WAN - Seyfûllah Şagban ê ku hevalê Serokê AKP'ê yê Wanê yê berê Emre Guray e, li Wanê 6 peywirên girîng bi hev re bi rêve dibe.
Seyfullah Şagban ê di Cotmeha 2024'an de tayînî şûna Midûrê Jîngeh, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê şûna Alî Kemal Atli bû, şeş peywiran bi hev re bi rê ve dibe. Şagban ê midûr e, her wiha di bin banê midûriyetê de wekîltiya Midûrê Veguherîna Bajêr jî dike. Şagban ku qîma xwe bi vê jî neanîn, li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayinî wê hat kirin, karê Serokatiya Daîreya Karên Îmraê û Daîreya Emlak û Îstimlakê jî dike.
Şagban her wiha wekî endamê meclisa şaredariyê û lijneya rêveberiya Belvan ku şîrketa şaredariyê ye, hat tayînkirin. Şagban ku li bajêr şeş peywir girtine, li gorî agahiyan, hevalê dibistanê yê Serokê AKP'ê yê Wanê yê berê Emre Guray e. Şagban ku xelkê Çorûmê ye, piştî ku CHP'ê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê bi dest xist, wekî endezyarê kontrolê li Rêveberiya Kadastroyê ya Çorumê hat tayînkirin.
Paşê bi destê Guray, rêya Şagban ber bi Şaredariya Bajar Mezin a Wanê ket. Şagban di 20'ê Hezîrana 2020'î de wekî Serokê Daîreya Îmraê û hat tayînkirin û piştî DEM Partiyê şaredariyê bi dest xist, Şagban di 14'ê Cotmeha 2024'an de ji vir hatibû girtin û bûbû Midûrê Jîngeh, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê.
Piştî tayînkirina qeyûm Şagban, ji bilî midûriyeta bajêr, li şaredariyê tayinî 4 peywiran hat kirin.