NAVENDA NÛÇEYAN - Li DYA’yê lehî rabû û di lehiyê de 43 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 800 kes jî hatin veguhestin.
Ji ber barînên zêde yên li Eyaleta Texasê ya DYA’yê, Çemê Guadalupe yê li Herêma Kerr Countyê rabû. Rayedarên Amerîkayî ragihandin ku ji ber lehiyê 43 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 800 kes jî ji herêmê hatine veguhestin. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên bi beşdariya bi sedan kesan û helîkopteran hatine destpêkirin jî didomin.
Hat zanîn ku xebatên lêgerînê yên li kampekî havînê û derdora wê ku li rex Çemê Guadalupeyê ne, didomin. Hat zanîn ku zêdetirî 20 zarokên keç ên li kampê hêj winda ne.
Şefê Beşa Rêvebirina Rewşên Lezgîn ê Teksasê Nim Kidd, da zanîn ku her ku saet derbas dibin îxtîmala xelaskirina kesên winda jî kêm dibe. Waliyê Teksasê Greg Abbott jî ferman da komên midaxileyê ku wisa tevbigerin ku her kesên winda hêj sax in.
Serokê DYA’yê Donald Trump jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got: “Em duayan ji bo hemû malbatên vê trajediyê bandor lê kiriye, dikin.”