AMED - DEM Partî dê di 29’ê Hezîranê de li Amedê konferansa “Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok” li dar bixe. Hevberdevka Komîsyona Zarokan Bêrîtan Guneş Altin, diyar kir ku di avakirina civaka demokratîk de hedef wan ew e ku saziyên zarokan bibin kirde.
Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 29’ê Hezîranê de li Amedê konferansa “Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok” li dar bixe. Konferans, dê li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bê lidarxistin. Di konferansê de dê mijarên “Şahidiya di pêvajoyên şer û pevçûnan de”, “Bandora şer û pevçûnan al i ser zarokan” û “Di avakirina aştiyê de zarok” forumek bê lidarxistin. Beriya konferansê jî dê serdana saziyên xebatên têkildarî zarokan dimeşînin bê kirin û tê armanckirin ku di konferansê de nexşerêyek were amadekirin.
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin têkildarî konferansê agahî da û got ku konferansa wan armanc dike ku xwe ji bo serdema nû amade bike. Bêrîtan Guneş Altin, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku nîqaş bikin bê di pêvajoya aştî û çareseriyê ya piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî de pêdivî, tecrubeyên zarokan çi bin û çawa bin. Bêrîtan Guneş Altin, destnîşan kir ku yek mexdûrên herî mezin ên şer zarok in û got: “Û mixabin zarok piranî vê bi bêdengiyê dijîn. Lewma jî em ê di beşa ewil a konferansa xwe de cih bidin şahidiyan. Em dixwazin hem tecrubeyên şer hem jî yên aştiyê bînin gel hev.”
Bêrîtan Guneş Altin, daxuyand ku di rûniştina duyemîn de ew ê li tecrubeyên ode, sazî û rêxistinên civaka sivîl ên bi zarokên bûne şahidên şer re eleqedar dibin guhdar bikin û wiha pê de çû: “Di beşa sêyemîn de jî dê tecrubeyên cîhanê yên têkildarî aştiyê û di şexsê Rojava de rewşa zarokan were destgirtin.”
'EM HEWL DIDIN ZEMÎNEKE HEVPAR AVA BIKIN’
Bêrîtan Guneş Altin, daxuyand ku beriya konferansê dê bi saziyên zarokan re hevdîtinê bikin û wiha derbirî: “Di vê mijarê de Amed bihêz e. Nêzî 16-17 saziyên zarokan hene. Bi taybet jî di dema qedexeya derketina kolanan de van saziyan xebat meşandin. Em dixwazin di vê pê vê pêvajoyê de pirsgirêkên zarokan bi aqilekî hevpar wer tespîtkirin. Em hewl didin ji bo demên pêş jî zemîneke hevpar ava bikin. Em bang li tevahiya gele xwe û saziyên zarokan dikin ku tev li konferansê bibin.”
'BI AQILÊ HEVPAR DÊ BIBIN KIRDE’
Bêrîtan Guneş Altin, got ku dê di beşa forumê de jî dê ji bo avakirina zemînên xeta têkoşîna hevpar jî nîqaşan bikin û wiha pê de çû: “Hedefa me ew e ku ev saziyên ji bo aştiyê tên gel hev, di avakirina civaka demokratîk de, bi aqilekî hevpar ê saziyên xweser ên zarokan bibin kirde.”
'AŞTIYA BÊYÎ ZAROKAN NABE’
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê Neclsa Korkmaz jî got ku di pêvajoyên şer de piranî zarok weke kirde nayên qebûlkirin û axaftina xw wiha qedand: “Heta îdeolojiya serdest, zarokan tene weke kesên bêîrade yên divê li gorî îdeolojiya serdest teşe bên dayin, tên qebûlkirin. Em jî li dijî vê derdikevin. Ji bo civakîbûn û mayîndebûna aştiyê, divê hemû derdorên civakê bên gel hev, di nava xebatan de cih bigirin. Ji sedî 33’yê nifûsa cîhanê zarok in Aştiyeke dengê zarokan tê de nebe, aştiyeke bêyî zarokan nabe. Lewma me girîngî da vê konferansê.”
MA / Bêrîvan Altan