NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber dorpêça Iraqê ya li ser Kampa Mexmûrê, nexweş nikarin bên tedawîkrin û xwendekar jî çavkaniyan peyda nakin. Rayedarên kampê, banga rakirina ambargoyê kir.
Li Kampa Mexmûrê ya di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de zêdetirî 12 hezar kes dijîn. Ambargoya hikûmeta Iraqê ya li ser kampê bi sala ye berdewam dike. Ambargoya li ser kampê ji 10’ê Nîsanê ve hatiye girankirin.
Destûr nayê dayin şêniyên kampê nasnameyên xwe nû bikin, alav û amûrên înşaetê derbasî kampê bibin, derketina ji kampê hatiye bisînorkirin û ev yek rê li ber krîzên însanî vedike. Sedema herî girîng a domandina ambargoyê jî neçareserkirina aloziyên siyasî yên li herêmê tê nîşandan. Hikûmeta Iraqê, biisrar e ku kontrola kampê di destê wê de be û şênî û rêveberên kampê jî dibêjin ku ambargo rê li ber krîzên însanî vedike. Ji ber ambargoyê, di xizmetên tenduristiyê yên li kampê de di mijara derman û alavên tibbî de pirsgirêk tên jiyîn. Şêniyên kampê banga rêdayîna alîkariyên însanî kirin.
Hevberdevka Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê Nûran Sezgîn û Hevberdevka Komîteya Perwerdeyê Helîn Kara têkildarî pirsgirêkên ji ber ambargoyê li kampê rû didin axivîn.
HEZAR Û 50 NEXWEŞÊN KRONÎK HENE
Nûran Sezgînê anî ziman ku ji ber ambargoyê nexweşên penceşêrê nikarin tedawî bibin û vê rewşê kiriye ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Nûray Sezgînê, got: “Di 19’ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlêrê bûyerek çêbû û piştre kampa Mexmûrê dorpêç kirin. Ev dorpêç hêj didome. Weke ku ev bes neke, îcar ji 10’ê Nîsanê ve li ser kampê ambargo danîne. Ji vê rewşê herî zêde qada tenduristiyê bibandor bû. Di Cotmeha 2023’yan de anketek li kampê hate kirin. Armanca wê jî ew bû ku nexweşên kronîk û aliyê civak herî zêde zehmetiyê tê de dikişîne bên tespîtkirin. Li kampê hezar û 50 nexweşên kronîk hene. Piraniya wan nexweşên hîper tansiyonê, şekir, gurçik û bêhnkurtê ne. Her wiha 31 nexweşên penceşêrê hene. Ev kes di mijara tedawiyê de zehmetiyên mezin dikêşin. Di hatin û çûna nexweşxaneyan de zehmetiyan dikişînin. Tedawiya van kesan dest pê kiribû. Lêbelê piştî destpêkirina ambargoyê, tedawiya wan nîvco ma. Kesên jiyana xwe ji dest dan çêbûn. Ji ber ambargoyê, heta niha 10 pitikan jiyana xwe ji dest dane. Gelek jin ji ber çûn. Ev jî li pêş çavên hemû cîhanê çêbûn.”
PIRSGIRÊKA DERMAN Û TEDAWIYÊ
Nûran Sezgîn, got: “Di mijara peydakirina dermanan de em zehmetiyên cidî dijîn. Yên bi mafên mirovan re, parastvanên demokrasiyê û yên digotin bi gelên bindest re ne, yên Mexmûr weke qibleya têkoşîna xwe didîtin li dijî vê ambargoyê bertekeke xurt nîşan nedan. Ev ambargoya giran hêj didome. Em di nava ambargoyê de ambargoyê dijîn. Iraqê ambargo daniye ser kampê. Rayedarên kampê di 14’ê Gulanê de hatin binçavkirin. 37 roja girtî man. Lê ambargo hêj didome. Her kes ji vê mexdûriya gel berpirsyar e. Iraqê çav û guhên xwe girtiye. Hatin û çûn qedexe ne, anîna dermanan qedexe ye. Bi serê xwe anîna dermanan pirsgirêkeke mezin e. Herî zêde jî di peydakirina dermanên nexweşên kronîk de em zehmetiyan dikişînin. Gelek caran li ser hate axaftin lê nehate çareserkirin. Ev kamp di bin parastina NY’ê de ye. Ji tenduristiyê heta perwerde, ewlehî û pirsgirêkên din, ji tevekan berpirsyar e. Divê jê re bibe bersiv. Her roj dron li ser serê me digerin. Ev jî bandorê li psîkolojiya gel dike. Çima dermanên nexweşan nadin, çima nahêlin nexweşan bibin nexweşxaneyan û çima nahêlin bên tedawîkirin? Mafên me yên herî rewa ji dest me derdixînin. Banga me ji bo Navenda Iraqê ye; nebin şirîkên van êrişên qirêjî. Divê pirsgirêka me ya nasnameyê were çareserkirin û mafên me yên tenduristî û perwerdeyê bên dayin.”
'XWENDEKAR DIXWAZIN DIBISTANA XWE BIDOMÎNIN’
Hevberdevka Komîteya Perwerdeyê Helîn Kara jî bi lêv kir ku di qada perwedeyê pirsgirêkên cidî dijîn û ev tişt anî ziman: “Ev 6 sal in nahêlin şêniyên kampê biçin Herêma Federe ya Kurdistanê. Di qadên tenduristî, perwerde û aboriyê de em rojên zehmet dijîn. Ji bo çareseriyê hinek hewldan çêbûn lê tu pêşketin çênebûn. Dewletek a vê xaka em li dijîn heye. Me xwest ji hêla civakî, aborî û perwerdeyê ve bi hikûmeta navendî ya Iraqê re pêwendiyan pêş bixin. Ev hewldana me hêj didome. Di mijara perwerdeyê de serlêdan û pêşniyarên me çêbûn. Ji ber ku xwendekarên me dixwazin dibistana xwe bidomînin.”
'EM NIKARIN PÊDIVIYÊN DIBISTANAN DABÎN BIKIN’
Helîn Kara, xwest pirsgirêk di zûtirîn demê de were çareserkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîstiyên me di asta tê xwestin de nehatin pêşwazîkirin û pirsgirêk didome. Em niha di betlaneya havînê de lê em nikarin hewcehiyên dibistanan dabîn bikin. Ev yek me dide zorê. Ji ber ku ji bo serdemeke serkeftî û bêpirsgirêk, divê ev pêdivî bên dabînkirin. Daxwaza me ew e ku hatin û çûnên me hebin da ku bikarin pêdiviyên xwe bicih bînin. Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibin. Li her dera cîhanê mafê perwerde û tenduristiyê yê mirovan heye. Ev, pêdiviyeke sereke ye û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin.”
MA / Zeynep Durgut