Îdiaya ku malzemeyên tibbî yên li nexweşxaneya dewletê hatine dizîn

  • rojane
  • 10:31 22 Hezîran 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bi kamyonan melzemeyên tibbî hatine dizîn. Hat diyarknirin ku wezaretê mifetîş peywirdar kiriye û rêveberiya nexweşxaneyê jî ev îdiaye bêbersiv hişt.  

Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîr a Şirnexê niha bi derman û malzemeyên tibbî yên winda bûn re di rojevê de ye. Li gorî îdiayan; gelek kamyonên malzemeyên tibbî û derman, bi awayekî neqeydkirî ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Piştî ku ev rewşa rê li ber xizmetên tedawiyê yên nexweşxaneyê girtî hatî bihîstin, der heqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin. Ji windabûna malzemeyên tibbî û dermanan, rêveberiya nexweşxaneyê û hinek xebatkarên tenduristiyê berpirsyar tên girtin. 
 
WEZARETÊ LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN
 
Hat zanîn ku Wezareta Tenduristiyê di meha Nîsanê de têkildarî bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin û mifetîşek peywirdar kiriye. Têkildarî lêpirsînê û berfirehiya wê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Aqûbeta malzemeyên winda jî nayê zanîn. Hat îdiakirin ku di çarçoveya lêpirsînê de 2 kesên li dermanxaneya nexwşxaneyê dixebitîn, ji kar hatine avêtin. 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez têkildarî mijarê, bi daxwaza ku Wezîrê Tendurisityê Kemal Memîşoglû bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. Di pêşnûmepirsê de mixdara malzemeyên winda bûn, bihayê wan, rewşa lêpirsînê û berpirsyaran de agahî xwest. 
 
ÎDIA DI ROJEVA MECLISÊ DE YE
 
Di pêşnûmeyê de wiha hate gotin: “Malzemeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê winda bûn, li herêma ku mercên xizmetên tenduristiyê lê zehmet in, rê li ber krîzeke mezin vedike. Divê kesên bi tenduristiya gel dilîzin teqez hesabê bidin.” 
 
Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin kirin: 
 
“* Gelo agahiya diziya malzemeyên tibbî û dermanan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê rast e? 
 
* Wezaretê der heqê bûyerê de teftîş, venêrîn û lêpirsîn daye destpêkirin? Heke hatibe destpêkirin, aqûbeta wê çi ye? 
 
* Têkildarî îdiaya nelirêtiyê, ji rêveberiya nexweşxaneyê û xebatkaran tu kes ji peywirê hatine dûrxistin an jî avêtin an na? Peywira van kesan çi ye? 
 
* Gelo mifetîşan xwe gihandine dîmenên dizîna malzemeyên tibbî û dermanan? Dîmen dayineemniyetê yan na? 
 
* Piştî ev bûyera nelirêtiyê derketî holê, gelo wezareta we ji bo were zanîn ka li tevahiya saziyên tenduristiyê yên Şirnexê bûyerên wiha çêbûne yan na, tu lêpirsîn daye destpêkirin? 
 
* Di nava 5 salên dawî de li Şirnex û navçeyên wê ji ber nelirêtî, bêusûlî yan jî avêtina pereyan a ser hesaba xwe, çend lêpirsînên îdarî û edlî hatine destpêkirin? Encama wan lêpirsînan çi ye? 
 
* Tê îdakirin ku tevî dermanê 'Actilyse' di qeydên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de heye jî bi awayekî fiîlî nehatiye stoqkirin û ev derman ji dermanxaneyên Iraqê re hatiye firotin û ji ber vê rewşê kesên xwîn çûye ser mejiyê wan û yên bi giliya krîza dil hatin nexweşxaneyê, sewqî nexweşxaneyên cuda hatine kirin. Gelo ev îdiaye rast e? 
 
* Zirara madî ya vê nelirêtiyê çiqas e? Gelo dermanên hatine dizîn hene yan na û ji ber nebûna dermanan nexweşên mexdûr bûne hene? 
 
* Gelo kesên bandora xwe ya siyasî bi kar tînin û hewl didin bandorê li pêvajoya lêpirsînê bikin hene? "
 
RÊVEBERIYA NEXWEŞXANEYÊ BERSIV NEDA 
 
Rêveberiya nexweşxaneyê têkildarî mijarê heta niha jî tu daxuyanî nedaye. Têkildarî mijarê em li Sekreteriya Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê geriyan û gotin ku midûr amade nîne û ew ê têkildarî îdiayan li me vegerin. Lêbelê di vê mijarê de li me venegeriyan. 
 
Piştî ku li me venegeriyayîn, em careke din li sekreteryayê geriyan. Ji me re gotin ku midûr li Enqereyê ye û hate îdiakirin ku ji bilî midûr tu kes di vê mijarê de xwedî agahî nîne. 
 
Sekreteryaya Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jî telefona me arasteyî serhekîmtiyê kir. Lêbelê serhekîmtiyê bersiva telefonê neda. 
 
 
 

Sernavên din

15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Di serdegirtinên li Stenbolê de 11 jin hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin