Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê

  • rojane
  • 14:35 25 Tîrmeh 2025
  • |
img
 
RIHA – Nûnerê MSD’ê yê Şamê Abdulwehab Xelîl, diyar kir ku polîtîkayên DYA’yê di êrişa li dijî Durzan de cesaretê dide HTŞ’ê û bal kişand ser rola Rêveberiya Xweser a di vê pêvajoyê de û got: "Niha Rêveberiya Xweser (HSD) di çavê gelê Sûriyeyê de wekî hêzeke muxatab tê dîtin."
 
Heyet Tehrîr eş-Şam (HTŞ), ku piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyê, pêşî dest bi qetlîamên li dijî Elewiyan kir. Piştî van êrişî Durziyên li Siwêdayê kirin.  Durziyên Siwêdayê, ku ji dema ku HTŞ hatiye ser desthilatdariyê ve du caran bûne hedef, li ber xwe dane. Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di pevçûnên ku di 13’ê Tîrmehê de dest pê kirine de herî kêm 1.120 kes, di nav de sivîl jî hene, hatine kuştin. Rapora UNHCR’ê diyar kir ku heta 20’ê Tîrmehê, bi tevahî 92.600 kes, 51.300 li Siwêdayê, 40.350 li Derayê û 950 li gundewarên Şamê koçber bûne. 
 
‘PERGALEKE HTŞ’Ê NÎNE’ 
 
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) yê Şamê Abdulwehab Xelîl, pêvajo ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand û diyar kir ku HTŞ’ê gavên ku pirsgirêkên Sûriyeyê zêde dikin avêtiye û ev tişt got: “HTŞ, rejîma Baasê hilweşand lêbelê pegaleke wê ya ku bixe şûna wê nîn e. Ne xwediyê hêza rêveberiyê ye. Bi salan tenê şer kirine. Gelê Sûriyeyê gelekî şareza ye. Herwha gelê Siwêdayê jî wiha ne. Dema Esas hebû jî wiha bûn û niha jî wiha ne. Amerîkayê ji bo berjewendiyên xwe xweste li vir istiqrarê ava bike. HTŞ êrişê Suweydayê kir ku li gorî baweriya ku ew dikare li ser bingeha vê referansê têkiliyên baş bi Îsraîlê re deyne.”
 
"SIWÊDAYÊ LI BE RXWE DAN"
 
Xêlîl, bi bîr xist ku êriş û qetlîam li dijî welatiyên Elewî yên li deverên peravên Sûriyeyê dest pê kirine û wiha pê de çû: "Bi taktîka dorpêçkirin û êrîşkirina taxan, wan tax vala kirin û êrişeke girseyî pêk anîn. Siweydayê  hem nêzîkî Şamê ye û hem jî qismek di nav Îsraîlê de ye. Di qetlîaman li deverên peravê de nehatin rawestandin, fikirîn ku ew dikarin heman tiştî li Siweydayê jî bikin."
 
Xêlîl diyar kir ku piştî êrişa li dijî Siweydayê berxwedan derket holê û anî ziman ku planên HTŞ'ê li Siweydayê têk çû.
 
 ‘ÎSRAÎL HEWL DIDE KU BIBE HÊZEKE SERDEST’
 
Xelîl, destîşan kir ku berî êrişên Siwêdayê di navbera rayedarên Hikûmeta Demkî ya Şamê û Îsraîlê de hevdîtin çêbûne û wiha dirêjî da axaftina xwe:  "Hem DYA û hem jî Îsraîl niha dizanin ku ew dikarin li Sûriyeyê bi awayekî azadtir tevbigerin. Hikûmeta Demkî ya Şamê ji hevdîtinên xwe yên bi Îsraîlê re hêz girt û bawer kir ku ew dikare êrişî her cihê ku bixwaze bike. Bûyerên li Siwêdayê hişt ku ev ne wiha ye. Li ser vê yekê, DYA û Îsraîlê ev plan xistin meriyetê. Îsraîl hewl dide ku li herêma ku Durzî lê dijîn bibe hêza serdest. Li gorî vê yekê, ew dixwaze an parçebûnê çêbike an jî hêzên Sûriyeyê li vê herêmê bêçek bike. Bi gotina 'Ez mafên gelê Durzî diparêzim' vê yekê rewa dike. Her wiha 15-16 gundên Durzan li Îdlibê hene. Divê ev pirs bê pirsîn: Ger êrişê gundên Durzan ên li Îdlibê bê kirin, gelo Îsraîl dê dengê xwe bilind bike? Bersiv bi îhtîmaleke mezin 'Na' ye, ji ber ku Îsraîl bi vê herêmê re eleqedar nabe."
 
