
 
'NÊRÎNÊN ABDULLAH OCALAN Û GAHNDÎ DIŞIBIN HEV'
 
Prof. Kotharî, anî ziman ku di navbera Abdullah Ocalan û lîderê rûhanî û siyasî yê Tevgera Serxwebûnê ya Hindistanê Mahatma Gandhi de ji aliyê fikrî ve gelek aliyên dişibin hev hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jî bi pirsgirêkeke bi heman rengî ya mêtingeriyê re rû bi rû ne. Divê em jî têbikoşin. Û li Hindistanê tişta balê dikişîne ev e; fikir û pratîkên ku ji Brîtanyayê serbixwe bû hîn jî di nava tevgerên civakî de hene. Ev rewş bi banga Abdullah Ocalan re ji bo afirandina firsendên nû dibe ku dersên xwe yên girîng pêşkêş bike. Eger îro ewlehî û aştiya global ketibe rewşeke hesas ku dikare bişikê, hingî divê em jiyan û karên Mahatma Gandhi jinûve di ber çavan re derbas bike. Pênaseyên bingehîn ên ku wî danî holê, divê em lê bipirsin bê hîn jî derbasdar in yan na.
 
Li gorî min ev pênase hîn jî derbasdar in. Di bingeha tevkariya Gandhî de pênc pîvanên bingehîn hene û ev pîvan îro jî ji bo tevgerên azadiyê yên li cîhanê dikarin bibin çavkaniya sûdwergirtinê.
 
Yek ji vana a yekemîn bêşîdetî ye. Ji ber ku tevger ketiye merheleyeke têkoşîna bêşîdet, ev yek bi taybetî ji bo têkoşîna Kurdan gelekî girîng e. Ya duyemîn jî têgeha ku bi navê Satyagraha tê zanîn; ev tê wateya 'hêza heqîqetê' û rêgeza manewî û exlaqî ye ku rê li ber berxwedana bêşîdet vedike. Têgeha sêyem Sarvodaya ye; Yanî 'aramiya her kesî ' ye. Ya çaremîn jî Swaraj e, anku 'xwerêveberî' her wiha tê wateya 'xwe bi xwe rêvebirine'; ev yek hem bi azadiya takekesî hem jî bi azadiya civakî re ji nêz ve têkildar e. Di dawiyê de, prensîba emanetgir (trusteeship) heye, ev yek jî tê wateya li hember dewlemendiyên sererd xwe berpirsyar dibîne û çavkaniyên wê bi awayekî adilane parve dike. Ji bo Gandî, Satyagraha an jî hêza berxwedana aştiyane ya bi rastî, gelekî girîng bû. Vê fikrê îlham da gelek tevgerên cîhanê.
 
Dema ku em li têgehên ku ji hêla Gandhî ve hatine pêşkêş kirin dinêrin, em dikarin bibînin ku ew ji gelek aliyan ve dişibin ramanên Abdullah Ocalan. Dema ku em avahiyên xweser ên li deverên cuda yên cîhanê hatine damezrandin lêkolîn dikin, em fêm dikin ku gelên xwecihî jî bi pirsgirêkên ku gelê Kurd pê re rû bi rû dimînin re rast tên. Ji van wekheviyan gelek tişt hene ku em fêr bibin. Ji ber ku gelek gel hîn jî bi awayên cûda bi mêtingeriyê re re têdikoşin.”
 
‘DIVÊ KURD MEKANÎZMAYÊN NETEWEYÊN YEKBÛYÎ HÎN BAŞ BI KAR BÎNIN’
 
Kothari ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û tevgerên civakî yên li Hindistanê divê têkiliyên xwe hîn xurt bikin û got: “Ji bo min gelekî hêja bû ku li Hindistanê hin aktîvîstên Kurd nas kir, wan bi saziyan û tevgerên civakî re têkilî danîn. Ji van têkiliyan ehrdu alî dikarin gelek tiştan qezenc bikin. Civaka sivîl û tevgerên Hindistanê ji tecrûbeya xwerêveberiyê ya Kurdan dikarin gelek tiştan hîn bibin. û dixwazim axaftina xwe bi vê bangê bi dawî bikim: Gelekî girîng e ku têkoşîna Kurd bi Neteweyên Yekbûyî, bi taybetî bi Bernameya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re hîn bêhtir di nava têkilî û danûstandinan de be.
 
Divê bi raportorên taybet û organên peymanê yên Neteweyên Yekbûyî re danûstandinan bikin. Bi taybetî Komîteyên Aborî, Civakî û Mafên Çandî gelekî girîng in; ji ber ku di peymanê de xaleke li ser mafê xwe (self-determination) heye ku ev yek ji bo xwerêveberiyê gelekî girîng e.
 
Bi dîtina min mekanîzmaya Lêkolînê ya Periyodîk ên Gerdûnî (UPR) gelek firsendan pêşkêş dike. Ev mekanîzma sîstemeke welê ye ku pêkanînên mafên mirovan ên hemû dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî ji aliyê welatên din ên endam ve têne lêkolîn. Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi rê ve biçe û pêşniyarên şênber ên meseleya Kurd zû bikevin rojevê, divê em hewl bidin. Di vê mijarê de ez ê kêfxweş bim ku bibim alîkar."
 
‘OCALAN LÎDEREKÎ ENTERNASYONAL E, DIVÊ EM BERÊ XWE BIDIN WÎ’
 
Kotharî, di dawiya pêşkêşiya xwe de got: “Herî dawî dixwazim vê bibêjim; îro li cîhanê kêmasiyeke cidî ya lîderiya global heye. Lê belê dema ku nivîs û pirtûkên Abdullah Ocalan dixwînim, dema ku min tevgera Kurd ji nêz ve lêkolîn kir, dît ku Abdullah Ocalan ji aliyê lîderiya global ve yekî mînak e. Abdullah Ocalan lîderekî enternasyonal e, divê em berê xwe bidin wî."
 
Konferans piştî pêşkêşiyê bi beşa pirs û bersivê bi dawî bû.
 

Sernavên din

15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Di serdegirtinên li Stenbolê de 11 jin hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin