ŞIRNEX - Şîrketa karsazê AKP'î Suleyman Bolunmez ku destûra wî ya lêgerîna komirê ji aliyê Dadgeha Kargerî ya Bilind ve bi 'nelirêtiyê' hat betalkirin, tevî vê biryarê jî rez, bax û zeviyên gund xera kir.
Dadgeha Kargerî ya Bilind destûra lêgerîna komirê ya li gundê Gundikremo ya Şirnexê, par ji ber 'bêhiqûqiyê' betal kiribû. Tevî vê biryarê jî şîrketa Bolunmez Group a ku parlamenterê berê yê AKP'ê Suleyman Bolunmez e, xebatên lêgerîna komirê yên li gund ranewestand. Ekîbên şîrketê dema ketin nava gund rez, baxçe û zeviyên gundiyan bi makîneyên wêran kir. Şîrketê guh neda biryara betalkirinê ya di sala 2024'an de ji aliyê Dadgeha Kargerî ya Bilind ve hat dayîn, bi maşînên kolandinê, sondajê û karên li erdê re gund û qadên debarê ya gundiyan kun bi kun kir. Her wiha ekîbên şîrketê li goristana gund xebat kirin û goristan jî xera kirin.
GUNDÎ PIŞTÎ WERGIRTINA DESTÛRÊ DIÇIN
Ekîbên şîrketê bê destûr dixebitin, dema ketina welatiyan a gund pirsa destûrê tê kirin, texrîbata li gund di dîmenan de xuya kir. Di dîmenan de tê dîtin bê ka îmhaya ku makîneyên giran ên bi şev dixebitin nîşan dide, wêran û talanê bi lez pêk tînin. Di dîmenan de tê dîtin ku li tevahiya gund ti qadên şînkayî nehatine hiştin û ji ber xebatên derdora gund ewrên tozê pêk hatine. Di dîmenan de her wiha tê dîtin ku xebatên madenê li nêzî bircên leşkerî yên ku hatine danîn têne kirin, çavkaniyên avê yên gund miçiqîne û darên ku nehatine birin jî ji ber kêmbûna avê hişk bûne.
ÇI BÛBÛ?
Li Gundikremoyê, şîrketa parlamenterê berê yê AKP'ê yê Mêrdînê û karsaz Suleyman Bolunmez dest bi lêkolîna madenê kir. Lê belê gundiyê bi navê Alî Atak, ji bo pêşî li destwerdana şîrketê ya li ser erdê xwe bigire, li Dadgeha Asliye Ceza ya Şirnexê doz vekir. Dadgehê ev daxwaz derbasdar dît û biryara tedbîrê da. Piştî vê yekê şîrketa Bolunmez xwest ku bi lezgînî îxraca herêmê were kirin. Li ser vê daxwazê, biryara îstimlaqkirina lezgîn hat dayîn. Bi biryarê re, şîrket bêyî li benda pêvajoya îtirazê yan jî bi sernavê veguhastina madenê bisekine, dest bi lêgerîna madenê kir. Atak dosya bir Dadgeha Kargerî ya Bilind. Dadgeha Kargerî ya Bilind, dosya lêkolîn kir, ji bo 'biryara berjewendiya gelemperiyê' ya ku ji aliyê desteya rêveber a Midûriyeta Giştî ya Kargehên Komirê yên Tirk ve hat erêkirin, daxwaza mafdariya wezareta pêwendîdar kir, ku tespît bike bê 'sûda gelemperiyê' ya ji bo 'îstimlaqkirina lezgîn' hatiye nîşandan, li gorî pênaseya xala 6’emîn a Qanûna Jikargirtinê ya bi Hejmara 2942'an e yan na. Lê belê der barê vê de belgeyek radestî dadgehê nehat kirin. Dadgeha Kargerî ya Bilind da zanîn ku sedemên terikandina lezgîn ji xwediyan re nehatiye vegotin û nirxandina ku ji bo 'terikandina lezgîn' a ji aliyê Serokwezaretiyê ve ti sedemeke pêwîst nîne.
Lê belê piştî biryara Dadgeha Kargerî ya Bilind fîrmaya Bolunmez bênavber xebatên xwe dewam kir. Rayedarên îdarî yên herêmî, tevî giliyan jî ji bo sekinandina xebatên bêdestûr nakevin nava hewldanan.
MA / Zeynep Durgut