AGIRÎ - Li Bakurê Serhedê kampanyaya "Em aştiyê dixwazin ji ber ku" a DEM Partiyê rastî eleqeyeke mezin tê. Di demeke kurt de bi deh hezaran îmze hatin berhevkirin. Endama Meclisa Partiyê DEM Partiyê Sinem Seven got ku ev yek nîşan dide ku pêvajoya ku Abdullah Ocalan dest pê kiriye tê pejirandin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kampanyaya xwe ya "Em aştiyê dixwazin ji ber ku" ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dest pê kiriye, didomîne. Kampanya li bajarên sînorê bakur ên Agirî, Îdir, Erzirom û Qersê eleqeyeke mezin dibîne. Bi deh hezaran kesan li standên ku li navendên bajar û navçeyan hatine vekirin, îmze hatine berhev kirin.
Endama Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Sînem Sevenê der barê kampanyaya berdewam a li herêma Bakurê Serhedê de agahî da û bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk û pêşketinên piştre û diyar kir ku kampanya di vê çarçoveyê de hatiye kirin. Sînem Sevenê bi bîr xist ku berî destpêkirina kampanyayê wan li gelek bajêr, navçe û gundan civînên giştî li dar xistine û got: "Encamên ku ji civînên giştî derketine holê ev in ku birêz Ocalan û PKK gavên xwe diavêjin, lê dewletê tu gavên erênî neavêtine. Ev yek di nav gel de bêbaweriyê çêdike. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî erênî pêş bikeve û baweriya gel çêbike, divê dewlet gavên pêwîst bavêje û demildest bingeha qanûnî ava bike."
Sînem Sevenê diyar kir ku ji bo pêvajo bi awayekî baş bi pêş bikeve, divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were misogerkirin. Sînem Sevenê got: "Şertê herî bingehîn ji bo ku pêvajoya aştiyê veguhere aştiyeke mayînde, dadmend û civakî, ew e ku sermuzakerevan birêz Ocalan, di şert û mercên azad, saxlem û ewle de bijî û xebatên xwe bike. Perspektîfa çareseriyê ya ku wî pêş xistiye, di warê lihevhatina civakî, jiyana hevbeş û çareseriyên bêçek de ezmûneke bêhempa pêşkêş dike. Ev rastî ne tenê ji hêla civaka kurd ve, lê di heman demê de ji hêla gelek derdorên siyasî û sivîl ên li Tirkiyeyê ve jî tê bilêvkirin. Lêbelê, hêza siyasî vê daxwaza hevpar paşguh dike, pêvajoyê dereng dixe, dirêj dike."
Sînem Sevenê diyar kir ku ji nû ve avakirina serweriya hiqûqê di heman demê de avakirina hêviya civakî ye û got: "Tu projeyeke siyasî nikare mayînde be li cihê ku mafê hêviyê neyê garantîkirin. Bila em ji bîr nekin ku tiştê ku em îro bi hiqûqê re nîqaş dikin, di rastiyê de aştiya sibê ye. Kampanyaya îmzeyan ya ku me ji bo mafê hêviyê da destpêkirin, bi standên ku li bajar û navçeyên Bakurê Serhedê hatine danîn dest pê kir. Îmze li seranserê Kurdistanê, bi taybetî di nav ciwan û jinên kurd de eleqeyek mezin dibîne. Tenê li bajarên Bakurê Serhedê, di demeke kurt de bi deh hezaran îmze hatine berhevkirin. Ev nîşan dide ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla birêz Ocalan ve hatî destpêkirin ji hêla gelê Kurdistanê ve tê hembêz ,kirin. Em ê di her warî de hewldanên xwe bidomînin da ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi aştiyeke birûmet bi dawî bibe."
MA / Omer Akin