AMED - Şîna Yûsûf Gucel ê YPS’î ku sala di 2016’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê hat danîn. Şîn ji aliyê welatiyan ve bi girseyî hat ziyaretkirin.
Ji bo endamê Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) Yûsûf Gucel (Ferhat Amed) ku di 4’ê Nîsana 2016’an di dema şerê xweseriyê de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû, li Mizgefta Odabaşi ya li navçeya Rezanê ya Amedê şîn hate danîn. Malbata Gucel tevî Hevserokên Giştî yê Partiya Hermêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir pêşwaziya serdanan kir.
Şîna Gucel, bi girseyî hate ziyaretkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, nûnerên rêxistina partiyên siyasî yên Amedê, hevşaredar û gelek welatî çûn serdana şînê.