Derûnînas Çelîk: Bi sondê dixwazin rûpûşa spî têxin rûyê ên din

  • rojane
  • 10:01 28 Cotmeh 2018
  • |
img
WAN - Derûnînas Mehmet Basrî Çelîk, der barê "Sonda xwendekaran" de pirtûka Psîkyatrîst Frantz Fanon a "Çermê reş rûpoşa spî" bibîr xist û wiha got: "Bi vê sondê dixwazin rûpoşa spî têxin rûyê kurd, ereb, ermenî, çerkes, lazan." 
 
8'emîn Daîreya Şûreya Dewletê  biryar da ku pêşnûma-qanûna ku "Sonda Xwendekaran" a 5 sal berê hatibû rakirin betal bike. Der barê vê biryarê de bertek û nerazibûn zêde dibin. Têkildarî biryarê Derûnînas Mehmet Basrî Çelîk nirxand. Çelîk, anî ziman ku divê berî her tiştî pirsên "Dibistan çiye?, Dibistan kêrî çi dê? Mamoste çiye? divê rast bê pirsîn û rast bê bersivandin û wiha got: "Divê dibistan û zarok xwe aydî hev hîs bikin. Dema zarok çû dibistanekê divê wekî dibistana xwe hîs bike û xwe li wê dibistanê biyanî hîs neke. Divê bi çand, ziman û nasnameya xwe xwe  hîs bike. Di cîhanê de jî bi awayekî gerdûnî wisa ye. Divê zarok bi nasname û hebûna xwe xwe li wir hîs bike. Ev jî nasname, çand, ziman û lîstika zarok e. Dema Sonda xwendekaran rakirin em wekî pisporê vî karî kêfxweş bûn. Lê niha dîsa Sonda xwendekaran tînin. Ev wêde dike. Yekperestiyê pêş dixe. Zarok her dem bi hişê xwe û zimanê xwe kêfxweş dibe. Lê Bi vê sondê yekperestiyê pêş dixin. Ji ber ku ev sond tenê nijadekî derdixe pêş û serdest nîşan dide. Yen din jî dike qurbana yê serdest. Pekî pir bilind û pêşketî, yên din jî kêm û paşverû nîşan dide. Dixwazin hemû nijad, çand û nasnameyên din bi nasnameya ê serdest kêfxweş bibe. Bi gotina 'Çi Xweşe Yên Bêjin ez Tirk im' dibêje ger ku tu ne tirk be tu ne kêfxweş e. Dibêjin ‘Bila hebûna min diyari hebûna Tirk be' Hebûna yekî din diyari yê tirk dikin. Ev bi serê xwe pirsgirêk in. Zorak tenê zarok e. Divê weki zarokan jî nêzîk bibe. Lê li zarokan nijadê ferz dikin. Divê wekî zarokan nêzî zarokan bibin."
 
'HIŞÊ ZAROK TEV LI HEV DIBE'
 
Çelik, da zanîn ku piştî vê ferzkirina sondê zarok dikeve nava pirsa 'Ez kîm e' û wiha got: "Mejiyê zarok tev li hev dibe. Zarok dibêje 'Ez kurd im, tirk im, ereb im, laz im çerkez im, ermenî me?' û hişe zarokan tev li hev dibe. Zarok dema tê malê bi zimanekî bi dayik û bavê xwe re diaxive. Dema li dibistanê bi zimanekî din di axive." Dikevin nava nakokiyan û dibejin 'Dayik û bavê min kesê ku mirov ji wan şerm bike ya na? Dikevin nava nakokiya ziman, çand û nijadî. Di encamê de her kesî mecbûrî ziman, çand û nasnameya nijada tirkîtiyê dike. Nasnameya Tirkîtiyê li her kesi ferz dike û nasnameya tirk wekî ya serdestan nîşan dide." 
 
