Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!

  • rojane
  • 09:59 29 Hezîran 2025
  • |
img

AMED – Dadgeha Destûra Bingehîn di serlêdana li ser mirina Rozerîn Çûkûr a di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de bi çekê hat qetilkirin de biryar da ku 'mafê jiyanê nehatiye binpêkirin' û parêzeran serî li DMME’yê dan.

Pêvajoya dadgeriyê ya der barê Rozerîn Çûkûr a 17 salî ku di 8’ê Çileya 2016’an de di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amedê de hatibû gulebarankirin û piştî bi mehan cenazeyê wê radestî malbata wê hatibû kirin, dewam dike. Di dosyaya lêpirsînê de hat îdîakirin ku Rozerîn Çûkûr "endama rêxistinê ye" û biryara "ji bo darizandinê ti hincet nîne" hat dayîn û îtirazên hatin kirin jî hatin redkirin.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di 18’ê Mijdara 2020’an de bi hinceta 'binpêkirina mafê jiyanê' serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê bi îddîaya ku Rozerîn Çûkûr 'endama rêxistinê ye' bi israr got ku 'mafê jiyanê nehatiye binpêkirin.
 
Di dema ku tê îdîakirin Rozerîn Çûkûr di pevçûna bi polîsan re jiyana xwe ji dest daye, ti delîlên di derbarê pevçûnê de cih negirtin. Di biryarê de hat diyarkirin ku Rozerîn Çûkûr di xala 17’emîn a Destûra Bingehîn de bi şertê parastina rewa hatiye kuştin.
 
LI GORÎ AYM’Ê QANÛNÎ YE!
 
Dadgeha Destûra Bingehîn îdia kir lêpirsîneke bi bandor hatiye meşandin jî got, "Tespîta wezîfedarên tevlî pevçûnan bûne û negirtina îfadeyên wan, weke pêvajoya berhevkirina delîlên mecbûrî û kêrhatî nehatiye nirxandin ku divê di warê armanca pêkanîna bi mecbûriyeta lêpirsîneke bi bandor de pêk were. Dema ku îdiayên binpêkirina mafê jiyanê di rehenda xwe ya madî de lêkolîn dikir, delîlên di dosyaya serlêdanê de nîşan didin ku Rozerîn Çûkûr ji bo ku serhildanê biçewisîne û pêşî li êrîşên çekdarî bigire di şertên xweparastinê de hatiye kuştin. Li gorî van encaman û encama ku di lêpirsînê de gihîştiye heman encamê, delîlên hatine berhevkirin rastiya madî ya bûyerê derxistine holê; nîşan da ku bikaranîna hêzê bi temamî pêwîst e û di wateya xala 17’emîn a Destûra Bingehîn de rêjeyî ye. "
 
‘EWLEHÎ ESAS HAT GIRTIN’
 
Parêzerê dozê Abdullah Zeytûn têkildarî mijarê wiha axivî: "Dadgeha Destûra Bingehîn xwe dispêre îdiayên dewletê û tesîsa ewlekariyê. Li gorî texmîna ku Rozerîn endamê rêxistinê ye, dadgehê biryar da ku di bûyerê de bikaranîna hêzê 'ji bo bidestxistina armanceke meşrû' 'teqez pêwîst û rêjeyî ye'. Ez vê biryarê paralelî helwesta Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser qedexeyên derketina derve dibînim."
 
Zeytun diyar kir ku di dema qedexeyan de qanûn hatiye sekinandin û wiha got: "Rozerîn Çûkûr weke Kurdekî di nava vê rastiyê de hat qetilkirin. Tu delîlên zelal tune ne ku ciwanekî 17 salî yê di unîformaya dibistanê de li hemberî pêkanînên hiqûqê tehdîdeke kujer e, di heman demê de li ser esasê texmînan pîvanên hiqûqî yên bingehîn tên nirxandin. Ev yek jî vegotina dewletê piştrast dike. Nîşan dide ku Dadgeha Destûra Bingehîn pêşî li polîtîkaya ewlekariyê û perspektîfa parastina mafê jiyanê digire."
 
Zeytun anî ziman ku di biryara AYM'ê de gotina 'ew di encama nirxandina ku dê kiryarên xwe yên çekdarî bidomîne de hatiye kuştin' tespîteke pirsyariyê ye û got, "Bikaranîna hêza kujer li ser texmîna ku dê di pêşerojê de sûc berdewam bike bi awayekî aşkera tê wateya înfaza bê daraz. Lêbelê, li vir li ser bingeha texmîn an pêşniyazên ku Rozerîn dê teslîm nebe û dê çalakiyên xwe bidomîne, tê nîqaş kirin. Bingeha vê pêşdîtinê çi ye? Rozerîn bi çeka di destê xwe de hate girtin, dengê çekan dewam dikir, ya jî tenê hewl dida bireve? Bersiva van pirsan tune ye. Bi tenê li gorî texmîna mirovan dawîanîna li jiyana mirovan mafdar bê girtin, li dijî prensîbên bingehîn ên hiqûqê ye. "
 
‘DELÎLÊN ŞÊNBER NÎN IN’
 
Parêzer û yek ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yakûp Gûven diyar kir ku Rozerîn Çûkûr nikare weke 'endama rêxistinê' bê dîtin û eger hebe jî qanûnên ku polîs û leşker berpirsin hene. Guven wiha axivî: "Eger bê îdîakirin ku sûcek hatiye kirin jî, binpêkirina mafê jiyanê rêbazeke ku divê serî lê bê dayîn nîne. Me got ku pêwîst e em diyar bikin ku polîs di dema ku zarok jiyana xwe ji dest dide de ji bo encameke çawa bi dest bixe û zarok wê demê çawa tehdîdeke çawa çêkiriye. Ti delîleke şênber a vê yekê nîne. Em daxuyaniyên saziyên hiqûqê rast nabînin.”
 
Guven li ser îdiayên Rozerîn Çûkûr bi polîsan re ketiye pevçûnê wiha got: "Ger ku emniyet xwedî nêrînek wisa be, divê di vê mijarê de raporek hebe. Divê bêje, 'Di vê dîrokê de, di vê demê de şexsan êrîşeke şênber li dijî me kirin'. Em dibînin ku di dosyaya dozê de raporeke bi vî rengî nîne." 
 
Gûven diyar kir ku lêpirsîn bi bandor nehatiye meşandin û got, "Di rewşeke li ser binpêkirina mafê jiyanê de, divê daneyên li ser kêliya mirina zarok, dîrok û demê hebin. Divê hemû şahid, delîlên sûc, daxuyanî û danezan hemû di dosyayê de cih bigirin. Ti ji van qonaxan di dosya lêpirsînê de nîne. Îfadeya gumanbar nehatiye girtin û di dosyayê de gumanbarek nîne."
 
 SERLÊDANA DMME’YÊ
 
Guven anî ziman ku wan doz li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) vekirine û wiha berdewam kir: "Polîtîkaya bêcezahiştinê bi salan e bûye wek bela serê vî gelî. Gazin bi tenê mezintir bûne. Em îlan dikin ku divê ev sîstem bê aşkerakirin û divê ti carî ji nû ve li dîrokê neyê dîtin. Em ê di vê rêyê de têkoşîna xwe bidomînin."
 
MA / Rukiye Payîz Adiguzel 
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’