NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Gemlîkê bi pileya 3.9’ê erdhej çêbû.
AFAD’ê ragihand ku li navçeya Gemlîkê ya Bursayê bi pileya 3.9’ê erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej 9,82 km’an di bin erdê de çêbûye. Ji ber erdhejê, bajarên li derdorê jî hejiyan.