Qeymeqam destûr da, lê dema bû qeyûm rûxand

  • rojane
  • 09:21 19 Cotmeh 2018
  • |
img
RIHA – Qeymeqamê Xelfetiyê Şeref Albayrak, li Taxa Cibînê ji bo 28 xaniyan destûra îmarê dabû, lê belê piştî wekî qeyûm hat tayînkirin ji bo van xaniyan got "avahiyên qaçax in" û ew rûxand. Şêniyên taxê, gotin ew hatine xapandin û bertek nîşan dan. 
 
Qeymeqamê Xelfetiyê Şeref Albayrak, ku di 23'yê Kanûna 2016'an de bû qeyûmê Şaredariya Xelfetiyê, dema qeymeqam bû li Taxa Cibînê ji bo 28 xaniyan destûra îmarê dabû, lê belê piştî bû qeyûm got "ev avahî qaçax in" û ew rûxandin. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan. 
 
‘BÊYÎ KU HIŞYRA BIKIN RÛXANDIN' 
 
Kadriye Ozmen, anî ziman ku beriya Qanûna Bajarê Mezin taxa wan gund bû, lê piştî vê qanûnê bû tax û li Rihayê taxa wan a herî kevn e. Ozmen, anî ziman ku ji ber piraniya avahiyên taxê kevn in, hindik mabûn birûxin û wan xwestiye li nav erdên xwe avahiyên nû çêbikin. Ozmen got: "Di sala 2012'an de me xwest em li nav erdê beyar xanî çêbikin. Lê belê ji ber qada SÎT'ê bû destûr nedan. Piştî 3 salan şûnde dîsa me serî li Qeymeqamtiya Xeleftiyê da. Qeymeqam ji me re got 'xaniyên xwe çêbikin, tenê dê şaredarî were û ceza li we bibire û hûn jî wî cezayî bidin û paşê ji bo ruxsetê di navbera 2 hezar û nîv û 5 hezaran de pere razînin, tiştek nabe.' Me jî wisa kir û ji bo ruxsetê me pere razand. Xaniyên me li ber qedandinê bûn, vê carê qeymeqam bû qeyûm û bêyî me hişyar bike di nav 3 rojan de xaniyên me rûxandin." 
 
‘HEM RÛXANDIN HEM JÎ EM XISTIN BIN DEYNAN' 
 
Ozmen, diyar kir ku ev bêwijdanî ye û got: "Ji me re gotin 'ji ber we di 2012'an de dest pê kiriye dibe ku hûn sûdê ji efûya îmarê bigirin.' Em jî li gor vê tev geriyan. Ji bo vê di dest me de belge heye, lê dîsa jî gotin 'avahiyên qaçax in' û xaniyên me rûxandin. Hem em ji pereyên xwe bûn hem jî em bûn deyndarê şaredariyê." Ozmen, destnîşan kir ku piştî xaniyên wan hatin rûxandin wan xwestiye bi qeyûm şeref Albayrak re hevdîtinê çêbikin, lê belê qebûl nekiriye. 
 
'DU CARAN EM XAPANDIN' 
 
Şêniyê taxê Mûzaffer Atmaca jî, diyar kir ku wan di sala 2012'an de li nav erdê gund dest bi çêkirina xaniyan kir, lê belê gotin qaçaxa û xera kirin. Atmaca, anî ziman ku lê 3 sal şûnde efûya îmarê derket û ji bo sûdê ji vêe fûyê bigirin wan ruxset derxistine û dest bi çêkirina xaniyên xwe kirine. Atmaca got: "Pêşî ji me re gotin çêbikin, paşê jî gotin 'qaçax in' û hatin rûxandin. Du caran em xapandin. Pêşî gotin çêbikin, me jî çêkir. Şaredarî hat ceza li me birî. Paşê her çend ruxseta me hebû jî, bêyî hişyarkirinê şaredarî xaniyên me rûxand." 
 
Atmaca, anî ziman ku pêşî ji b înşeatê destûr hatiye dayîn û got: "Pêşî tapû jî dan me, paşê tapûya me betal kirin. Em nizanin ji bo çi tapûyên me betal kirin. Paşê efûya îmarê derket. Me xwest em sûdê ji vê efûyê bigirin, lê nebû. Paşê hevjîna min rihmet kir. Îjar di vî emrî de di nav vê gemariya malê de mame û bi ser de jî cezayê li me hatiye birîn didim. Nizanim ez ê vî pereyî çawa bidim." 
 
