Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Êzidiyên ku di êrîşên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Bang hat kirin bila komkujî û statûya Şengalê were nasîn.
 
Di salvegera 11'emîn a êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî Şengalê de, kesên jiyana xwe ji dest dan li gelek bajaran bi xwepêşandan û çalakiyan hatin bîranîn.
 
MÊRDÎN
 
Di salvegera 11'emîn a komkujiya ku DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li hemberî civaka Êzidî kir, li navçeya Mîdyat a Mêrdînê bi banga Tevgera Jinên Azad (TJA) meşek hat lidarxistin. Bi sedan kesên li qada Newrozê kom bûn, bi pêşengiya jinan pankarta bi nivîsa "Qetilkirina jinên Êzidî sûcê li dijî mirovahiyê ye" meşiyan. Di meşê de pankratên ku komkujiyê şermezar dikin hatin hilgirtin û wêneyên cangoriyan hatin hilgirtin û dirûşmên weke "Jin jiyan azadî", "Şengal rûmeta me ye" û "Jinên Êzidî rûmeta me ne" hatin berzkirin. 
 
Bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Piştî meşê li ser navê TJA'yê Hatîce Encu daxuyaniya çapemeniyê xwend. Hatîce Encu diyar kir ku sûcên li ser civaka Êzidî tên kirin sûcên li dijî mirovahiyê ne û destnîşan kir ku hê jî di salvegera komkujiyê de jin û zarokên winda hene û wiha got ji bo winda bên dîtin soza xwe ya têkoşînê diyar kir û xwest bûyerên li Şengalê qewimîn weke jenosîd bên naskirin û statuya Şengalê bê naskirin
 
DÊRSIM
 
Li Dêrsimê li avahiya DEM Partiyê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Gelek endamên DEM Partî DBP, TJA'yê û welatî beşdarî bîranînê bûn û pankarta 'Em komkujiya Êzidiyan û qirkirina jinan ji bîr nakin' hat vekirin. Di bîranînê de endama TJA'yê Menal Temel axivî diyar kir ku di 3'ê Tebaxa 2014'an trajediyeke mezin hat jiyîn. 
 
Menal Temel bang kir ku 3 'yê Tebaxê weke ''Roja Çalakiya Navnetewî ya li Dijî Kuştina Jinan û Qirkirinê'' were ragihandin. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a ji wezîfeyê hat dûrxistin diyar kir ku komkujî û qirkirina li hemberî jinê hînê dewam dike û got Bîranîn piştî pêşandana vîdeoyê bi dawî bû.
 
EDENE 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê têkildarî komkujiya Êzidiyan li Parka Înonu daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiya ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr amade bûn de, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Hêlîn Kaya ve hat xwendin. Hêlîn Kaya bal kişand ku yek ji trajediyên herî mezin a sedsala 21 'an pêk tê û diyar kir ku jin rastî şîdeta zayendî, kolekirin û êrîşên sîstematîk tên. Hêlîn Kaya ev komkujî weke 'kuştina herî mezin a sedsala 21'an' bi nav kir. Hêlîn Kaya bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide vîna xweparastinê ya gel û berxwedana wan demokratîk a ji Şengalê û Efrînê.

Sernavên din

08/12/2025
22:42 Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Amedê de 13 fîlm hatin nîşandan
16:38 Ji ber gotinên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistanê’ ceza dan girtiyan
16:37 ‘Tişta mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye’
16:19 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:18 Li Pirsûsê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:18 Di bûyera ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kiribû de şopa tiliyê ya polîs li dosyayê hat zêdekirin
14:50 Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in
14:18 Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye
14:02 Şaredariyê têkildarî Pira Dehderî daxuyanî da
13:47 Li Antalyayê bi mezinahiya 5.2’yê erdhej çêbû
13:44 Prof. Norman Paech: Netewe dewlet modela pêşerojê nîne
12:30 Li Elkê hezaz çêbû: Midûriyet li dozera kirêkirî digere!
12:29 Li ser 'Konferansa Navneteweyî' çendek nîşe: Divê mafên Kurdan bi rêya mafên kolektîf bên parastin
11:35 Veysî Aktaş: Hewce dike ku çepa Tirkiyeyê xwe hinek biguherîne
10:11 JINNEWS: Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
09:47 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hat kirin
09:46 Li Srî Lankayê karesat: 627 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:18 Mele Dunayserî: Aştî ferz e, divê şert û mercên muzakereyê jî wekhev bin
09:17 ‘Li Licê ji ber bazirganiya tiryak û fihûşê ya bi destê dewletê tê kirin daraz bêkêr e’
09:13 Rapora girtiyê nexweş: Nakokî, teşxîsa kêm û nexweşiyên nehatine nivîsandin
09:05 Akademîsyen Orhan: Divê di verastkirina qanûnên entegrasyonê de ‘mafê hêviyê’ hebe
09:04 Çîroka Hemo yê 'Emîrê DAIŞ'ê'
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2025'AN
07/12/2025
21:30 Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir
19:54 Li Eskîşehîrê kursa Kurdî hat astengkirin
18:51 PYD: Avakirina Sûriyeyeke nû bi demokrasî û sîstema nenavendî ve pêkan e
18:35 Konferans bi dawî bû: Em ji bo hêza gotinên Ocalan bibin welatê xwe li vir in
16:51 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
15:37 Xelatgira Nobelê Şirîn Ebadî: Azadiya Abdullah Ocalan şertê sereke yê pêvajoyê ye
15:00 Saziyên ji bo alfabeya Kurdî hînî zarokan bikin çalakî kirin
14:53 Şîn û mewlûdên ji bo PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:39 Demîrtaş: Ev pêvajo ne parçebûnê, dê yekitiya birûmet pêk bîne
Fîgen Yuksekdag: Deriyên serdemeke nû hatin vekirin
14:38 Li Mêrdînê cade di bin avê de man
14:37 Prof. Paech: Hebûna Kurdan û kêmaniyan divê bi mafên kolektîf were parastin
14:06 Fîlozof John Holloway: Min ronahiya Rêber Ocalan anî vir
13:10 Dubbins: Banga 27’ê Sibatê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendekî mezin afirand
10:29 'Konferansa Navneteweyî': Êdî Kurd tev li pergala avaker a Rojhilata Navîn bûne
10:16 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:06 Parlamenterê berê yê Hindî: Rêgezên Ocalan dê ji bo hemû cîhanê aştiyê bîne
09:55 Beşdarên konferansê: Niha ne dema temaşekirinê, dema nivîsandina dîrokê ye
09:26 Dayikan got: Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe
09:23 Bi hinceta deynê xwarinê yê li girtîgehê dest danîn ser bûrsa keça wî!
09:17 Li Dêrsimê berteka li dijî fihûşê: Tiştên tên kirin berdewama polîtîkayeke bi zanebûn e
09:15 Qeyûmî avahiya dîrokî dewrî wezaretê kir
09:08 Adalet Kaya: Em ê li Licê li dijî tora fihûşê komîsyonan ava bikin
09:04 Navnîşana sînemaya azad
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2025'AN
06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
19:11 Fîdan: Ocalan dikare li Sûriyeyê bibandor be
18:26 NY: Li Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovan didome
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
16:55 Bahçelî: Dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê firîna wê bibîne
16:45 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:42 Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:16 Li Stenbolê Komxebata Aştiyê: Em dixwazin bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigirin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:36 Li Sûriyeyê 665 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:23 Endamê komîsyonê Yildiz ê çû Îmraliyê: Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:25 DAIŞ dîsa li Sûriyeyê di nava livûtevgerê de ye
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin
10:44 Li Osmaniyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
10:38 Konferansa Navneteweyî: Paradigmaya Abdullah Ocalan çareseriyeke mezin e
09:27 Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
09:27 Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin
09:14 'Şer astengdariyê zêde dike, em ê ji bo aştiyê bitêkoşin'
09:14 Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê: Nediyariya fiyetan bandorê li dermanan dike
09:10 'Divê êdî dewlet paradîgmaya xwe biguherîne'
09:09 Ji Licêyiyan li dijî 'tora fihûşê' banga yekîtiyê
09:07 Festîvala bêyî xalîçeya sor
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2025'AN
05/12/2025
16:45 Belgefîlma ‘Birîn’ a ji bo bibîranîna Kadrî Bagdu hat weşandin
16:13 'Girtiyê nexweş Yildirim nehat tehliyekirin’
16:07 Li Dêrsimê li dijî fihûşê daketin qadan
15:13 Encama Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt aşkera bû
14:53 Civaknas Holloway çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
14:36 Der heqê hevşaredar Neslîhan Şedalê de biryara beraetê
14:29 Îlham Ehmed dê di konferansa li Stenbolê de biaxive
14:27 Şîna Alî Kaya yê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
14:15 Li dijî zexta sîxurkirin û tacîzê dê serlêdana sûc bê kirin
14:01 Fîlozof Bourg: Ji bo demokratîbûnê divê Kurd bi awayeke çalak tev li siyasetê bin
13:11 Siyasetzan Însel: Hiqûqa giştgir dê dawî li hiqûqa cotstandart bîne
13:01 Hevdîtina li Îmraliyê vegot: Dê hêzek tev li artêşê bibe, ya din dê bibe asayîş
12:27 Di doza wek hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan de biryara beraetê
11:53 Di operasyona bahîsê de pêla duyemîn: Gelek kes hatin binçavkirin
11:52 Ji Abdullah Ocalan bo Konferansa Meclisa Jinan a Mexmûrê peyam
11:39 Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin
11:03 Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye
10:40 Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
10:27 Di dosyeya mirina biguman a jinekê de gumanbar hatin tehliyekirin