Dayikên Şemiyê, aqûbeta Mûstafa Saygi pirsin

  • rojane
  • 14:35 21 Hezîran 2025
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê, vê hefteyê aqûbeta Mûstafa Saygi yê 31 sal berê ku di binçavan de hatibû windakirin pirsin.
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê li hev kom dibin û aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin an jî hatin qetilkirin bipirsin hatin gel hev. Ji bo kiryar bên darizandin çalakiya xwe ya 1056'emîn li dar xistin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn, qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di dema binçavkirinê de hatin windakirin hildan.
 
Dayikên Şemiyê, di vê hefteyê de aqûbeta Mûstafa Saygi yê ku 31 sal berê li navçeya Pirsûs a Rihayê piştî girtina bin çavan de hatibû windakirin, pirsîn.  
 
Sekereterê Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Jiyan Kayayê çîroka Saygî xwend û wiha axivî: “Mûstafa Saygiyê yê 30 salî di 3’ê Hezîrana 1994’an de ji bo biçe Pirsûsê bi motorsikletê ve ji malê veqetiya. Di rêya vegerê de li gundê Yogûrtçû yê li Pirsûsê, ji aliyê Tabûra 5’mîn a Komando a di avahiya Karê Avê yê Dewletê de bicihbûyî ve hate rawestandin û binçavkirin. Malbata Mûstafa, roja ewil dema ji jê agahî nestendin li her derê lê geriyan. Gundiyê ku bi navê R.Y. ev agahî dan dayika Mûstafa Ayşe Saygi ‘Ez û Î.Ş. dema ji navçeyê vedigeriyan li ser rêya gundê Yogûrtçû leşkeran em rawestandin. Di heman demê de Mûstafa jî hatibû rawestandin. Li nasnameya me nihirîn û me berdan lê Mûstafa bernedan.’ Ji bilî vê du gundiyên li ber pez ji hevjîna Mûstafa Dûrsûn Saygî re gotine ku wan dîtiye ku leşkeran Mûstafa birine qerekola gundê Yogûrtçû.”
 
BINÇAVKIRINA WÎ HATE ÎNKARKIRIN
 
Jiyan Kaya, diyar kir ku dema malbata Mûstafa çûne qereqola gundê Yogûrtçû, qereqolê ji wan re gotiye ku Mûstafa Saygî li qaraqola navçeyê ye û lêpirsîna wî didome û Jiyan Kayayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema Mûstafa venegeriya malê, malbatê li Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê gilî kirin. Dozgerî, li ser daxwaznameyê rewşa Mûstafa ji Fermandariya Bajêr a Navendî dipirse. Fermandariya Bajêr a Navendî jî radigîne ku Mûstafa ne di bin çav de ye.”
 
JI DMME’Ê BIRAYARA ÎHLALÊ
 
Jiyan Kaya, destnîşan kir ku hemû hewldanên malbatê bêencam man û got, "Di Kanûna 2009’an de, motorsîkleteke rizî û parçeyên hestiyan li mezraya Akdogan a gundê Bîlgîn ê li Pirsûsê ji aliyê defînegeran ve hate dîtin. Ev hestî radestî dozgeriyê hatin kirin. Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê îdia kir ku hestî yên ajalan in. Ji ber vê sedemê, dozgeriyê di 7’ê Nîsana 2010’an de biryara “hewcedarî bi lêpirsînê nehatiye dîtin” da. Malbatê, ku nekarî ji çareseriyên hiqûqî yên navxweyî encam bigire, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Di sala 2015’an de, DMME’yê biryar da ku Tirkiyeyê xala 2’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ku mafê jiyanê rêk dixe, îhlal kiriye."
 
‘EM Ê HER LI DÛ EDALETÊ BIN’
 
Jiyan Kayayê gotina xwe wiha bi dawî kir: “Li ser windakirina Mûstafa de 31 sal derbas bû. Ji bo malbata Saygi dem rawestiya ye lê dewlet bi hinceta demborînê ve lêgerîna wan a ji bo edaletê paşguh dike. Çen sal derbas bibe jî em ê dîsa ji bo Mûstafa Saygi û hemû windahiyên xwe dev ji lêgerîna edaletê bernedin.”
 
