Yîgît: Hêza Emperyalîst li Sûriye îflas kir

  • rojane
  • 11:32 28 Cotmeh 2018
  • |
img
AMED – Duh Rûsya, Fransa, Almanya û Turkiye li Stenbolê zîrveya çar alî pêk anîn. Mijara sereke “Rewşa Sûriye û komên çekdar bûn' Nivîskar û siyasetmedar Hamide Yigit, anî ziman ku armanca Tirkiye ya vê zîrveyê komên çekdar ên li Sûriye dîsa li welatên xwe vegerin e û wiha got: "Ev rewş Ewropayê matmayî dihêle." Yîgît, bal kişand ser rewşa Sûriye jî û anî ziman ku Hêza Emperyalîst lie Sûriye îflas kiriye. 
 
Duh li Stenbolê zîrveya çar alî ku Tirkiye Rusya, Almanya û Fransa beşdar bûn pêk hat. Mijara sereke rewşa Sûriye bû. Di civînê de Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Seroka Almanya Angela Merkel û wezîrên wan amade bûn. Di civînê de li ser encama mutabakata Soçî, rewşa Idlibê, penaberên li Tirkiye û platformên Astana û Cenevre niqaş kirin. 
Piştî zîrveyê Serokên dewletan peyama vegera penaberên ji axa xwe koç kirine bûn. Lê Erdogan dîsa gefên operasyona li Rojhilatê Firatê dubare kir. Dîsa xwest ku komên çekdar ên li Idlibê li welatên xwe vegerin. 
 
Nîvîskara ku li ser geşedanên li Rojhilata Navîn lêkolîn dike û nivîse Hamide Yîgît, têkildarî armanc û encama zîrveya çaralî ya ku duh li Stenbolê pêk hat, ji Ajansa  Mezopotamya (MA) re axivî. Yigît, li ser rewşa dawî ya Sûriye axivî û wiha got: "Di asta ku em hatinê de ya ku li Sûriye bi ser dikeve berxwedan e. Li vir, ji şerê ku artêşên dewletên fermî dimeşînin wêdetir, têkoşîn û berxwedana gel a li Kolan û taxan, Komîteyên gel, Hêzên Parastina Gel en rastîn ên wekî YPG-YPJ'ê bêtir balê dikişînin. Hêzên parastina gel bêtir derdikevin pêş û bêtir girîng in. Heta niha li Sûriye şerê wekaletê hat meşandin. Ji ber krîza serdestiyê ya Hêzên Emperyalist  pêk dihat. 
 
'PROJEYA EMPERYALÎST LI SÛRIYE ÎFLAS KIR' 
 
Şerê welaketê ku li vir dihat meşandin, li ser şervanên El Kaide yên ku ji çar aliyên cîhanê kom kirine hat meşandin. Li şûna şerekî simetrik, şerê asimetrik hat meşandin. Şerekî ne li hevhatî, bê pîvan û bê qural, şerê ne li hev û ne wekhev hat meşandin. Hemû militan ji bo cîhatê şandin Sûriyeyê. Lê ev cîhat ne ji bo xwedê, ji bo hêza emperyalist hat meşandin. Ev mîlîtanên ku ji bo Sûriye şandin êdî vegera wan mijara niqaşê ye. Ji ber ku rastî berxwedanek mezin hatin. Ji ber ku Bloka emperyalist têk çû. Ji ber vê yekê emperyalista du alî derket pêş. Ev di rewşa Rusya û rastiya herêmê de xwe nîşan dide. Di encamê de li Sûriye berxwedan bi ser ket. Ji hêza artêşên dewletan bêtir ez girîngiyê didim Hêza YPG-YPJ'ê. Di encamê de projeya emperyalist li Sûriyeyê îflas kir. Li Libya bi ser ket, lê li Sûriye îflas kir. " 
 
