AMED – Li Amedê ku germahî gihîşt 45 pileyî, welatî bi 'ava sûsê' hênik dibin.
Li Amedê di hin rojan de germahî derket 45 pileyî. Welatî bi 'ava sûsê' ku tê gotin ji bo nexweşiyên gurçik û mîdeyê baş e, di germa havînê de hênik dibin. Ev şerbet li her kolaneke navçeya Sûrê ya dîrokî dikare bê peydakirin.
TERCÎHA TÛRÎSTAN
Veysel Everek ku 33 sal in "ava sûsê" difiroşe diyar kir ku ji bo çêkirina şerbetê gelek ked didin. Everek da zanîn ku ew bi tenê mehên havînê difiroşin û got, "Em meyanê ji binê erdê derdixin. Em zivistanê derdixin. Em bi çakûçan dipelçiqînin. Em dixin beroşekê. Dema xwe digire. Paşê em wê vediguherînin vexwarinê. Ji bo ku em sar bimînin em qeşayê bi kar tînin. Ji bo mîde û gurçikê girîng e. Bi giştî bi zikê birçî tê vexwarin. Gelek feydeyên wê hene."
Everek anî ziman ku ew qedehek şerbet bi 20 TL'yî difiroşin û got, "Mirov ên ji Stenbol, Îzmîr, Enqere û gelek bajarên din tên wê vedixwin. Dibêjin, 'me ewqasî bêriya wê kiriye, em li rojava nikarin bibînin'. Buhayê wê zêde nîn e. Aveke şîfa ye, bi rastî jî şîfa ye."