SILÊMANIYE - Welatiyên Iraqê dê tevî fikarên xwe yên têkildarî ewlehiyê, şefafî û baweriyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Di navbera partiyên Kurd de tifaqek nîne û ev jî destê wan zeîf dike. Li hêla din tê gotin ku îxtîmal heye hêzên navneteweyî û herêmî şerekî nû bidin destpêkirin.
	Di serdemeke ku li Rojhilata Navîn geşedanên pir girîng diqewimin de gelên Iraqê dê biçin ser sindoqan. Hilbijartinên Iraqê, hem ji hêla bandora xwe ya navxweyî hem jî ya li herêmê û navneteweyî girîng in. Hilbijartin dê di 11’ê Mijdarê de bên lidarxistin. Lê hilbijartin dê çiqas adilane bin, ev mijara nîqaşê ye. 
	Hebûna hin komên çekdar û zexta li ser hilbijêran, îdiayên ku namzetan qertên hilbijêran bi pereyan kirîne, fikarên têkildarî ewlehiya hilbijartinê û bêusûliyên di dema hejmartina dengan de, xetereyên cidî bi xwe re tîne. Xetereyên behsa xeberê, dibe ku bandoreke cidî li ser ewlehiya hilbijartinê û rewatiya wê bikin. 
	JI BO 329 KURSIYAN 7 HEZAR Û 768 NAMZET HENE 
	Li gorî daneyên Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê, li seranserî welat 21 milyon û 404 hezar kes xwedî mafê dengdayînê ne. 709 navendên hilbijartinê hene û dê 4 hezar û 501 sindoq bên danîn. 
	Ji bo 329 kursiyan, 2 hezar û 248 namzetên jin û 5 hezar û 520 namzetên mêr hene. Hin namzet jî dê serbixwe tev li hilbijartinê bibin. Gelek partî jî weke tifaq têdikevin hilbijartinê. 75 namzetên serbixwe, 31 tifaq û 38 partî dê tev li hilbijartinê bibin. 
	Ji sedî 20’ê kursiyan yên jinan, ji sedî 75 jî ji bo mêran hatine veqetandin. 9 kursî jî ji bo kotayên pêkhateyan hatine veqetandin. Ji bo Xiristiyanan 5, ji bo Şebekan 1, ji bo Êzidiyan 1, ji bo Kurdên Feylî 1 û ji bo mezheba Sabîî jî kursiyek hatiye veqetandin. 
	Li seranserî welat kotaya jinan ji sedî 20 e û li Herêma Federe ya Kurdistanê jî kotaya jinan ji sedî 30 e. 
	MILYONAN POSTER Û AFÎŞ HATINE DALIQANDIN 
	Kampanyayên hilbijartinê ji 3’yê Cotmehê ve bi awayekî fermî dest pê kirin. Li hemû bajar û navendên girêdayî wan mirov rastî poster û afîşên namzetan tê. Tê gotin ku bi milyonan poster hatine daliqandin. 
	SÊ HÊZÊN DIYARKER
	Bandoreke mezin a curbicuriya etnîkî û mezhebî ya li welat li ser hilbijartinan heye. Erebên Şîe, Erebên Sunî û Kurd parvekirina hêzê diyar dikin. 
	REWŞA PARTIYÊN KURD
	Di nava partiyên Kurd de tifaqeke hilbijartinê tune ye. PDK, li Hewlêr û Dihokê bihêz e. PDK ku têkiliyên wê bi Tirkiye û hin welatên Kendavê re heye, armanc dike ku hejmara kursiyên xwe biparêz e.
	YNK a bi serkêşiya Bafel Talabanî jî li Silêmaniye, Kerkûk û Helebceyê bihêz e. Piştî wefata Celal Talabanî, partî di nava xwe de bi rojeva parçebûnê mijûl bû lê dîsa jî bandora partiyê ya li herêmên behsa xeberê zêde ye. 
	Tevgera Nişfê Nû ya bi serkêşiya Şasûwar Abduwahîd jî li dijî PDK û YNK’ê xetereke muxalîf dimeşîne. Piraniya hilbijêrên vê partiyê, li navenda bajar dijîn. 
	Eniya Gel a bi pêşengtiya Lahor Şêx Cengî hatiye avakirin ku ji YNK’ê veqetiya bû jî di hilbijartinên dawî yên Herêma Kurdistanê de 2 kursî bi dest xist. Lahor Şêx Cengî, di 22’yê Tebaxê de hate girtin û tê goti ku ev yek dê bandorê li ser serkeftina wê ya di hilbijartinên Iraqê de bike. 
	Hilbijêrên Eniya Helwêst, Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Dadgerî û partiyên din jî li bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê belave ne.
	TIFAQ
	Bloka herî mezin a Şîe, Derdora Koordînasyonê ye. 8 tifaqên mezin ên ve blokê di parlamentoyê de cih digirin. Ji 329 kursiyên li parlamentoyê 140 jê yên vê blokê ne. Blokê ragihand ku dê bi çendek lîsteyên cuda têkevin hilbijartinê. 
	Di Tifaqa Îmar û Pêşvebirinê ku Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî serkêşiya wê dike de jî 7 tifaq cih digirin. 
	Di Koalîsyona Dewleta Yasayan a serokwezîrê berê Nûrî Malîkî serkêşiya wê dike jî yek ji baskên Sune ye. Koalîsyon, ji 11 tevgerên siyasî pêk tê û hedefa sereke ya koalîsyonê jî ew e ku Nûrî Malîkî bibe serokwezîr. 
