ENQERE - Qeydên kursan ên Navenda Çandê ya Anatolyayê (NÇA) ku di 18'ê Îlonê de dest pê kirin, dê heta 20'ê Cotmehê bidomin. Ji damezrînerên navendê ku dê di nêz de çalak bibe, Adar Yildirim, got ku armanca wan domandina kevneşopiya NÇM'ê ye.
Bi armanca domandina kevneşopiya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ku di sala 1991'ê de li Stenbolê hat avakirin, Navenda Çanda Anatolyayê (NÇA) dê di demeke nêzîk de li Enqereyê bê vekirin. Navend ku dê ji bo hunermendên Kurd û raya giştî bibe cihekî îcrakirina hunerê, dê di nava mehekê de bê vekirin. Navend dê perwerdehiya gîtar, piyano, vokal, baxleme, tembûr, gîtar, kemançe, erbane, piyano û çello û perwerdehiya deng, şano, wênesazî û çêkirina fîlman bide. Her wiha dê dersên drama, rîtm, koro, reqsên gelêrî û semahê ji zarokan re werin dayîn. Qeydên dersan ku di 18'ê Îlonê de dest pê kirin, dê 20'ê Cotmehê de bi dawî dibin.
Ji damezrînerên NÇA'yê mamosteyê muzîkê Adar Yildirim diyar kir ku ew hewl didin li Enqereyê qadeke ku Kurd karibin hunera xwe bi ziman û rengên xwe pêşkêş bikin biafirînin û got: "Armanca me ew e ku bi berdewamkirina rêgeza 'jiyana azad, hunera şoreşger' a NÇM'ê, komuneke huner û çandê ava bikin."
'MÎSYONA ME YA EWIL ZIMANÊ DAYIKÊ YE'
Yildirim diyar kir ku NÇA dê ji kevneşopiya NÇM'ê sûd wergire û bibe navendeke çandî ya nû ku bi awayekî azadîxwaz, gelparêz û pirrengî çand, huner û bîra civakê esas digire. Yildirim got: "Ev navenda nû armanc dike ku valahiyeke girîng li Enqereyê tijî bike û berxwedana çandî berfireh bike."
Yildirim anî ziman ku wan navend bi nêzîkatiyeke li ser bingeha pirzimanî, pirçandî û temsîliyeta wekhev ava kiriye û got: "Em girîngiyê didin wê yekê ku zimanên dayikê yên gelên Anatoliya û Mezopotamyayê, bi taybetî zimanê Kurdî berbiçav bikin. Li hember polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên ku kurdî hedef digirin, em ê muzîk, şano, atolyeyên zarokan, wêje û sînemayê li dar bixin da ku ziman di her aliyê jiyanê de bi rûmet hebe. Em ê hewl bidin ku bi hilberîna çandî li dijî qedexe û zilmê berxwedanê ava bikin."
'DÊ QADEKE AZAD BÊ AFIRANDIN'
Yildirim bilêv kir ku NÇA dê bi rêya bîra dîrokî ya jinan, hilberîna hunerî, berxwedana siyasî û afirîneriyê dirûv bide xebata navendê û got: "Ew ê qadeke azadiyê biafirîne ku bi huner, ziman û muzîka gel li dijî hegemonyaya çandî ya desthilatê hatiye avakirin."
Yildirim diyar kir ku ew ê xebata xwe bi perspektîfa azadiya jinan bikin û got: "Atolye û çalakiyên ku bi perspektîfa azadiya jinan bên lidarxistin, ne tenê wekheviya zayendî biparêzin, di heman demê de dê mayîndebûna wê jî misoger bikin."
'EM DIXWAZIN KOMUNA ÇAND Û HUNERÊ AVA BIKIN'
Yildirim destnîşan kir ku armanca wan avakirina komuneke huner û çandê ye û got ku ew ne tenê cihekî ji bo çalakiyan in; ew armanc dikin ku hunerê ji çanda bazirganîkirî veqetînin û veguhêzînin qadeke hevgirtinê.
Yildirim destnîşan kir ku NÇA mala her kesî ye ku dixwaze ziman û çanda xwe biparêze û got: "Ji ber vê yekê, em bang li her kesî dikin ku xwedî li vê hewldana hevpar derkevin, hevgirtinê pêş bixin û piştgiriyê bidin vê komuna çandî. Werin em bi hev re hilberînin, bi hev re xurt bibin û bi hunerê jiyaneke pirzimanî, pirçandî û azad ava bikin."