Çalakî, bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasaray ve bi dawî bû. 
 

Sernavên din

15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
09:03 Hesendînî: Em xwedî li xwezaya xwe derkevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
29/07/2025
21:38 Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin
21:18 Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan
20:39 Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
17:00 Li Îdîrê jinan pêvajo gotûbêj kir
16:50 Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê
16:44 Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin
16:32 Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’
16:21 ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand
16:20 Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê
16:07 Karneya ÎHÎK’ê ya girtîgehan: Ji bo 21 hezar û 642 serlênanên binpêkirinê 153 serdan kirî
15:06 Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hate ziyaretkirin
13:42 Rojnamevanan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê: Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî
13:18 Ji ber ‘lêgerînê’ tedawiya girtiyekî hate astengkirin
12:11 Têkildarî astengiyên tehliyeyê ji bo 4 saziyan serlêdan hate kirin
12:03 Baroya Amedê: Divê parvekirinên ku aştiya civakî tehdîd dikin cidî neyên girtin
11:36 Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
11:27 Li Rezanê polîs tundî li ciwanekî kir
11:18 Ji bo zarok û mezinan perwerdehiya ziman destpê dike
11:15 Li Girtîgeha Merîwanê tundiya li ser girtiyan zêde bûye
11:09 Li Mêrdînê welatî bêav hatin hiştin
11:08 Ji ber nelirêtî û gendeliyên di dema qeyûm de: 25 kes hatin cezakirin
10:49 Polîsê ku zarokê 7 salî kuşt dê neyê darizandin
10:25 Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê sixtekarî!
09:55 Îkbal Eren: Em gorên xizmên xwe û cezakirina kiryaran dixwazin
09:50 Dîmen karkerên HepsiJET'ê piştrast kirin
09:43 Pirsa ku tehliyeyê dereng dixe: Eger PKK bi avabûneke nû dewam bike, hûn ê tevlî bibin?
09:13 Rojnamevan Abayay tê bibîranîn: Peyrewên wî lêgerîna heqîqetê didomînin
09:12 'Gavên yekalî pirsgirêka ewlehiyê kûrtir dikin'
09:11 Jakob Migenda: Têkoşîna Ocalan nîşaneya azadiya gelan e
09:06 Înîsyatîfa Yekîtiyê: Dive her kes beşdarî Înîsyatîfa Yekîtiyê bibe
09:03 Li Cizîrê ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2025'AN
28/07/2025
21:21 Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne
12:00 100 jinên enternasyonalîst: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
11:29 Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin
11:03 Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin
10:56 Hejmara nû ya Xwebûnê der ket
10:42 Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê înfaza 2 girtiyan hate şewitandin
10:35 Beşdarên Konferansa Yekitiya Neteweyî: Em ê bi yekitiyê ve bi ser bikevin
10:30 Çima civîna Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin?
10:05 ‘Lijneyên çavdêriyê hêviya çareseriyê hedef digirin’
10:02 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
09:21 Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin
09:09 Di Mihrîcana Munzûrê de nêrîna hevpar: Li dijî talanê têkoşîna hevpar
09:05 Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
27/07/2025
16:29 'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
16:05 Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş
16:01 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin
15:33 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin
15:18 Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir
14:35 SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra
14:16 Hevserokê DBP'ê Bayindir: Kurd nêzî bidestxistina statuyê ne
13:39 Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn
13:06 Encamnameya Konferansa Yekitiya Neteweyî: Dem dema bi hev re qezenckirinê ye
12:31 Hêzên Îranê kolberek kuştin
12:28 Li Nîjeryayê qezaya keştiyê: 25 mirî, bi dehan kes winda ne
12:28 Hejmara 126'an a Kovara Jin der çû
11:08 Macron: Em bi Erdogan têkildarî Xezayê axivîn
11:02 Şewata li Licê ket bin kontrolê
10:41 Polîtîkaya windakirinên li hemberî Belûciyan dewam dike
10:23 Li dijî sansur û astengkirinê platforma hevpar
10:20 Ji AFAD'ê têkildarî şewata daristanan daxuyanî