AMED - Ji damezrînerên koma şanoya Kurdî Şanogelê Bariş Gorecek, banga piştgirîyê ji bo lîstikên Kurdî kir.
Li Amedê komeke şanoyê ya bi zimanê Kurdî bi navê Şanogel hat avakirin. Koma Şanogel a ji 10 kesan pêk tê, di 23'yê Mijdarê de li Şanoya Bajêr a Amedê yekem lîstika xwe ya bi navê "Şermorî" pêşkêş kir. Lîstik dê di 25'ê Kanûnê de dîsa li Şanoya Bajêr a Amedê were pêşkêşkirin.
Derhênerê Hunerî yê Giştî yê koma Şanogelê Bariş Gorecek ku mezûnê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ye, çar salan li zanîngehê xebatên şanoyê kir. Gorecek ku du sal berê mezûn bûye, van hewildanan bi tîma "Şanogel" re didomîne ku wî di Cotmehê de bi hevalên xwe re ew ava kiriye.
Gorecek, têkildarî koma şanoyê û lîstikên wê axivî. Gorecek diyar kir ku dema ku li zanîngehê dixwend, li Wan, Amed, Mêrdîn, Riha û Êlihê beşdarî gelek pêşandanên şanoyê bûye û îsal wî bi komeke hevalên xwe yên ku hem li zanîngehê û hem jî li deverên din bi şanoyê re eleqedar dibin, tîma Şanogelê ava kiriye.
Gorecek diyar kir ku Şanogel tê wateya "Şanoya Gel" û ew armanc dikin ku kêmasiyên ku ew di şanoya Kurdî de dibînin çareser bikin û got: "Em dixwazin bigihîjin kolanan, mirovan. Em dixwazin bigihîjin kesên pîr, jinan, zarokan. Em xwe wekî rengekî nû, bêhneke nû di şanoya Kurdî de dibînin."
LÎSTIKA WAN A EWIL ŞERMORÎ
Gorecek bi bîr xist ku yekem lîstika wan a bi navê Şermorî, wergera berhema John Steinbeck ji bo zimanê Kurdî, li Şanoya Bajêr a Amed hatiye pêşandan û got: "Şermorî, şanoyeke yekkesî, bi çîroka leşkerekî di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de şer dide ber lêpirsînê." Gorecek got ku peyama lîstikê balê dikişîne ser pevçûnên heyî û balê dikişîne ser şerên ku li Rojhilata Navînê û li her çar perçeyên Kurdistanê didomin. Gorecek got: "Bi rêya vê lîstikê, temaşevan dibînin ka şer çiqas wêranker e. Leşker fêm dike ku kesê li hemberî wî birayê wî, dayika wî an bavê wî ye. Peyama ku em dixwazin ragihînin eşkere ye; hemû cureyên şer xirab in û aştiyeke birûmet ji her tiştî girîngtir e."
Gorecek diyar kir ku Şanogel dê di heyama nû de lîstikên nû pêşkêşî temaşevanan bike û got: "Em dixwazin di warê çandê de jî xwedî gotin bin. Em ê pirsgirêkên zimanê xwe, newekheviyên ku gelê me pê re rû bi rû dimîne û têkoşîna jinan a ji bo azadiyê bikin mijarên sereke yên lîstikên xwe. Em dixwazin ji bo lîstikên Kurdî hêwan tijî bin. Werin em piştgiriyê bidin şanoya Kurdî."
