* Abdullah Ocalan diyar kir ku hesabên hegemonîk ên Îsraîl û Îranê rê li ber aloziyan vedikin û Rojhilata Navîn tenê dikare bi Yekitiya Neteweyên Demokratîk aştî û ewlehiya xwe pêk bîne.
* Xwendekara doktoroyê ya Zanîngeha College Corkê Rojîn Mukriyan, li dijî pergala netewe dewletê ya baviksalar a li Rojhilata Navîn bal kişand ser paradîgmaya Abdullah Ocalan û got: “Tevgerên jinan ên li Îranê siyaseta ‘rêya sêyemîn’ esas digirin lê hûrgiliyên vê rêyê dê bi demê re diyar bibin.”
* Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Di serî de civaka Êzidî, ev bang ji bo hemû gelên bindest dîrokî ye. Bingeha ronesansa Êzidiyan e.”
* Welatiyên têkildarî pêvajoya piştî banga Abdullah Ocalan destpêkirî de axivîn, diyar kirin ku divê çek bêdeng bibin û gotin: “Em welatekî aram û bi tendurist dixwazin.”
* Qeşayiyên Cîloyê ku di bin gefa guherîna avhewayê de ne, niha jî bi texrîbata geştiyaran û qirêjîkirina hawirdorê re rû bi rû ne.
* Mihrîcanên havînê yên li bajarên Serhedê dest pê dikin.
* Li Bedlisê ji bo tunekirina daristanan di nava 4 salan de 54 îhale hatin kirin û 11 îhale bi îdiaya “herêmên piştgiriyê didin terorê” bi çavdêriya cendirmeyan bi ji kok ve derxistina daran hatin cîbicîkirin. Wekîlê DEM Partiyê Huseyîn Olan got ku ji sedî 40’ê daristanên bajar hatine tunekirin.
* Nivîskar Umît Aktaş bal kişand ser şerê Îsraîl-Îranê û got: “Wekî Abdullah Ocalan jî di banga xwe de aniye ziman, pêdivî bi herêmêke demokratîk û serbixwe heye.”
* Serokên 16 baroyên bakurê Kurdistanê dê li Meclisê bi Partiya Yenî Yolê û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtinê bikin. (13.00-15.00)