NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku ji destpêka meha Îlonê heta niha li Sûriyeyê di encama teqînan de 3 jê zarok bi giştî 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku ji destpêka meha Îlonê heta niha li herêmên cuda yên Sûriyeyê di encama teqînên mayin û bermahiyên şer de 3 jê zarok bi giştî 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniya SOHR’ê; li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Demkî ya Sûriyey;ê de 3 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji des dane û 10 jê zarok bi giştî 15 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi heman sedeman 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye.