Kurê Bagdu: Koç got ‘Ji ber bavê te rojnameya kurd belav dikir me wî kuşt’

  • rojane
  • 09:14 29 Cotmeh 2018
  • |
img

EDENE – Kurê belavkarê rojnameyê Kadrî Bagdu, Ferhat Bagdu got Servet Koç ê DAIŞ’î têkildarî kuştina bavê wî ev tişt gotiye: “Ji bo bavê te rojnameya kurd belav dike me wî kuşt. Ew dibêjin ‘me kiriye’ lê hêj wan nagirin.” 

Endamê DAIŞ’ê têkildarî kuştina belavkarê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Kadrî Bagdu nivîs û dîmen ji kurê Bagdu, Ferhat Bagdu re şand. Ferhat Bagdu behsa agahiyên ji wan re hatine û li xwe mikûr hatina DAIŞ’yan kir. 
 
Bagdu destnîşan kir ku Servet Koç ê DAIŞ’î û DAIŞ’yên din li taxa wan rûdinên û esnafiyê dikin û endamên DAIŞ’ê Taner, Ercan û Talîp Guler li hember qaweya apê wî Temel Bagdu xwediyên market û qesapxaneya Guler in û DAIŞ’yên din jî li taxê rûdinên. 
 
'MALBATA ME DI HEDEFA WAN DE BÛ’ 
 
Bagdu diyar kir ku Koç zavayê malbata Guler e û wiha got: “Ev diçûn Kobanê û dihatin. Çend caran di pevçûnê de birîndar bibûn. Ji destê xwe gule xwaribûn. Her tim me van li taxê didît. Di navbera me û wan de tu tu xisûmetek tune bû. Lê me li taxê wek mirovên polîtîk tên nasîn û hezkirin. Me beriya çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmehê mala xwe ji taxê bar kiribû. Roja 14’ê cotmeha 2014’an li dijî bavê min êrîşek wiha namerd pêk anîn. Li gel bavê min xwişka min Mizgîn, apê min Temel Bagdu û min jî kirine hedef.” 
 
‘DI HER TIŞTÎ DE LI XWE MIKÛR HAT’ 
 
Bagdu da zanîn ku Koç ê DAIŞ’î di tîrmeha 2016’an de xwe li ser facebookê gihandiyê û got: “Ji bo ez bûyera bavê xwe dahûrînim neçar mam li ser medya civakê bi bavê xwe re biaxivim. Koç li xwe mikûr hat. Û ji min re got ‘Me bavê te kuşt. Em di bûyerên Kobanê de tîmek bûn. Em çûn Gulbahçeyê. Me yê DBP’ê gulebaran bikira. Di dawiyê de me dev jê berda. Me li Kîremîthaneyê kesê bi navê Ahmet Albay kuşt û li Kuçukdîkîliyê jî 2 kesan birîndar kir. Min bi destê xwe Yusuf Gulderen kuşt. Heta polîs jî hatin. Me rûpoşên tîman xistibû serê xwe. Di destê me de çek hebûn. Hatin em axivîn û ew paş ve çûn.” 
 
‘JI BER EW ROJNAMEGERÊ KURD BÛ ME WÎ KUŞT’ 
 
Bagdu destnîşan kir ku piştî Yusuf Gulderen hat kuştin Talîp Guler di îfadeyên xwe de têkildarî bavê wî gotiye “Bûyerên Kobanê organîze dike.” Bagdu da zanîn ku Murat Bulanik ê di nava komê de cih digire niha li Kozanê li Înşata bi navê Yasîn dixebite û wiha got: “Dema min ji Servet Koç we çima bavê min kuşt pirsî. Ji min re got ‘Ji ber ew kurd bû û ji bo rojnameya kurd belav dikir me wî kuşt.’ Mesele temamî li dijî rojnameyê û tolhildana Yasîn Boru bû ye. Bavê min nêzî 20 salan di her roj û heman kêliyê karê xwe dikir. Ji ber vê yekê kesek li taxê dihat hezkirin bû. Dewletê me kir hedefa DAIŞ’yan. Xwestin bi kuştina bavê min taxê bêdeng bikin. Piştî bavê min kuştin taxê bêdeng kirin.” 
 
’50 KES DI LÎSTEYÊ DE HENE’ 
 
Bagdu li ser lîsteya di destê DAIŞ’yan rawestiya û wiha domand: “Di lîsteyê de 50 kes cih digirin. Vê lîsteyê Murat Bulanki anî. Yên di lîsteyê de cih digirin kesên di sazî û dezgehên kurdan dixebitin. Dema min ji Servet Koç pirsî ‘Hûn kuştina van mirovan çawa organîze dikin tu zanî gelo?’ Koç ji min re got ‘Murat Bulanik bi MÎT’ê re di nav têkiliyê de ye. Niha jî bi AKP’ê re dixebite. Ewil li di nava refên me de bû, lê niha bûye AKP’yî. Jixwe zilamê MÎT’ê bû. Me bikar anî. Ez ji bo her tiştî li xwe mikûr têm. Ez gelek caran bûm şahidê Murat Bulanik ku bi polîsan re hevdîtin dikir. Wê demê gelek polîsên sivîl û kesên biyanî diçûn û dihatin. Bi vî awayî ji me re vedigotin. Murat Bulanik bi polîsan re dixebitî û fermanê dida me. Me jî fermana wî bicih dianî. Heta me yê wê şevê li dijî kesên ber bi taxa me ve dihatin komkujî pêk bianiya. Lê ji ber ku Yusuf Gulderen li dijî Xwedê çêran kir me wî kuşt. Ji ber wê karê komkujiyê sekinî.” 
 
