AMED - TUAY-DER, OHD, ÎHD û Baroya Amedê xwestin ku der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî bi wan û malbatên girtiyan re bên parvekirin.
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Amedê têkildarî kesên li ser nifûsa Tirkiyeyê lê li Herêma Federe ya Kurdistanê girtî ne, daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyaniya hevpar ji hêla Hevserokê Şaxa OHD’ê Amedê Muhîttîn Muguç ve hate xwendin.
Mûgûç, da zanîn ku ji destpêka sala 2025’an heta niha malbatan gelek serlêdan ji bo şaxên cuda yên ÎHD û OHD’ê kirine û got: “Di serlêdanên ku hatine kirin de, endamên malbatan diyar kirine ku ji bilî agahdariya devkî der barê rewşa xizmên xwe de tu agahî li cem wan tune ne. Malbatan ji me re gotin ku ew bi teqezî nizanin ka xizmen wan sax in an na. Hin agahiyên ku malbatan wergirtine nîşan didin ku xizmên wan li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û carinan kesên ku tê gotin jiyana xwe ji dest dane li girtîgehên başûren Kurdistanê tên wergirtin. Ev rewşa ne diyar ji bo endamên malbatê bê bersiv maye.”
XWEST MALBAT BÊN AGAHDARKIRIN
Bi domdarî Muguç got: “Endamên malbatê hêvî dikin ku, ger xizmên wan sax bin û di zindanên başûrê Kurdistanê de bin, bi rêya vê bangê werin agahdarkirin. Di rewşa ku xizmên wan di zindanê de bin, welatiyên serlêder maf hene ku bizanin û bipirsin ka ew bi kîjan sûcdariyan têne girtin an mehkûmkirin. Gelo xizmên wan bi awayekî bi bandor mafên xwe yên parastin û darizandina dadperwer bikar tînin û gelo hewcedariyên wan ên kesane di zindanên ku xizmên wan lê têne girtin de têne bikaranîn? Di seranserê dîrokê de, mirovan bi rê û rêbazên neasayî jiyana xwe ji dest dane an jî winda bûne. Dema ku kesek winda dibe, rewşek ne diyar ji bo malbat û xizmên wan derdikeve holê. Ev rewşa ne diyar bandorên neyînî yên psîkolojîk û giyanî, nemaze li ser kesên ku li pey xwe mane, dike. Ji ber vê sedemê, endamên malbatê mafê wan heye ku çarenûsa xizmên xwe bizanibin.”
BANG LI WEZARETA DADÊ YA HERÊMA FEDERE KIR
Mûhîttîn Muguç, axaftina xwe wiha qedand: “Nameya agahdariyê ya berfireh a der barê serlêdanên welatiyan ji rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan re, dê ji hêla saziyên ku ev metn îmze kirine ve bi Wezareta Dadê ya Herêma Federe ya Kurdistanê were parvekirin. Li ser daxwaza malbatan, banga me ya ji bo Wezareta Dadê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ev e; em dixwazin malbatên serlêdan kirine û em bên agahdakirin ka xizmên wan li Herêma Federe ya Kurdistanê ne yan na. Em dixwazin bizanin ka di çi şert û mercan de dijîn. Ger navên ku ji hêla serlêderan ve hatine dayîn di girtîgehên Herêma Federe ya Kurdistanê de bin, ew li kîjan girtîgehê û çima têne girtin, şert û mercên girtîgehê çi ne, rewşa wan a yasayî di çi qonaxê de ye û rewşa wan a tenduristiyê çi ye? Em bersivên van pirsan daxwaz dikin.”