TIRKIYE BI MÎLÎTAN Û KOÇBERAN GEFAN LI EWROPA DIXWE
 
Yîgît bal kişand ser şervanên El-Kaîde û wiha got: "Tirkiye dixwaze şervanên li Sûriye dîsa vegerin war û malên xwe. Ya ku ewropa matmayî dihêle û wan dixe nava fikaran vegera komên çekdar ên cihadê ne. Mijara din jî rewşa penaberan e. Şer li ser havzayên Xaza Xwezayî tê meşandin. Dixwasin serdestiyaxwe li ser van qadan ava bikin. Ev xuya ye dê demekê bidome. Hêsên kurevî heta ku hêza wan hebe dê têbikoşin. Lê çi dibe bila bibe li Sûriye êdî şer gihiştiye encamekê. Mîlîtanên ku li eniyê şer dikirin tev hatin li Idlibê kom bûn. Pozisyonên hêzên kurevî yên Cîhanê li ser Idlibê, Posîsyona DYA jî li ser Rojhilatê Firatê dimeşe. ABD dixwaze vê rewşa xwe mayinde bike. Sûriye jî dixwaze bi siyasetê çareser bike. Muzakereyan pêş dixin. Lê di van muzakereyan de Sûriye tune ye. Ya krîtîk jî ev e. Lê di encamê de yê encamê diyar bike Suriye û hêzên niştecîhî yên Sûriye ne. Yên agir berdan Sûriye îro agir gihiştiye mala wan. Mîlitanên cîhadî êdî vedigerin malên xwe. Ev yek Ewropayê matmayî dike. DAIŞ têk çû. Lê belav nebû. DAIŞ şandin herêmên din. Şandin Bangladeş, Yemen, Libyayê. Komên navendî û biryarê şandin cihên din. Hêj li hin heremên din ên Sûriye jî hene. Ewil DAIŞ pir mezin kirin. Ev yek bi piştgiriya medya pêş ket. Ji ber vê yekê herî zêde ji derve tev li wan bûn. Li Sûriye koma piyaniyan “Ecnebiyyun” heye. Di nava vê komê de koma Turkistanî komek cuda ya Partiya Îslama Turkistanê ava kirin. Yên ji Libya hatin komek cuda ava kirin. Ji ber vê yekê fikarên welaten ewropa wekî Fransa, Almanya, Îngiltere  gelek zêde ye. Tirkiye jî vê yekê her dem li dijî Ewropa wekî çekê bikar tîne. Her dem bi gefa 'Em dê deriyan vekin' diçe ser welatên Ewropa. Dibêjin em dê penaberan berdin û di nava wan de dê mîlîtan jî derbas bibin." 
 
HERÎ ZÊDE FRANSA Û ALMANYA BI FIKAR IN
 
 
Yîgit, bal kişan ser civîna zîrveya çar alî ya Putin, Merkel, Macron û Erdogan  ku duh li Stenbolê pêk anî û wiha berdewam kir: "Rusya aktora ku li herêmê bi bandor e. Dixwaze bi yên fikarên wan heye re li hev bikin. Ev nîşan dike ku di aliyê penaberan de herî zêde Fansa û Almanya bi fikar in. Navenda şer Idlib e. Şerê mezin dê li Idlibê pêş bikeve. Tirkiye dê biryara xwe bide. An dê deriyan veke û mîlîtanan bigire nava xwe. An jî dê çekê wan ji destê wan bigire û wan teslîm bike. Tirkiye dixwaze li pişt perdê karê xwe bike. Ji ber ku dizane DYA zû bi zû dest jê bernade. Dizane ji NATO jî dernakeve. Tirkiye welatê herî zêde krîza Sûriyie pêş dixe ye. Ji ber ku li ser 800 km sînor rê li pêş derbasbûna mîlîtanên komên çekdar vedike. DYA got 'êdî bes e' Ji ber ku gihiştin dawiya şer. Her kes vê yekê dizane." Rûsya jî dixwaze her tiştî bi serê Tirkiye de hilweşîne. Navenda Şer Idlib e. Tirkiye dê di vî şerî de biryara xwe bide. 
 
