WAN - Nadya Sevsat a ku ji bajarê Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê hat Wanê û bi hevjînê xwe re tekstên Kurdî amade dike, li malê bi zarokên xwe şanoya pirpitokî bi ruh û can dike.
	Nadya Sevsat a 27 salî, tevî hevjîn û du zarokên xwe ji bajarê Urmiye yê rojhilatê Kurdistanê koçî Wanê kiriye. Nadya Sevsat, tekstên şanoyê yên ku ew û hevjînê wê li malê bi hev re amade dikin bi pirpitokan (kukla), ligel zarokên xwe Arjîn û Jiyar bi ruh û can dikin. Çîrokên Kurdî bi deng û keda zarokan vediguherin şanoya pirpitokê. Nadya û hevjînê wê, bikaranîna çavkaniyên xwe yên sînorkirî, lîstikên ku ew diafirînin wekî hewldaneke hevbeş pêşkeş dikin û piştre jî li kanala xwe ya YouTubeyê bar dikin. Tevî derfetên bisînor jî malbat, bi hevgirtina xwe hilberîneke hevpar pêş dixe. Di demeke ku şanoya pirpitokê hema hema ber bi tunebûnê de, Nadya û zarokên wê li rêyan digerin ku vê kevneşopiyê zindî û mayinde bikin. 
	Nadya Sevsat a ku niha di ŞanoWanê de cih digire, armanc dike ku xeyala xwe ya zarokatiyê pêk bîne. 
	Nadya Sevsatê, diyar kir ku ev xebata şanoya pirpitokê ku ew bi malbata xwe re dike wê keyfxweş dike û wiha behsa xebata xwe kir: "Ez niha bi şanoyê re eleqeder im. Min her tim dixwest ku di sînemayê de û şanoyê de bilîzim. Ji bo şanoyê her tim daxwazek û hezkirineke min hebû. Min dixwest bibim listîkvan. Lê li Rojhilat derfetên min çênebûn. Em di sala 2016'an de hatin vê derê. Ez piştî ku hatim vê derê, min dest bi şanoyê kir. Dema ku ez zarok bûm me televîzyon temaşe dikir û li wir me şanoya pirpitokê temaşe dikir. Em jê re dibêjin pirpitok. Dema ku me temaşe dikir em pir keyfxweş dibûn û pir bala me dikişand. Em hatin vê derê zarokên me hebûn me got, em bi zarokên xwe re şanoya pirpitokan bikin. Me got hem ew dê pê mijûl bibin û hem jî karekî bikin. Me bi vî awayî dest pê kir.”
	BI HEVJÎNÊ XWE RE TEKSTAN AMADE DIKE
	Bi domdarî Nadya Sevsatê bi lêv kir ku ew bi hevjînê xwe re vê xebatê bi awayekî hevpar dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min û hevjînê xwe texstên xwe nivîsandin û pirpitokên xwe dan axaftin. Ji bo zarokên me Arjîn û Jiyar jî ev karê ku me dikir pir balkêş bû. Tişteke ku wisa tu bi destê xwe pirpite û diaxive. Vê yekê bala zarokên me kişand û keyfa wan jê re hat. Bi malbatê me dest bi vê xebatê kir. Herkes diçû cihekî rûdinişt û bi pirpitan dixebitî. Şanoya pirpitokê ya bi Kurdî hema bêje tune ye û pir kêm e. Ruhê zarokan jî pir nerme. Tu her tiştekî bi listîk nîşanî zarokan bidî hîn dibin. Ez û hevjînê xwe bi hevre teksta xwe dinivîsin û bi zarokên xwe re mala xwe de bi tiştên kêm, bi telefona xwe me şanoya pirpitokê dikir û bi derfetên kêm em dîmenên xwe dikêşin. Em dixwazin zarokên me hîn bibin û bi wan re jî zarokên Kurd hîn bibin. Tiştek hebe ku hîn bibin, tiştek hebe ku fêr bibin. Şanoya pirpitokê pir kêm e û heta niha jî kesekî nekiriye."  
	DIXWAZIN ŞANOYA KÛKLA BIBIN GUND Û KOLANAN
	Di berdewamê de Nadya Sevsatê anî ziman ku ew dixwaze ku di pêşerojê de şanoya pirpitokê bi zarokan re li kolan û gundan jî bike û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin ku bi vê xebata xwe derkevin ser dike, biçin kolanan, taxan û gundan jî vê xebatê bimeşînin. Em dixwazin li her derê bileyîzîn. Piştî ku em van dîmenê xwe dikêşin em bar dikîn Youtubê. Armanca me ew e ku her zarokek bibîne. Êdî teknolojî pêş ketiye, heke ku mirov vê xebatê bi ser malperan parve bike belav dibe û digihîje gelek mirovan. Zarokên me ji şanoya pirpitokê pir hezkirin û me got dibe ku zarokên din ê Kurd jî jê hez bikin. Em dixwazin bi vê xebatê Kurdî jî bidin jiyan. Bila zarokên Kurd bi Kurdî hîn bibin. Bila zarokên Kurd çanda xwe fêr bibin. Dixwazin bi rêya listîkan, bi rêya şanoyê fêr bibin.  Di pêşerojê de dixwazin ku xebatên xwe berfirehtir bikin. Derfetên me zede kêm in lê em dixwazin ku vê xebata xwe bi hêz bikin."
	MA / Zeynep Durgut
								



