NAVENDA NÛÇEYAN - Şewatên li Antalya, Mersîn û Osmaniyeyê hater kontolkirin. Di şewatê de jîngeh û baxçeyên fêkiyan zirar dîtîn.
Di şewatên Antalya, Mêrsîn û Osmaniyeyê de baxçeyên darzeytûn û fêkiyan û daristanê zirar dîtîn. Bi mudaxileya komên agirkujê ve şewat li hinek deveran hate kontrolkirin, li hinek cihan jî xebatên tefandinê didomin.
ANTALYA
Şewata ku li taxa Beyobasi ya girêdayî navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê derketibû bi bandora bayê ve di demeke nêzik de mezin bû. Ji ber gurbûna agir malek hate valakirin. Di şewatê de baxçeyê zeytûnan û avakado zirar dît. Li herêmê xebatên tefandinê didomin.
MÊRSÎN
Şewata ku li daristana Esenpinar a girêdayî navçeya Erdemlî ya Mersînê derket, bi mudaxileya komên agirkujê ve hate kontrolkirin. Di şewatê de 1.5 donim daristanê zirar dît, piştî tefandina şewatê li qadê xebatên hênikkirinê tên kirin.
OSMANIYE
Li bajarokê Mehmetlî ya girêdayî navçeya Sûmbas a Osmaniyeyê ji ber sedemên nediyar şewat bi daristanê ket. Şewata ku ji bandora bayê ve li herêmê belav bû, bi agahdarkirina welatiyan ve mudaxile lê hate kirin. Şewata ku hate kontrolkirin, zirar da 5 donimên daristanê.