Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve

  • rojane
  • 09:01 29 Hezîran 2025
  • |
img

STENBOL - Prof. Dr. Sevtap Yokuş diyar kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêvajoyeke girîng e û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê garantiyên qanûnî divê û wiha got: "Zêdebûna hêviyan bi hewldanên me ve girêdayî ye."

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de hat kirin, nîqaş dewam dikin. Piştî bangê PKK'ê agirbest îlan kir û diyar kir ku wê xebatên xwe bisekinînin. Li gel banga Abdullah Ocalan û gavên ku PKK'ê avêtine jî, hikûmet û dewletê heta niha tu gaveke şênber neavêtine.
 
Di vê çarçoveyê de Abdullah Ocalan pêşniyar kir ku komîsyonek bê avakirin û xwest nîqaş û muzakere li Meclisê bên kirin. Piştre Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî jî xwest ku li Meclisê komîsyonek bê avakirin. Di vê serdemê de Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo avakirina komîsyonê hem bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş, hem jî bi partiyên desthilatdar û mûxalîf re hevdîtin kir.
 
 
Prof. Dr. Sevtap Yokuş ku li Zanîngeha Altinbaş a Stenbolê di Beşa Hiqûqê ya Destûra Bingehîn de dersê dide, der barê çareseriya destûra bingehîn a pirsgirêka Kurd de nirxandin kir.
 
‘GARANTIYA HIQÛQÎ ŞERT E’
 
Sevtap Yûkûş bal kişand ser girîngiya garantiyên qanûnî yên di vê qonaxa pêvajoyê de destnîşan kir ku divê biryara PKK'ê ya ji bo qedandina têkoşîna çekdarî ya di Kongreya 12’emîn de bi biryarên qanûnî 'tacîdar' bibe. Sevtap Yûkûş got, "Ya herî girîng garantiya destûra bingehîn e, lê belê destûra bingehîn dibe ku di vê dema parçebûn û dijberiyê de li Tirkiyeyê qadeke ku hîn bêhtir hişyariyê dixwaze. Beriya wê, bi rêya qanûnan avêtina gavan dikare pir hêsantir be. Lê belê ji bo ev pêvajo biqede divê hin rêziknameyên qanûnî bên çêkirin û qanûnên heyî jî bên zêdekirin. Weke pisporekî hiqûqê dibêjim ku ev rewşa heyî wê têrê neke. Pêwîste ji bo vê yekê garantîyeke qanûnî bê dayîn. Rêya herî hêsan a vê yekê jî ew e ku bi rêya qanûnan pêvajoyê mayînde bike.”
 
‘PEYWIR DIKEVE SER MILÊ MECLISÊ’
 
Sevtap Yokûş diyar kir ku pêvajo tenê bi rêyên hiqûqî dikare bê ewlekirin û got ku divê di Qanûna Înfazê û Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) de guhertin bên kirin. Sevtap Yokûş destnîşan kir ku divê ji bo kesên li vê herêmê dixebitin şertên garantîkirinê bên avakirin û bi rêziknameyên cuda pêşketin çêbibe û di heman demê de li aliyekî bi bikaranîna gotina "dê teror biqede" li aliyê din hebûna TMK'ê ve pêşketin zehmet e. Sevtap Yokûş da zanîn ku di mijara TMK'ê de berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê meclise û wiha got: "Ji xwe gelek hukmên di hukmê qanûna ceza de hene. Dibe ku hin rêzikên din jî hebin. Bêguman ev yek zêdetir li ser teknîka qanûndanînê ye. Lê divê ev qanûn di ber çavan re bên derbaskirin. Pêwîst e rêziknameyên ku di serdema nû de meseleyan tevlihev dike, ji holê bên rakirin."
 
DEMA DEMOKRATÎKBÛNÊ YE
 
Sevtap Yokûş axaftina xwe wiha domand: "Eger meclis gelekî baş bixebite, wê di rastiyê de bingeheke gelekî baş ji bo pêvajoyê hebe. Naxwe wê bi ser nekeve. Ev serdemeke gelekî hêja ye ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê. Ji bo ku dewleta hiqûqê were mîsogerkirin qadek hate vekirin. Divê ev pir baş bê nirxandin. Ji bo bilindkirina daxwazên demokratîk hem ji aliyê hikûmetê hem ji aliyê mûxalefetê hem jî ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ve pêvajoyeke gelekî girîng e."
 
Sevtap Yokûş li ser banga avakirina komîsyonekê li meclisê diyar kir ku Tirkiye di vê mijarê de xwedî tecrûbe ye, pêvajoya diyalogê ya berê bi bîr xist û wiha got: "Dema ku hemû partiyên siyasî li ser destûra bingehîn a nû dixebitin û li meclisê komîsyona lihevkirinê ya destûra bingehîn hate avakirin, civaka sivîl jî li ser nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû ku pêvajoya çareseriyê hedef digire, sekinî. Tirkiye di vî warî de xwedî tecrûbeyekê ye û divê ev kombûn bi awayekî aktîf bê bikaranîn. Di serdema nû de hem ji bo civaka sivîl û hem jî ji bo siyasetê wê sûdewar be ku ji nû ve li hevkirina berê bigerin û bi aliyên xwe yên erênî nûjen bikin. Heta ku ev hemû bi îro ra têkildar bin, dê pêvajo pir hêsantir bibe. Ji ber ku, berevajî beriya niha em îro gihaştine qonaxeke diyar û ji bo bêçekbûyînê gaveke girîng hatiye avêtin. Ya ku divê niha were kirin, temamkirina vê gavê bi qanûnan, hewldanên civakî yên sivîl û tedbîrên demokratîk e."
 
‘JI BO HÊVIYAN HEWLDAN DIVÊ’
 
Sevtap Yokûş ku bal kişand ser girîngiya destûra bingehîn û got, "Pêşgotina destûra bingehîn hînê xwedî cewhereke gelekî îdeolojîk e û Kurdan li derve digire. Divê veguhere destûreke bingehîn a berfireh. Dibe ku di destpêkê de bi muxalefet û beşên din ên civakê re li ser prensîbên bingehîn bigihêjin têgihiştinekê û li gorî wan rêgezan dest bi rêyeke destûrî ya nû bikin. Divê em nîqaş bikin û vebêjin. Ji ber ku vê carê berevajî berê, di mijara civakîbûnê de zehmetî û pirsgirêkên me hene. Ji ber tecrubeyên berê her kes di astekê de bêewlehî heye. Guman pir in. Ji bo van hemû gumanan ji holê rakin, hêviyê mezin bikin û pêvajoyê ber bi alîyekî erênîtir ve bibin. Zêdebûna hêviyan bi hewldanên me ve girêdayî ye.
 
MA / Yeşîm Tukel
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’