AMED - DAD’ê bi boneya 32’yemîn salvegera Komkujiya Madimakê daxuyanî da, kesên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî û banga avakirina “Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê” kir.
Komeleya Elewiyên Demokrat (DAD), bi munasebeta 32’yemîn Salvegera Komkujiya Madimakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Madimak Kerbela ya hevçerx e û ev tişt hate gotin: “Dema em qetlîmanên Sûriyeyê dinêrin, em dibînin ku hişmendiyeke neheq her tim li ser Elewiyan Kerbelayek tê ferzkirin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku nabe Komkujiya Madimakê bi rêya demborînê ser were girtin û wiha hate gotin: "Komkujiya Madimakê, bi plankirî, rêxistinkirî û bi eqlê dewletê rû da. Civaka me vê qetlîamê weke 'şewata mirovan bi demê re nabuhire' anî ziman. Ev qetlîam nîşaneya nefreta li dijî Elewiyan û baweriyên din e. Rastiyek e divê îro rûbirûbûn çêbe. Qetlîama li Otela Madimakê ne sûceke munferîd e, encama înkarkirina Elewiyan û baweriyên din û necezakirinê ye. Di 1921’an de Koçgirî, 1937-38’an de Dêrsim, 1978 Gumgum, 1980 Çorûm, 1995 Gazî û qetlîamên din rû dan.”
‘BANGA HEVRÛBÛNÊ'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rexmê bi ser komkujiyê re 32 sal derbas bûne jî lê hêj edalet pêk nehatiye û wiha domiya: "Hinek qetlîam bi bêcazakirinê hatine xelatkirin, hinek jê derxistine derveyê welat û hinek doz jî dane ber dem bihurînê. Divê kiryarên Komkujiya Madimakê bên darizandin. Divê ji bo Tirkiyeyeke demokratîk hevrûbûnek çêbibe. Hevrûbûna bi qetlîamê re berpirsiyariya li hemberî dahatûyê ye jî.”
BILA KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊN HEQÎQETÊ BÊ AVAKIRIN
Ji bo Komkujiya Madimakê û qetlîamên dîtir bê lêkolandin divê Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin. Ev destpêk dê ji bo çareseriya persgirêka Kurd û hemû çareseriyeke mayînde ava bike. Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê ji bo vê yekê divê bê avakirin.”