ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket.
Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol ku di Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê de cih digirin, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.
Piştî avakirina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara ewil e dê şande biçe Îmraliyê. Tê payin ku Abdullah Ocalan têkildarî xebatên komîsyonê û pêvajoya çekberdanê peyamên girîng bide.