MA / Erdogan Alayumat

Sernavên din

22/10/2018
10:19 Jinek hat qetilkirin
10:19 Penaber noqî avê bûn: 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
09:46 Bihuştek veşartî: Salordek
09:26 Helbestvan Bereh: Wêje û ziman ruhê neteweyekê ye
09:16 DÎSK-AR: Krîz encam polîtîkayên 16 salan e
09:16 Di Herêma Serbest de karker çewisandin serbest e!
09:15 'Jin ji bo fatûreya kêm bidin divê bêtir xwe bi rêxistin bikin'
09:14 ‘Pêşnûmeya efûyê bê qebûlkirin dê tehdîta li dijî jinan zêde bibe’
09:13 Kaçmaz: Pereyê gel didizin û şaredariyan deyndar dikin
09:13 Di doza Safîturk de li benda biryarê ye: Bi darizandina adîl dê tev beraet bikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2018'AN
21/10/2018
19:33 Serokên baroyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê diyar bûn
17:34 Şaredariya Sîlopî nûçe piştrast kir û parastina 'Mexdûriyetê' kir
17:13 Osman: Pêwiste Kongreya Neteweya Kurdistan pêk bê
16:41 Oluç: Hilbijartin di heman demê de referanduma hiqûq û demokrasiyê ye
16:03 Partiya Pêşerojê ya Sûriye: Em Sûriyeke demokratîk dixwazin
14:44 Rojnameger Kartal hat girtin
13:13 Karkerên 27 rojin kar berdane: Em bi piştgiriyê bêtir xurt dibin
13:09 HDP’ê bi partiyên kurd re civîn li dar xist
12:54 Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê: Di koordînatên girtekan de hestiyên winayan hat dîtin
12:44 Temellî bersiv da Erdogan: Em ê di hilbijartinê de mîna Amedsporê bi ser bikevin
10:26 Bi 'Henekî' gule berda serî û kuşt
10:15 Çelebî ku 22 salin girtî ye 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwestin
09:56 Encama fermî ya hilbijartina Herêma Federe ya Kurdistanê aşkere bû
09:14 Li odeyeke 3 metreyî li aqûbeta xizmên xwe digerin
09:13 Saleke Serfermandariyê bersiv nedaye
09:11 Parêzerê hat berdan: Parastin bi êrîşan re rûbirû ye
09:09 Berdevkê Komîteya Krîzê: Rewşa Tirkiyeyê ji ya Arjantînê jî xirabtir e
09:08 Akademîsyenên îxrac bûn, ji bo zarokan şahiyê li dar dixin
09:04 Nexweşîna Arîna 15 mehî girantir dibe
09:03 'Helwesta Bekir Kaya wê muxalefeta civakî xurtir bike'
09:01 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2018'AN
08:06 Karkerê ji qadê 10 ket jiyana xwe ji dest da
20/10/2018
20:27 Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
20:19 Li Desteya Giştî ya Enqereyê bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê
19:55 Tedawiya girtiyê nexweş Salîh Gun bi derengî tê xistin
18:38 Rojên Wêjeya Berawirdiyê bi çalakiyên cur bi cur didome
17:29 Erdogan bêyî behsa HDP’ê bike deng ji Amediyan xwest
17:28 Parlamenterê HDP’ê û aborînas Katircioglu: Em dikevin krîzek kûr
16:51 Parêzara Ocalan: Divê li dijî tecrîtê em xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin
16:44 Namzeta ODAV'ê Keskîn: Em ne esker em hiqûqnas in
15:38 ‘Girtiya nexweş Sîsê Bîngol berdin'
15:37 ÎHD: Girtiyê nexweş Aksû serbest berdin
14:52 Turkdogan: Hewl didin mirovan winda bikin
14:43 Ji girtiyê nexweş Atli re azadî xwestin
14:37 Pervîn Bûldan: Demokrasî bêyî jinê pêş nakeve
14:11 Diwarê atolyeya tekstîlê hilweşiya: 2 karker mirin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosun û Aydemîr pirsîn
