Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin

  • jin
  • 11:25 19 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star bang li hemû jin û gelan kir ku li dijî gefên nû yên li Sûriyeyê xweparastina xwe xurt bikin.
 
Kongra Star têkildarî salvegera 13'emîn a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêvajoya di 19'ê Tîrmeha 2012'an de ji aliyê gel ve hat destpêkirin, destpêka veguherîna civakî ye. 
 
Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:
 
"19’ê Tîrmeha 2012’an, roja ku gelê me bi îradeya diyarkirina çarenûsa xwe rabû ser piyan û dest bi pêvajoyek veguherîna civakî ya radîkal kir. Îro, em salvegera 13’emîn a vê şoreşê pîroz dikin.
 
Pêvajoya ku bi avakirina meclisên gel li Kobanê dest pê kir, veguherî pêvajoyek avakirinê li ser bingeha prensîbên azadiya civakî, wekheviyê û li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Şoreşa Rojava bi xebata kolektîf û îradeya gel, bêyî ku xwe bispêre destwerdana derve, pêş ket. Armanca van gavan ne tenê guhertina şêweyekî hikûmetê, tevahiya jiyanê bû.
 
Jinan hêza pêşeng a vê pêvajoyê pêk anîn. Jinan di her warî de însiyatîf girtin, rêxistina xwe afirandin, beşdarî mekanîzmayên biryardanê bûn û parastina xwe pêş xistin. Wekî Kongra Star, me jî xeta azadiya jinan a ku bi şoreşê re geş bû, berfireh kir û ew gihand roja îro. Ev têkoşîn, ku ji hêla jinên Kurd ve hatiye destpêkirin, niha bi jinên Ereb, Asûrî, Ermenî, Durzî, Elewî û Êzîdî re bûye hêviyeke mezin. Li ser baweriya ku jin dikare sedsala 21'emîn de pêşengtiya aşitiyê bike mohra xwe li guhertin û veguhertinê da û dide. Em bidestxistina azadiyê ji bo hemû jinan, bêyî ku nasname, bawerî, çand û zimanê wan çi dibe bila bibe, wekî armanca xwe ya bingehîn dibînin.
 
Îro li Sûriyeyê avahiyên ku dixwazin dengê jinan bitepisînin, ji nû ve tên vejandin. Yên ku navendîbûnê didin pêş, rêziknameya Şerîetê diparêzin û hişmendiya zayendperest, Olperest ji nû ve hilberînin, gefê li ramana jiyana hevpar a di navbera gelan de dixwin. Ev nêzîkatî, ku di bin navê destûreke nû û pêvajoya veguhêz de îradeya jinan di danûstandinan de înkar dike, ne çareserî berovajî krîzeke kûrtir temsîl dike.
 
Peymana civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser beşdariya wekhev a nasname û baweriyên cihêreng hatiye damezrandin. Cihê jinan di sîstema hevserokatiyê de, xwerêxistinkirina wan di sektora parastinê de û modela jiyana komunal a ku di her aliyê civakê de misoger dike, nîşanên berbiçav ên vê hevpeymanê ne. Şoreşa Rojava bi saya vê peymanê, ku bi keda jinan hatiye hunandin, kariye bijî. Divê Sûriyeyeke nû li dora prensîbên naskirina îradeya gelan, hêza biryardanê ya jinan garantî dike were ava kirin ku hemû rengên civakê bi awayeke aştiyane û hevbeş bi hev re bijîn.
 
Di demeke ku gelê Kurd û gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi germahî li benda pîrozbahiya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê ne, gelên Sûriyê ên xwedî baweriyên cuda îro di bin qirkirina hêzên tundrew û hevkarên wan de ne. Komkujiyên li ser gelê me Elewî, Durzî pêktên, daristanên wan tên şewitandin, kuştin, revandin, tecavuz û firotina jinan weke şermeke mezin li ber çavê hemû cihanê pêk tê. Di van demên dawî de ev hêzên tundrew ev êrîşên hovane birine ser gelê me yê Suweydayê. Heman senaryoya li beravê pêkhatî îro li Suweydayê li ser gelê Durzî pêk tê. Me di nava vî şer û qeyranê de helwesta Jinên birûmet dîtin ku jin çawa dikare bibe hêza çareseriya pirsgirekên civaka xwe ku li hemberî hovitiya pêk tê, berxwedaniya wê dide nîşan. Jin hêvî û baweriya xwe, di pêşerojê de ji bo Sûriyeyek demokratîk, nenavendî û mafê jin têde parastî be dengê xwe bilind dikin. Jinên Durzî û Elewî îro baweriya xwe bi têkoşîna jinên Kurd û rêveberiya wê ya demokratîk de dibînin. Ji bo wê weke Rêxistina Kongra Star em dibêjin ku dengê jinan ên li heremên Sûriyê, bilind dibe wê bê bersiv nemîne, destê ku tê hildan wê li hewa nemîne.
 
Pêvajoya ku îro tê jiyan kirin li ser hemû jinên di Sûriyê de jiyan dikin, ferz dike ku em di rojên pêşiya me de mekanîzmayên xwe yên parastinê û rêxistinê xurt bikin. Weke Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dora hêzên xwe yên parastinê YPJ û QSD bisekinin. Ji bo wê jî pêwîste her jinek di vê pêvajoyê de parastina xwe ya cewherî xurt bike. Ev weke erkek li ser milê me hemûyan e û serkeftina me wê bi hevre be. Bedelên wê çi dibin bila bibin dawiyê serkeftin wê ya azadîxwaz û demokrasîxwazan be.
 
Îro, em soza xwe ya ji bo şehîdên xwe, hemû jin, gel û rêhevalên ku Şoreşa Rojava pêk anîn dubare dikin. Bi biryardariya berdewamiya têkoşîna xwe bê navber, em ê parastina ronahiya azadiyê ya ku li van axan şîn dibe bidomînin."

Sernavên din

18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin