NAVENDA NÛÇEYAN - Di pevçûnên duh bi şev ên li Silêmaniyeyê de 3 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Dadgeha Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê duh êvarê fermana binçavkirinê ji bo Serokê Eniya Gel (Berey Gel) Lahûr Şêx Cengî derxist. Duh, di danê êvarê de di navbera hêzên Asayîşa Silêmaniyeyê yên ku hewl didan bikevin Otêla Lalezarê ku Lahûr Şêx Cengî lê bû û hêzên girêdayî Lahûr Şêx Cengî de pevçûn derket. Piştî şer û pevçûnên dijwar ên 3 saetan domiyan, Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî hate binçavkirin.
Li gorî agahiyan; li gel Lahûr Şêx Cengî her wiha birayên wî Polad Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyeyê ve hatine binçavkirin. Tê gotin ku berpirsê hêza ‘Dupişk’ ya girêdayî Lahûr Şêx Cengî, Rebwar Hamî Hacî Xalî jî xwe radestî hêzên ewlekariyê kiriye.
Hat zanîn ku di encama şer û pevçûnên duh bi şev ên li Silêmaniyeyê de 3 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûne. Rewşa birîndarna giran nînin û li Nexweşxaneya Şarê tên dermankirin.
Heta niha têkildarî hejmara mirî û birîndarên hêzên Lalezar ên ser bi Lahûr Şêx Cengî tu agahî nehatine belavkirin.