	DIBE KU BOYKOT BANDORÊ LI ENCAMAN BIKE 
	Tevgera Sadr ku Mukteda es-Sadr serkêşiya wê dike jî demek berê banga boykotkirina hilbijartinan kir. Tê gotin ku zêdetirî milyonek hilbijêrên vê tevgerê hene û tevlinebûna wan a hilbijartinê dê rêjeya tevlibûna hilbijartinê pir daxîne. Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ya di sala 2021'ê de ji sedî 41 bû û tê gotin ku heke Sadr di biryara xwe de israr bike, ev rêjeye dê hêj bêhtir bikeve. 
	Lêbelê hinek derdor dibêjin ku dibe ev biryara boykotê ya Sadrê hemleyeke siyasî be. Her wiha tê gotin ku ev biryar, dê bi kêrî Derdora Koordînasyonê ya nêzî Îranê û partiyên girêdayî wê bê. 
	Tifaqa Serweriyê (Siyade) ku Hamîs Hançer serkêşiya wê dike jî piştî Serokê Parlamentoyê yê berê Muhammed el-Halbusi jê veqetiyayî, hêzeke mezin winda kir. Yek ji navên krîtîk ên eniya Sunî û Serokê Partiya Takkaddumê Muhammed el-Halbusî jî piştgiriyê dide lîsteyên cuda û hewl dide bandora xwe ya di qada siyasetê de zêde bike. Piraniya dengên Suniyan ji bajarên Enbar, Selahaddîn, Nînova, Diyala, Kerkûk û Bexdayê ne. 
	Tifaqa Azîm a bi serkêşiya Musena Semerai jî ji çendek partiyên biçûk pêk tê. Piştî aloziya di navbera Hamis Hançer û Muhammed el-Halbusî derket. 
	FIKAR Û XETEREYÊN HEYÎ
	Têkildarî hilbijartinan, fikarên hilbijêran hene. Gelo dê hilbijartin weke hatiye plankirin bên lidarxistin? Piştî hilbijartinê dê pevçûn derkevin? Piştî hilbijartinê dê hikûmet were avakirin? Ev pirs çendek ji wan fikarên xelkê Iraqê ne. 
	Şerên salên dirêj in didomin, şerên mezhebî û mudaxileyên derve, baweriya bş dewletê pir kêm kiriye. Lewma têkildarî ewlehiya hilbijartinê fikarên cidî hene. 
	Mezintirîn pirsgirêk jî nelirêtî û bêkarî ye. Beşeke mezin a gel ji ber nelirêtî û bêusûliyên partiyan nerazî ye. Ev jî weje sedema sereke ya daketina rêjeya hilbijartinê tê nîşandan. 
	QERTÊN HILBIJARTINÊ BI PEREYAN TÊN KIRÎN 
	Di pêvajoya hilbijartinê de yek ji mijara herî zêde hatiye rojevê, îdiaya ku hin namzetan û partiyên siyasî qertên hilbijêran kirîne. Serokê Rêxistina Bedir a Şîe Hadi el-Amîrî, got ku ji bo her qerta hilbijêrekî/ê 300 hezar dînarên Iraqê (nêzî 200 dolar) pere hatiye dayin. Partiyên weke PDK û namzetên cuda jî heman îdiayan dikin. 
	BERNAMEYEKE HILBIJARTINÊ YA PARTIYAN TUNE YE 
	Piraniya partiyên siyasî xwedî tu bernameyeke hilbijartinê nînin. Ji nîqaşên têkildarî pêşerojê zêdetir, zêdetir li ser mijarên berê li hev dixin. Gotina berê ya “jinûveavakirina welat” bûye gotina sereke ya gelek partî û tifaqan. 
	PÊŞBIRK DI NAVBERA SUDANÎ Û MALÎKÎ DE YE
	Pêşbirk, dê d navbera Serowezîrê heyî Muhammed Şiya es-Sudanî û serokwekzîrê berê Nûrî el-Malîkî de derbas bibe. Sûdanî dixwaze dîsa bibe îktîdar û Malîkî jî hewl dide dîsa were hilbijartin. 
	HEVRIKIYA DYA Û ÎRANÊ
	Îran, li ser milîsên Şîe û partiyên siyasî xwedî bandorekî zêde ye. Bi rêya Heşdî Şebî û komên siyasî yên Şîe yekser mudaxileyê bike. DYA, armanc dike ku bandora Îranê qels bike. Tirkiye jî hewl dide bi rêya hevkariya bi PDK’ê re bandora xwe zêde bike. Hinek partiyên Turkmen û komeleyan biryar dan ku piştgiriyê bidin lîsteya PDK’ê ku ev jî weke encama vê tifaqê tê şîrovekirin. 
	XETEREYA PEVÇÛNAN ZÊDE YE
	Fikarên cidî hene ku hilbijartin bên taloqkirin an jî piştî hilbijartişnê pevçûn derkevin. Ya din jî tê gotin ku avakirina hikûmetê û diyarkirina serokwezîrekî nû dê demê bixwaze. 
	Encamên hilbijartinên li Iraqê dê bandora xwe ya erênî û neyînî li ser herêmê hebin. Encam, xwedî wê potansiyelê ne ku bandorê li parvekirina dahatên petrolê, ewlehiya sînor, rewşa herêmên binîqaş (Kerkûk, Şengal), hevrikiya di navbera partiyên Kurd de (bi taybet jî PDK û YNK) û têkiliyên Iraqê yên bi welatên Ereb re bike. 
	MA / Azad Altay
								
						
