RIHA – Şîna ku ji bo Berîvan Demîr a YJA-Star’î hate danîn bi girseyî hate ziyaretkirin. Di axaftinên şînê de ji bo windayên nû çênebin banga piştgiriya pêvajoyê hate kirin.
Malbata Berîvan Demîr (Faraşîn Berîtan Pirsûs) a YJA-Star’î ku di 2019’an de li qada Çemankê ya herêma Garê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Pirsûs a Rihayê şîn danî. Şîna ku li taxa Marut hate danîn, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) û Komeleya Çand û Piştevaniyê (KATDER) ve ji aliyê partiyên siyasî yên li navçeyê, rêxistinên civaka sivîl û welatiyan hate ziyaretkirin.
Girseya ku li serê taxê civiya heta mala şînê bi tîlîliyan ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu wiha axivî: “Bi hezaran fedaîyên Kurdistanê di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Bi saya vê têkoşînê gelê Kurd li seranserê cîhanê hatin nasîn û nasnameya wan hate qebûlkirin. Jina ku ji bo wê dihat gotin ‘bila li malê runê’, bi tevgera azadiyê re bû pêşeng.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encama têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê derket holê û ev tişt got: “Di 1’ê Cotmehê de dewletê ji bo aştiyê dest dirêj kir. Ev dest encama têkoşîna gelê Kurd dirêj bû. Divê em xwedî lî vê pêvajoyê derkevin.”
Dayika Berîvan Demîrê, Rahîme Demîr got: “Berîvan keça me hemûyan bû, keça Kurdistanê bû. Înşella aştiyê were û ev ê bibe şehîda dawî.”
Piştî axaftinan, strana Berîvan Demîr a boneya bibîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) stirî bû, hate guhdarkirin.