MA / Omer Çelik – Mehmet Şah Oruç
 
 
 

Sernavên din

28/10/2018
15:51 Turan ê HDP’î çû serdena cotkaran
15:36 Şaxa Malajiyanê ya Riha rêveberiya xwe ya nû ava kir
15:00 Parlamenter Kenanoglu: AKP dê winda bike
14:28 Temellî: Muxatabê yekemîn Birêz Ocalan e
13:48 Tabelaya HDP'ê daxistin û şewitandin
13:20 Li Enqere cenazeyê zarokekî Sûriyeyî hat dîtin
12:41 Rojek beriya vekirina Balafirgeha 3'emîn karkerek ji jor ket û can da
11:44 DAIŞ'î, di dîmenên şand de cînayeta rojnameger Bagdu vegot
11:37 Jina li Edeneyê xwe ji banî avêt jiyana xwe ji dest da
11:32 Yîgît: Hêza Emperyalîst li Sûriye îflas kir
10:17 Bîlgen: Siyasetmedarên Qersê, bi hewldana aştiyê tên tawanbarkirin
10:01 Derûnînas Çelîk: Bi sondê dixwazin rûpûşa spî têxin rûyê ên din
09:11 ‘Ji ber bazirganiya şerî leşker diqefilin û dimirin'
09:10 Taşçier: Heta yekîtî çênebe, wê kurd nebin xwedî statu
09:09 Li Mor Gabrîelê, wêne temsîlî lê gor rasteqîn in
09:07 'Heqê xwarinê' ji girtiyan distînin
09:07 Xwendekara hat derbkirin: Mêr hêzê ji îktîdarê distînin
09:06 Hewceyî gotine nake: Hûn dibinin
09:04 Sîsê Bîngol êdî navê zarokên xwe jî ji bîr kiriye
09:01 Qada caretta carettayan dikin pîst
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2018'AN
27/10/2018
17:40 Polîsan ji HDP’iyan got: Suleyman Soylu tişta pêwîst dike
17:25 Pirtûka Kişanak li Mersînê gihişt xwînerê xwe
17:19 Li Şirnexê tevgera leşkerî
16:29 Endamê Meclîsa HDP'ê Saglam girtin
16:25 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:47 Mesûtoglu yê berpirsê kuştina Safîturk hat dîtin di rojiya mirinê de ye
15:29 ‘Hevrûbûna dîrokê bingeha aştiya civakî ye'
15:29 Gundiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn: Em bi karesatê re rû bi rû ne
14:55 Acetîn: Ozelmali nikare pêdiviyên xwe pêk bîne
14:45 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê aqûbata Tosûn pirsî
14:39 ‘Her dem em rûçikandin, lê emê rêyên nû bibînin'
14:06 Dayika Toraman ê winda: 27 salin bêdeng nemam e
13:44 Beriya zîrveya Sûriye hevdîtinên du alî dest pê kir
13:40 Komxebata KHK, Keda Jinê: KHK dê biçin û jin dê bimînin
13:18 Konferansa Amedê pêk hat: Divê pêvajoyek nû bi Ocalan re bê destpêkirin
12:35 Turkdogan: CMK'ê îhlal dikin
11:19 AA Babat PKK'yî nîşan da
Kek, birayê min Babat şivan e
10:40 ‘Bi qanûnan hewl didin jinan hewceyê zilaman bikin’
09:47 Li dijî HDP’ê ya Enqerê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
09:30 Ewil navê kurdî guhert piştre muxtar ji peywirê girt
09:20 Civaknas Bariş: Wekî Ocalan got, nijadperestiyê em sed sal paşve xistin
09:18 Karkerên Superpakê 240 rojin di çalakiyê de ne
09:18 ‘Qeyûm dikarin tabelayan jê bibin lê nikarin hişê mirov jê bibin'
09:17 Karkerên Flormarê: Di şertên zivistanê de jî çalakiyên me dê bidomin
09:16 Derûnînas: Dikarin sondeke azadîparêz dînin
09:16 Dermankirina nexweşê pençeşêrê Suncak asteng dikin
09:14 ‘Rojevkirina sondê xizmeta aştiyê nake'
09:14 Keya tayînî gundên vala kirin!