‘HER KU EM BI SER DOZÊ VE ÇÛN ME GIRTIN’ 
 
Bagdu anî ziman ku wan bi alîkariya parêzerên xwe dîmenên li xwe mikûr hatina Koç ê DAIŞ’î dane dozger û wiha got: “Ji ewilî ve li telefona min guhdar kirin e. Ji ber van dîmenan min da dozger û tev li merasîma cenazeyên gerîla bûm 8 caran min binçav kirin. 5 meh di girtîgehê de mam. Pişt re berat bûm. Ji ber ez û parêzerê me li ser meseleya bavê min sekinîn, zextên mezin li ser me kirin. Ji ber vê dosyeyê parêzerê me çend caran hat binçavkirin û wî derb kirin. Her ku em bi ser vê dozê ve çûn me girtin û kujeran negirtin. Ev jî tê wê maneyê ku bi hev re dixebitin naçin wan nagirin. Xwedîgravê elemanê MÎT’ê yê li Reyhanliyê komkujî pêk anî çûn li Lazkiye girtin anîn. Lê bes ji bo kuştina Kadrî Bagdu gavek jî navêjin. Ev zilam dibêjin ‘Me bûyerê kiriye’ lê kes naçe wan nagire. Mesele ewqas jî hêsan e.” 
 