12:59 Lijneya Giştî ya Baroya Stenbol bi çalakiyê dest pê kir
12:26 Doz li rêveberên Amedsporê vekirin
11:58 Temellî: Çareserî demokrasiya radîkal e
Turk: Berî her tiştî divê em yekîtiyê xurt bikin
11:50 Wênegir Ara Guler tê oxirkirin
11:31 Şêniyên Amedê: Heke gel ji qeyûman kêfxweş be lê ev tirs çi ye?
11:01 Îfadeya şahidê doza Safiturk: Erê, Na!
10:38 Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome
10:30 Li Wanê di ‘Roja Muxtaran’ de 16 muxtar ji kar hatin avêtin
10:11 Karkerên jin ên rastî dijwariya krîzê tên: Ev ne edalet e
10:00 Ji bo Erdogan ketina Sûrê qedexe kirin
09:51 Miduriyeta Perwerdehiyê ji bo hatina Erdogan seferber bû
09:39 Girtiyê nexweşiya Wernicke Korsakoffê nayê berdan
09:20 Li Hezoyê 9 keya ji peywîrê hatin girtin
09:19 ‘Divê hemû kesên xwedî wijdan piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê'
09:18 Girtiya hat sewqkirin: Di rê de em hatin derbkirin
09:18 Gelê Wanê: Em ê şopdarê doza Bekir Kaya û hevalên wî bin
09:17 Ergîn Xelikan: Muzîk deryayek bêbinî ye
09:16 Êdî kes nikare di dawetan de jî xwarinê bide
09:15 Ji ber JES'an berdariya zeytûn û hejîran ji sedî 50 kêm bû
09:15 Colemêrgî dixwazin Leyla Guven li kuçe û kolanên bajêr be
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2018'AN
19/10/2018
19:00 Koç: Di salek dawî de çend eskeran întîhar kiriye?
18:10 Serlêdana wasiyê Ocalan a ji bo hevdîtinê hat redkirin
16:58 Gulser Yildirim a HDP'î nehat berdan
16:28 Dozger îtîrazî berdana kesên li Amedê hatin berdan kir
15:59 Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr Elçî tê danîn
15:23 Li zeviya vala 6 saetan îşkence lê kirin
14:39 Oluç ji Erdogan re got: Xwezî te li Tirkiyeyê jî xweserî biparasta
14:26 Rapora ÎHD'ê: Girtî ji ber fikrên polîtik rastî binpêkirina mafan tên
13:58 Piştî Doza Nisêbînê polîsan parêzer û parlamenter Gunay tehdît kir
13:52 Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye?
13:35 Cezayê Mamoste Ayşe hat taloqkirin
13:33 Bi ziyareta gora Tahîr Elçî dest bi xebatên xwe kirin
13:21 Wasiyê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê li dozgeriyê serlêdan kir
12:58 Rojnamegera pirs ji wezîr kir rastî gefa wezîr hat
12:16 HDP dê li Amedê dest bi xebatên hilbijartina herêmî bike
12:13 Di doza Nisêbînê de kes nehat berdan: Şahidekî di rojekê de 343 kes teşhîs kir!
12:12 Serokê SGP’ê Qeftan: Sûriye ne ya Baasê ye ya gelan e
11:50 Gergerlîoglu: Tê plankirin ku 255 girtîgehên nû çêkin
11:31 Ewil derp kirin dûre ceza kirin
11:20 Li Bêrecûkê keyayek hat girtin
10:46 Eywana Heskîfê jî bar kirin
10:40 100 rojin li cenazeyê kurê xwe digerin
10:25 Polîsan endama Meclîsa Dayika Aştiyê Medine Kaymaz binçav kirin
10:12 Qeyûmên Silopiyayê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî difiroşin rêveberên AKP'î
09:54 ‘Mesrefên xizantiyê jinan naparêze’
09:21 Qeymeqam destûr da, lê dema bû qeyûm rûxand
09:20 Cotkar ji mecbûrî dê traktora xwe bifiroşe
09:19 ‘Dê bi dengê li derve binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kêm bibin'
09:18 Esnafên Ataşehîrê: Hindik maye em top bavêjin
09:18 Waniyan bersiv da Erdogan: Em ê li ser sindoqan hev bibînin
09:17 Piştî arvan û nan biha bû, gel berê xwe dide aş