RÛPOŞA SPÎ LI YÊN DIN FERZ DIKE 
 
Çelik, dazanîn ku zarok bi cîhana xwe heye û wiha got: "Dema mirov li diroka faşîzma cîhanê dinere, her dem çarda faşizmê zarokan ji bo xwe dike amûr û wekî laboratuarê bikar tîne. Dema zarok di vê labaratuarê de mezin bibe piştî mezin bibe jî dê bi hişmendiya nijadperestî û kevneperestiyê mezin bibe. Dê bi çand serdestiyê mezin bibe. Zarokên ên din jî dê bêjin 'Ez bêtir tirk im. Ez bi tirkîtiyê kêfxweş im. Ji bo ez kêfxweş bibim çima nebim tirk' Psikyarîst Frantz Fanon di pirtûka xwe ya ‘Çermê reş Rûpoşa Spî" de vê rewşê baş tîne ziman. Ji ber ku ji çermê xwe yê reş şerm dike û biçûk dibine xwe wekî ên spî nîşan dide. Rûpoşa ê spî li xwe dike. Niha bi vê sonda xwendekaran jî dixwazin Kurd, Ereb, Ermenî, Çerkez, Laz û hemû yên din rûpoşa tirk li xwe bike. Li hemû kesên din ferz dike ku bi nasnameya tirk bijîn û xwe înkar bikin. Ev yek li ser zarokan bandorek neyînî ava dike. Li ser serkeftin û pêşketina zarokan bandorek neyîni pêş dixe. Zarok di nava civakê de dibe mînakek xerab. Zarokê ku nasnameya din li ser wî tê ferz kirin her dem xwe di nava civakê de kêm û bêçare hîs dike."
 