MA / Hamdullah Kesen
 

Sernavên din

01/11/2018
09:04 'Êdî sûriyeyî jî ji kesên bindest ên Tirkiyeyê ne'
09:03 Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiya karkeran bû
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2018'AN
08:58 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
08:58 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hamburgê bi pêşandana ‘Keçên Rojê’ dest pê kir
31/10/2018
16:26 Rojnameger Kayar û 4 ESP’yî hatin berdan
15:50 Gergerlîoglu: Desthilatdar stemkar, bêhiqûq û bê wijdane
15:48 Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan Pervîn Buldan ziyaret kir
15:04 ‘Emê ji qadên jiyanê xwe paşve nekişin’
14:33 KESK: Aboriya Tirkiyeyê berkendal e
14:29 Operasyona leşkerî li Gabarê dest pê kir
14:07 Xelîl: Divê koalîsyon, DYA û NY'î li dijî êrîşên tirkiyeyê helwesta xwe zelal bike
13:51 Temellî li Êlihê bang kir: Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe
13:50 Li Amedê operasyona leşkerî di roja 3’yan de berdewam dike
13:05 TSK bi topan êrîşî Kobanê dike
12:36 Mesûtoglu yê di rojiya mirinê de bi kesekê re hevdîtin nake
12:35 Li Êlihê gelek kes hatin binçavkirin
12:23 Ehmed Şêxo: Dema dîtin Kobanê bû hêvî 1’ê Mijdarê îlan kirin
11:30 Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir
11:18 Hevrêyên Mamoste Kadrî Kaya behsa wî kirin
10:39 Rojnamegerên li Edeneyê bûn: Di wê lîsteya mirinê de em jî hebûn
10:14 Li Gîrtîgeha Sîncanê sûc diafirînin û ceza li girtiyan dibirin
09:45 Gefên li dijî jinên li Girtîgeha Burhaniy didomin
09:09 Komîsyonvan: Berhem dê bêtir zem bibin
09:09 Li vê taxê ne av, ne ceryan, ne jî rê heye
09:08 Çerçî ji bo nexweşînên grîpî dermanên nebatî pêşniyar dikin
09:07 24 sal in li pey kujerên hevjînê xwe ye: Zilm heman zilm e
09:07 Qaçaxçiyên mirovan rojên şil û şepeliyê hildibijêrin
09:06 ‘Divê rêxistinbûyîna jinên elewî hebe'
09:05 Keleha Amîkê hindik maye bi temamî tune bibe
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2018'AN
30/10/2018
21:03 'Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê kurdî bû'
18:51 Li Bedlîsê qedexeya derketina derve
17:04 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:55 Malbatan bang li rayedaran kir: Cenazeyên me teslîmî me bikin
16:15 Buldan: Tekane rêya çareseriyê Komara Demokratîk e
16:14 UNESCO: Di her çar rojan de rojnamegerek tê kuştin
15:19 Dê derbarê kesên êrîşa Bîrdariya 10’ê Cotmehê kirin de serlêdana sûc bikin
14:44 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin
14:38 Mamoste Kadrî hat oxirkirin
14:16 Erdogan: Me li Bakurê Sûriyeyê operasyon dan destpêkirin
14:03 Temellî li Roboskî axivî: Em ê xwedî hev derbikevin
13:10 'Doza Parêzerên KCK’ê’ hat taloqkirin
12:58 Girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartin di rojeva Meclîsê dene
12:44 Osman Şenyaşar hat berdan
12:43 Dema zanîn sîvîl e li cihê bûyerê li çekê geriyan
10:26 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
10:08 Çîçek: Rakirina tecrîdê bi yekîtiya netewî pêkan e
09:46 Malbata firoşkerê Tiryakê: Polîsan li ser sûc girt, lê dîsan berdan
09:23 Birayê Bagdû: Têkiliya wan û dewletê bi hev re heye, loma bûyer nayê çareserkirin
09:22 Mamoste Kadrî Kaya tê oxirkirin
09:21 Fabrîkayên veguherînê jî yeko yeko top davêjin
09:20 Perwerdekara kubayî: Bi qedexeya zimanê zikmakî civak pêşnakeve
09:20 Li Osmaniyeyê girtiyên birîndar nayên tedawîkirin
09:19 Kete: Wê qeyûman tayînî cemxaneyan jî bikin
09:18 Li Turfend bi hinceta li ser nexşeya cîhanê 'Tirkiye biçûk hatiye nîşandan' lêpirsîn vekirin
09:18 Di 5 mehan de hat ber îflasê
09:17 Jiyana gundiyên ser sînor di nava zoriyê de ye
09:16 Şêniyên Dîlovasi: Em nikarin bêhnê bistînin
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2018'AN
08:23 Ji malbata Şenyaşar Osman hat binçavkirin
29/10/2018
22:13 Li Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
20:30 Kedkarê çapemeniya azad mamoste Kadrî Kaya jiyana xwe ji dest da
16:55 ÎHD: Girtiyê destê wî tunebû lingên wî kelepçe kirin
15:53 Di salvegera KHK’ya hejmara 675’an de: Em ê çongê netewînin
14:55 8’emîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:36 Li Şirnexê 23 kes hatin binçavkirin
14:36 Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Yurtsever hat berdan
14:05 Nivîskar-lêkolîner Ethem Xemgîn çû ser dilovaniya xwe
14:00 9 partiyên kurd li ser zimanê kurdî bûn yek: Em li her derê bi kurdî biaxivin
13:48 Temellî: Wêneyê sersala 95'emîn ê Komarê ne Balafirgeha 3'yemîn e, Cizîr e
13:32 Cîgirê Wezîr bi kaşkolê 2 hezar û 280 tl çû cihê 2 esker lê qefilîn
12:40 ‘Dê Cejna Komarê li goristana bêkesan pîroz bikin'
12:18 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi peywira xwe dike
10:54 Buldan: Ji bo siberoja Tirkiyeyê divê hevdîtina bi Ocalan re dest pê bike
10:42 Temel: AKP li Sûriyeyê înîsiyatîfê winda dike
10:24 Rojnameger Bayramoglu: Muxalefet bibe yek dê hevsengê siyasî jî biguhere
10:22 Rayedarên girtîgehê dest danîn ser nameya Kurdî
09:56 Ji bo Serokatiya Baroya Rihayê Abdullah Oncel hat bijartin
09:55 Fîlma Keçên Rojê dê li Mîhrîcana Fîlman a Cenevre bê pêşandan
09:46 Hevşaredar Ozbay û 5 girtiyên din sewqî Tîpa F hatin kirin
09:15 Bereh: Arjen Arî stûneke qahîm û epîgrafeke çeleng e
09:14 Kurê Bagdu: Koç got ‘Ji ber bavê te rojnameya kurd belav dikir me wî kuşt’
09:13 Bi çar zimanan ‘Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî’ amade kir
09:12 Cezayê li ser ceza li girtî birîn
09:11 'Ji bo qewirandina rejîmê hilbijartina herêmî girîng e’
09:11 Tîmur: Dixwazin zanîngehan bikin cihê yek ramanê
09:10 Cînayeta Bagdu: Delîl gelek in lê bersûc tune ne
09:09 Zoriyên hunera kolanan bi belgefîlmê hat vegotin
09:08 Keyayên ji peywîrê hatin girtin: Tayînkirina qeyûman siyasî ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2018'AN
08:17 Li Endonezya balafirê 188 rêwiyên wê hebûn ket bahrê
28/10/2018
21:02 Bi boyaxê hafiza bîrdariya Aştî û demokrasiyê jê birin
19:16 Encamnameya Konferansa Çareseriya Neteweya Demokratîk aşkere bû
18:01 KNK'ê stratejiya neteweya kurd diyar kir
17:28 9 partiyên kurdan dê daxuyaniyên hevpar bidin
17:13 4 karkerên Balafirgeha 3’emîn ji kar avêtin
17:04 Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê Tungut jiyana xwe ji dest da
16:53 HDP çû serdana PSK’ê
16:45 Dîncel: Barê jinan piştî krîzê duqat zêde bûn
Saygili: Çareserî em in