09:13 Ji 62 esnafên sîteya komirvanan 34 jê top avêtin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTEMAH 2018'AN
08:19 Cihê 39 Waliyan hat guhertin 21 walî ji peywirê hatin girtin
26/10/2018
23:39 3 tîmên JOH'ê qerisîn: 2 tîm qefilîn û jiyana xwe ji dest dan
23:19 10 malbatan ji bo cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin serlêdan kirin
21:39 Dozger daxwaza hevdîtinê ya wasiyê Ocalan red kir
16:14 ÎHD: Li girtîgehan binpêkirinên mafan wekî serdema OHAL'ê zêde ne
16:02 Îdîayên siyanurê ya li Şemrexê Saziyên Civakî kirin nava tevgerê
15:16 Karkera çandiniyê di bin kamyonê de can da, karkerê înşatê ji kata 9'an ket û can da
14:55 Xeta sînor ji bo 15 rojan hat qedexekirin
14:46 Boriyên Qeyûmê teqiyan
14:40 Endama Meclîsa HDP'ê Nadiye Gurbuz hat berdan
14:32 Meclîsê pirsîn HDP’ê qeyd nekirin
14:23 Êrîşî Bîrdariya 10'ê Cotmehê kirin
14:05 DÎSK: Berpirsê krîzê îktîdar û patron in
14:05 Ji bo tevlîbûna Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê bang
13:32 Parlamenterên HDP’ê yên Amedê bi rojnamegeran re civiyan
13:00 7 hezar koçber di rêya DYA de ne: Trump amadekariya hilbijartinan dike
12:38 Rojnameger Ataman nehat berdan
12:24 Ji Hevşaredarê Xelfetî re ceza xwestin
11:51 Zîrveya çaralî dê sibê li Stenbolê pêk bê
11:50 Wasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
11:27 Otobusa rêwiyan qulipî: Kesek mir û 29 kes birîndar bûn
10:42 Li Qersê li dijî siyasetmedarê kurd operasyon
10:39 Li Mêrdîn û Şirnexê taviya baranê bi bandor bû
10:28 'Gelê herêmê ji mafê tenduristiyê sûdê nagire
10:02 Li Geverê du gund dibin avê de man
09:51 Ziman Zan Alpay: Polîtîkayên pişavtinê hatin nûkirin
09:26 ÎŞKÛR e yan şaxeke AKP'ê ye, ne diyar e
09:25 Kaçmaz: Bi tecrîdê yekîtiya netewî jî tê astengkirin
09:24 'Divê em di şanoya bi kurdî de israr bikin'
09:24 Dêra Fevkaniyê wêran bûye
09:23 Karkerên ji kar hatin derxistin 426 roj in li ber xwe didin
09:22 ‘Ên dibêjin krîz tune ye, bila dakevin kuçeyê û bibînin'
09:21 Dozger ji bo terfiya xwe xwest dosyeyê têxe rêza pêşî
09:20 Xeyal avahiya 5 stêrkî ye, lê jiyan prefabrîkên xilmetî!
09:19 Girtiyê 29 roj in di greva birçîbûnê de: Ne piştî mirinê niha xwedî derkevin
09:18 Li qişleyan hejmara mirinên biguman zêde dibin
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2018'AN
25/10/2018
17:35 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:45 Meclîsa Jinan bertek nîşanî binçavkirina Gurbuz da
16:26 HDP’ê li Meletiyê civîna amakedariya hilbijartina herêmî pêk anî
15:36 Şahîn a agahî da derve rastî cezayê hucreyê hat
15:22 Dersim Dag doza Lîcê ji wezîrê Dadê pirsî
14:53 Rapora pisporê ‘Doza Panzerê’ rastî bertekan hat: Em nikarin panzerê bidarizîn in
14:37 Eskerekî din jî bi guman mir
14:36 Sarisaç ê HDP'î: Em bibin yek dikarin xwe ji faşizme rizgar bikin
14:07 HDP’ê ji bo aştiya civakî 3 pêşnûma-qanûn dan meclîsê
14:04 Di Nobeta Edaletê ya heftaya 76’emîn de sonda têkoşînê hat dayîn
13:50 Li 3 rojnamegeran 4 sal û 9 meh û 12 roj ceza birîn
13:41 Derûnînas Çeter: ‘Sonda xwendekaran' dibe sedema aloziya nasnameyê