NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR'ê daxuyand ku hejmara kesên di pevçûnên li Siwêdayê de jiyana xwe ji dest dane, gihaştiye 248'an.
Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), daxuyand ku di pevçûnên li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê de ku ji roja yekşemê heya niha didomin, 248 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 64 şervanên durzî û 28 durziyên sivîl hatine qetilkirin û ji van sivîlan 21 jê ji aliyê "hêzên ewlehiyê ve hatine înfazkirin."
Her wiha ji hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta veguhêz jî 138 kes û 18 kesên bedewî yên bi wan re ketine bajêr mirine.