Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe

  • rojane
  • 12:22 29 Hezîran 2025
  • |

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku neviyên Şêx Seîd têkoşîna wî didomînin û hemû dinya niha li ser têkoşîna Kurdan daxive û got: “Birêz Ocalan xwedî li îradeya çareseriyê derket û em ê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ava bikin.

Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) li eywaneke daetan a li Amedê bi dirûşma “Aştî û Civaka Demokratîk”, 4’emîn Kongreya Asayî li dar dixe. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, hevşaredar, parlamenter û nûnerên gelek sazî û dezgehan tev li bûn. 
 
Li eywana kongreyê pankarta “Em ê bi perspektîfa ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi ser kevin” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin daliqandin. Kongre, bi rêzgirtinê dest pê kir û gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. 
 
‘ŞEHÎDÊN ME RÛMETA ME NE’ 
 
Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç piştî hilbijartina dîwanê axivî û got ku MEBYA-DER parçeyek girîng a têkoşînê ye û ev tişt anî ziman: “Ji bo mezinbûna vê têkoşînê, dê MEBYA-DER hêj xurtir xebatan bimeşîne.” 
 
Piştre jî Serokê Komeleya Şêx Seîd û neviyê Şêx Seîd Kasim Firat axivî û got ku gelê Kurd îro bi hev re şehîdên xwe bi bîr tîne. Firat, wiha got: “Şehîdên me, rûmeta me ne. Em ê rêya wan bidomînin.” 
 
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ
 
Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat jî wiha got: “Tenê yek daxwaza malbatên me ji me heye; ew jî ew e ku em nirxên xwe ji bîr nekin, xwedî li têkoşîna wan derkevin. Ji bo ev sedsal bibe sedsala Kurdan divê em yekitî û têkoşîna xwe xurt bikn.” Dayika Aştiyê Nezahet Teke jî wiha got: “Heke em îro qala pêvajoyekê bikin; divê dewlet jî li gorî vê gav biavêje. Li rexekî êriş li rexa din aştî nabe. Em bang li Erdogan û Bahçelî dikin; bi destê birêz Ocalan bigirin û tiştên pêwîst bikin. Em dayikên aştiyê dixwazin li vir in. Dayik êdî li ser vê xakê êşê naxwazin.” 
 
ŞÊX SEÎD Û HEVALÊN WÎ BI BÎR ANΠ
 
Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, wiha got: “MEBYA-DER ne tenê komele û saziyek e. Tevgereke wijdanî ye. Ji ber ku ev komele komeleya deh hezaran malbatên şehîdan û komeleya tevgera gelê kurd e.”
 
Keskîn Bayindir, bal kişand ser 100’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî û wiha domand: “Salvegera darvekirina Şêx Seîdê Kal e. Salvegera darvekirina rêber û pêşengê gelê Kurd e. Em bejna xwe li ber hemû şehîd û cangoriyên xwe ditewînin. Dema Şêx Seîd çû ber sêdarê got; ‘Divê neviyê min bi min serbilind bin û bila me rûreş nekin.’ Em îro li vir dibêjin bi deh hezaran neviyên te li vir in û hûn rûreş nekirine. Dîroka Kurd û Kurdistanê ya bi sed salan her tim bi kuştin û qirkirinê derbas bûye. Li ser her bihosta axa Kurdistanê zilm hatiye kirin. Li aliyekî zilm û zordarî heye. Lê li aliyê din ku em pê serbilind û serfiraz in, li ser bihosta vê axê têkoşîn û berxwedan jî heye. Ji serê çiyayê Kurdistanê heta zindanan li ser her bihostê têkoşîn û berxwedan heye. Vê têkoşîn û berxwedanê îro pêvajoyek da destpêkirin. Ne ku ev dewlet dostê me bû ku ev pêvajo dan destpêkirin. Ev pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan wekî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi nav dike, bi têkoşîna gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê pêş ketiye. Bi sekn û têkoşîna rêberê rêberan rêzdar Ocalan pêş ketiye. Ji darvekirina Şêx Seîd heta niha gotin em ê Kurdan tune bikin, lê ji ber berxwedana Kurdan êdî tu rê ji wan re nema.”
 
‘HEMÛ DINYA LI SER TÊKOŞÎNA KURDAN DIAXIVE’ 
 
Keskîn Bayindir, anî ziman ku divê ew heqîqeta têkoşîna gelê Kurd û rêberê xwe bibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her santîma Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedanê hatiye bi destxistin. Li çar aliyê cîhanê îro qala Kurdan û statuya Kurdan dikin. Ev nîşan dide ku Kurd êdî bi rêber û têkoşîna xwe hêzeke cîhanî ne. Ev hêz dê bigihije armanca xwe, armanca me azadî ye. Armanca me statuya Kurdistanê ye.”
 
‘TÊKOŞÎN DÊ HETA AZADIYÊ BIDOME’ 
 
Keskîn Bayindir, da zanîn ku ji bo statuya xwe bi dest bixin jî pêdivî bi rêxistinkirin, yekitî, hezkirinê heye û axaftina xwe wiha qedand: “Rêber Abdullah Ocalan di 2013’an de bang li pêşengên Kurdan, partiyên Kurdan kir û xwest di bin sîwanekê de bibin yek. Xwest di bin sîwana Kongreya Kurdistanê de hemû hêzên Kurdistanê bibin yek û parastina gelê Kurdistanê bikin. Xwest parastina hiqûq û dîplomasiyê pêş bixin. Hêzên xêrnexwaz bûn asteng. Îro 12 sal şûnde dîsa ev derfet li pêşberî me ye. Îro dîsa birêz Ocalan banga Kongreya Neteweya Kurdistanê dike. Em jî li vir bang li hemû sazî û rêxistinên çar aliyê Kurdistanê dikin. Em dibêjin deng bidin dengê birêz Ocalan. Ev mesele meseleya pêşeroja gelê Kurd e. Ji ber ku li çar aliyê Kurdistanê şer e. Kurd bi parçebûnê nikarin xwe biparêzin. Lê hêza me li çar aliyê Kurdistanê heye. Divê gelê xwe di bin sîwana Kongreya Kurdistanê diparêzin. Statuya xwe mîsoger bikin. Ev li me ferz e. Ji bo wê divê em bixebitin.”
 
HEVSEROK HATIN HILBIJARTIN
 
Piştî axaftinan, sînevîzyonek hate pêşandan. Rapora darayî û xebatan jî hate xwendin û piştre bi yek lîsteyê hilbijartin hate kirin. Gurbet Sevîktek Ari û Ramazan Dengîz weke hevserokên nû yên MEBYA-DER’ê hatin hilbijartin. 
 
 
 
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’