‘RÊVEBERIYA XWESER MIXATAB E’
 
Xêlîl diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, nexasim piştî qetlîamên ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatine kirin, gelê Sûriyeyê xwe nêzîkî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sîstema wê hîs kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Sûriyeyê fêm kir ku di vê serdemê de ew bêtir hewceyê hev in û mafê wan ê axaftinê girîng e. Me berî hilweşîna rejîma Baasê jî bi gelê Siwêdayê re diyalog çêdikir. Ev diyalog li ser guhertinên di nav rejîmê de bûn. Lê dîsa jî rejîm ji aliyê HTŞ’ê ve hate hilweşandin. Êrişên li ser welatiyên li deverên peravê gel nêzîkî hev kirin ji ber ku her kesî xetere dît. Ji ber vê yekê, wan daxwaza xwe ya parvekirina di rêveberiya Sûriyeyê de anîn ziman. Piştî êrîşa li ser Siwêdayê, wan helwesta Rêveberiya Xweser şopand. Rêveberiya Xweser daxwaza rawestandina tavilê ya qetlîamê û avakirina diyaloga siyasî kir. Ji ber vê yekê civîna di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê de pir girîng hate dîtin. Rayedarên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku di van civînan de ne tenê Rêveberiya Xweser, tevahiya Sûriyeyê hatiye nîqaşkirin. Niha, Rêveberiya Xweser û HSD di çavê gelê Sûriyeyê de wekî hezêke muxatab têne dîtin. Êşa Durzan ji êşa hemû gelê Sûriyeyê cuda nayê hesibandin. Ji ber vê yekê ew kesên ku li dijî wan xetereya qetlîamê hene bi meraq li rola ku HSD’e dinêrin," wî got.
 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
11:17 Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek hate definkirin
10:12 Xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî re name şandin
09:53 Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye
09:04 Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn
09:03 Îhsan Colemêrgî: Tenê yekîtiya kurdan dikare pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:02 ‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
09:02 Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
09:01 ‘Divê dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê bên cem hev'
09:01 Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
09:00 Eleqeyeke zêde ji bo tesîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2025'AN
24/07/2025
16:38 Civîna Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê taloq bû
16:12 Ciwanên ku dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin daxuyanê didin
15:50 Li Girtîgeha Exlatê êriş li dijî girtiyan pêk hat
15:49 GOÇ-DER: Em dixwazin di nava komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin de cih bigirin
15:21 Berîvan Bahçecî: Em ê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin
14:55 Rêxistinên Rojnamegeriyê: Sansur didome
13:35 Ciwanên Ewropî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Mihrîcana Munzûrê dest pê kir
13:03 88 Xelatgirên Nobelê bi nameyekê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
12:30 Cemîl Bayik: Em ne efûyê, qanûnên azad û demokratîk dixwazin
11:56 Der heqê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de lêpirsîn hate destpêkirin
10:57 Rêxistinên hiqûqî ji bo mafê hêviyê danezaneke pêşkêşî Komîteya Wezîran kirin
09:57 Meclisa Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekalî ve nabe
09:12 Li Bazîd û Mêrdînê konferansên 'pêvajo' û 'yekîtiyê'
09:11 Gelê Mexmûrê: Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin welatê xwe
09:10 Qeyûm rêya zozanan çênake, gel perîşan bûye
09:09 Şaredariya Şirnexê ya bi 'dengên veguhêz' hat xespkkirin avê jî nade