MA / Berzan Guneş
 

Sernavên din

28/10/2018
15:51 Turan ê HDP’î çû serdena cotkaran
15:36 Şaxa Malajiyanê ya Riha rêveberiya xwe ya nû ava kir
15:00 Parlamenter Kenanoglu: AKP dê winda bike
14:28 Temellî: Muxatabê yekemîn Birêz Ocalan e
13:48 Tabelaya HDP'ê daxistin û şewitandin
13:20 Li Enqere cenazeyê zarokekî Sûriyeyî hat dîtin
12:41 Rojek beriya vekirina Balafirgeha 3'emîn karkerek ji jor ket û can da
11:44 DAIŞ'î, di dîmenên şand de cînayeta rojnameger Bagdu vegot
11:37 Jina li Edeneyê xwe ji banî avêt jiyana xwe ji dest da
11:32 Yîgît: Hêza Emperyalîst li Sûriye îflas kir
10:17 Bîlgen: Siyasetmedarên Qersê, bi hewldana aştiyê tên tawanbarkirin
10:01 Derûnînas Çelîk: Bi sondê dixwazin rûpûşa spî têxin rûyê ên din
09:11 ‘Ji ber bazirganiya şerî leşker diqefilin û dimirin'
09:10 Taşçier: Heta yekîtî çênebe, wê kurd nebin xwedî statu
09:09 Li Mor Gabrîelê, wêne temsîlî lê gor rasteqîn in
09:07 'Heqê xwarinê' ji girtiyan distînin
09:07 Xwendekara hat derbkirin: Mêr hêzê ji îktîdarê distînin
09:06 Hewceyî gotine nake: Hûn dibinin
09:04 Sîsê Bîngol êdî navê zarokên xwe jî ji bîr kiriye
09:01 Qada caretta carettayan dikin pîst
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2018'AN
27/10/2018
17:40 Polîsan ji HDP’iyan got: Suleyman Soylu tişta pêwîst dike
17:25 Pirtûka Kişanak li Mersînê gihişt xwînerê xwe
17:19 Li Şirnexê tevgera leşkerî
16:29 Endamê Meclîsa HDP'ê Saglam girtin
16:25 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:47 Mesûtoglu yê berpirsê kuştina Safîturk hat dîtin di rojiya mirinê de ye
15:29 ‘Hevrûbûna dîrokê bingeha aştiya civakî ye'
15:29 Gundiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn: Em bi karesatê re rû bi rû ne
14:55 Acetîn: Ozelmali nikare pêdiviyên xwe pêk bîne
14:45 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê aqûbata Tosûn pirsî
14:39 ‘Her dem em rûçikandin, lê emê rêyên nû bibînin'
14:06 Dayika Toraman ê winda: 27 salin bêdeng nemam e
13:44 Beriya zîrveya Sûriye hevdîtinên du alî dest pê kir
13:40 Komxebata KHK, Keda Jinê: KHK dê biçin û jin dê bimînin
13:18 Konferansa Amedê pêk hat: Divê pêvajoyek nû bi Ocalan re bê destpêkirin
12:35 Turkdogan: CMK'ê îhlal dikin
11:19 AA Babat PKK'yî nîşan da
Kek, birayê min Babat şivan e
10:40 ‘Bi qanûnan hewl didin jinan hewceyê zilaman bikin’
09:47 Li dijî HDP’ê ya Enqerê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
09:30 Ewil navê kurdî guhert piştre muxtar ji peywirê girt
09:20 Civaknas Bariş: Wekî Ocalan got, nijadperestiyê em sed sal paşve xistin
09:18 Karkerên Superpakê 240 rojin di çalakiyê de ne
09:18 ‘Qeyûm dikarin tabelayan jê bibin lê nikarin hişê mirov jê bibin'
09:17 Karkerên Flormarê: Di şertên zivistanê de jî çalakiyên me dê bidomin
09:16 Derûnînas: Dikarin sondeke azadîparêz dînin
09:16 Dermankirina nexweşê pençeşêrê Suncak asteng dikin
09:14 ‘Rojevkirina sondê xizmeta aştiyê nake'
09:14 Keya tayînî gundên vala kirin!
09:13 Ji 62 esnafên sîteya komirvanan 34 jê top avêtin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTEMAH 2018'AN
08:19 Cihê 39 Waliyan hat guhertin 21 walî ji peywirê hatin girtin
26/10/2018
23:39 3 tîmên JOH'ê qerisîn: 2 tîm qefilîn û jiyana xwe ji dest dan
23:19 10 malbatan ji bo cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin serlêdan kirin
21:39 Dozger daxwaza hevdîtinê ya wasiyê Ocalan red kir
16:14 ÎHD: Li girtîgehan binpêkirinên mafan wekî serdema OHAL'ê zêde ne
16:02 Îdîayên siyanurê ya li Şemrexê Saziyên Civakî kirin nava tevgerê
15:16 Karkera çandiniyê di bin kamyonê de can da, karkerê înşatê ji kata 9'an ket û can da
14:55 Xeta sînor ji bo 15 rojan hat qedexekirin
14:46 Boriyên Qeyûmê teqiyan
14:40 Endama Meclîsa HDP'ê Nadiye Gurbuz hat berdan
14:32 Meclîsê pirsîn HDP’ê qeyd nekirin
14:23 Êrîşî Bîrdariya 10'ê Cotmehê kirin
14:05 DÎSK: Berpirsê krîzê îktîdar û patron in
14:05 Ji bo tevlîbûna Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê bang
13:32 Parlamenterên HDP’ê yên Amedê bi rojnamegeran re civiyan
13:00 7 hezar koçber di rêya DYA de ne: Trump amadekariya hilbijartinan dike
12:38 Rojnameger Ataman nehat berdan
12:24 Ji Hevşaredarê Xelfetî re ceza xwestin
11:51 Zîrveya çaralî dê sibê li Stenbolê pêk bê
11:50 Wasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
11:27 Otobusa rêwiyan qulipî: Kesek mir û 29 kes birîndar bûn
10:42 Li Qersê li dijî siyasetmedarê kurd operasyon
10:39 Li Mêrdîn û Şirnexê taviya baranê bi bandor bû
10:28 'Gelê herêmê ji mafê tenduristiyê sûdê nagire
10:02 Li Geverê du gund dibin avê de man
09:51 Ziman Zan Alpay: Polîtîkayên pişavtinê hatin nûkirin
09:26 ÎŞKÛR e yan şaxeke AKP'ê ye, ne diyar e
09:25 Kaçmaz: Bi tecrîdê yekîtiya netewî jî tê astengkirin
09:24 'Divê em di şanoya bi kurdî de israr bikin'
09:24 Dêra Fevkaniyê wêran bûye
09:23 Karkerên ji kar hatin derxistin 426 roj in li ber xwe didin
09:22 ‘Ên dibêjin krîz tune ye, bila dakevin kuçeyê û bibînin'
09:21 Dozger ji bo terfiya xwe xwest dosyeyê têxe rêza pêşî
09:20 Xeyal avahiya 5 stêrkî ye, lê jiyan prefabrîkên xilmetî!
09:19 Girtiyê 29 roj in di greva birçîbûnê de: Ne piştî mirinê niha xwedî derkevin
09:18 Li qişleyan hejmara mirinên biguman zêde dibin
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2018'AN
25/10/2018
17:35 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:45 Meclîsa Jinan bertek nîşanî binçavkirina Gurbuz da
16:26 HDP’ê li Meletiyê civîna amakedariya hilbijartina herêmî pêk anî
15:36 Şahîn a agahî da derve rastî cezayê hucreyê hat
15:22 Dersim Dag doza Lîcê ji wezîrê Dadê pirsî
14:53 Rapora pisporê ‘Doza Panzerê’ rastî bertekan hat: Em nikarin panzerê bidarizîn in
14:37 Eskerekî din jî bi guman mir
14:36 Sarisaç ê HDP'î: Em bibin yek dikarin xwe ji faşizme rizgar bikin
14:07 HDP’ê ji bo aştiya civakî 3 pêşnûma-qanûn dan meclîsê
14:04 Di Nobeta Edaletê ya heftaya 76’emîn de sonda têkoşînê hat dayîn
13:50 Li 3 rojnamegeran 4 sal û 9 meh û 12 roj ceza birîn
13:41 Derûnînas Çeter: ‘Sonda xwendekaran' dibe sedema aloziya nasnameyê