09:08 Fatûreya nexweşîna şapê li sewalvanan tê birîn
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Ji bo entegrasyonê qanûna azadiyê divê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2025'AN
23/07/2025
23:24 Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê jiyana xwe ji dest dan
23:13 Li Şirnexê civînên gel
16:44 DEM Partî: Em li her bajarî ‘Platforma Aştî û Demokrasiyê’ ava bikin
16:28 Li Edeneyê kargeha ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hate lidarxistin
15:57 Şîna Bahoz Zerdeşt bi girseyî hate ziyaretkirin
15:29 Li Siwêdayê hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:13 Merasîma cenazeyê Emîne Ocak dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin
13:46 Şîna Vesek û Ertene bi girseyî hate ziyaretkirin
13:01 DEM Partî: Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî
12:48 Cemîl Bayik: Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê
11:54 Dixwazin lêpirsîna diziya amûrên tibî bigirin
10:54 Mîrata dîrokî ya Mêrdînê bi vîlayên 'ekoturîzmê' ve tê talankirin.
10:15 Di merasîma li Casenê de biraziyê xwe dît
09:57 Hezar û 500 civînên gel: Bi hezaran re pêvajo hate nîqaşkirin
09:45 Li Ûrlayê şewata li daristanê didome
09:41 Rojnamevanên ku li Rîzeyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
09:29 27 salan li dijî 'zilmê' li ber xwe da
09:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter didomin
09:12 Nexweşxaneyê tenê cihê kar ê kesê ku destdirêjî kir guherand
09:07 Dilbihar: Azadiya kurdî xeta me ya sor e
09:04 Li Qaxizmanê dema mişmişên hişk dest pê kir
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
08:33 Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da
22/07/2025
22:24 CHP: Em dixwazin tevkariyê li komîsyonê bikin, lê ya girîng pêvajo bi şefafî bê meşandin
22:15 Li Şirnexê ji 55 rêxistinên sivîl piştgirî ji bo pêvajoyê
19:40 Partiya Memleketê hat girtin
19:34 Ji bo girtiyên li Bolûyê kampanyaya hasthagê
17:20 Kesê ku îşkence li zarokan kir serbest hat berdan
16:27 Rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya têkildarî Girtîgeha Evînê
16:08 Werîşe Muradî: Rêveberiya xweser tekane rê ye ku dikare azadiyê bi rûmeta mirov re bike yek
16:07 PSAKD bertek nîşanî Bahçelî da: Em hemwelatiya wekhev dixwazin
15:30 Li Siwêdayê agirbest hate binpêkirin
15:29 Ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî ji bo Fatma Tokmak bang
15:15 Iraqê biryara şandina mûçeyan da
14:55 Di mehekî de 71 kes hatin darvekirin
14:48 ‘Em ê bibin dengê jinên Elewî û Durzî’
14:19 Li Sûrê civîna ‘pêvajoyê’: Yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû
14:18 Di cezayê 'axaftina telefonê' de biryara îxlalkirinê
13:36 Li Bazîdê dê konferansa ‘Giringiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan’ bê lidarxistin
13:35 Herêma Federe ya Kurdistanê dehata xwe ya derveyî petrolê radestî Bexdayê kir
12:41 Têkildarî ‘plana rantparêziyê’ ya li Newala Qesaba doz hate vekirin
12:04 Bi wêneyê rojnamegera ku hatibû qetilkirin merasîma dîrokî şopand
11:36 Trump: Ger hewce bike em ê dîsa bikin
11:19 Jinên Elewî: Cewhera heqîqetê dayik e, ev giyanê ji nû zindî be
11:07 Bûyera ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kir: Divê dîsa 10 sal badilhewa neçe
10:48 Bakirhan: Komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike
10:32 Parêzer Atmaca: Guhertina destûra bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e
09:31 Baroya Rihayê ji bo piştgiriya aştî û çareseriyê dest bi xebatê kir