9 partiyên kurd li ser zimanê kurdî bûn yek: Em li her derê bi kurdî biaxivin

  • rojane
  • 14:00 29 Cotmeh 2018
  • |
img

AMED – 9 partiyên siyasî û rêxistinên kurd ji bo komxebata li ser zimanê kurdî bi şîara "Îro zimanê me yê dayikê sibê neteweya me" ku dê di 10’ê mijdarê de bê lidarxistin ji bo daxwazên ziman daxuyaniyek giştî dan û bernameya komxebatê bi raya giştî re parve kirin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Mirov, Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), bi şîara "Îro zimanê me yê dayikê sibê neteweya me" li Cemiyeta Rojnamegerên Başurrojhilat ji bo komxebata li ser zimanê kurdî civînek çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Di civînê de rêveberên partiyên siyasî amade bûn û pankarta “Zimanê me hebûna me ye” daliqandin. Daxuyaniya bi kurmancî Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek û daxuyaniya bi zazakî jî Endamê Lîjneya Navendî ya Hereketa Azadî Sitki Zîlan xwend. 
 
Daxuyaniya bi kurmancî ya bi sernavê “Ji Bona Zimanê Xwe Em Bi Hevre Ne” ya ji aliyê Çîftyurek ve hat xwendin wiha ye: 
 
“1) Em neh rêxistin û partiyên ku navê wan li jêr hatiye nivisandin, ji bona zimanê dayika xwe ya ku hevbeş û berfireh e, li dijî asmilasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, ji bona ku em bi hevre deng derxînin û dengê ku ji gelê me jî derkeve hîna bilindtir bikin, hatine cem hev.
 
Em ‘Îro zimanê me, siberoj jî netewa me wê têk biçe’, li miqabilî vê rastiya hanê re rû bi rû bûnek kûr ku xwîn jê diniqûte, ji bona ku em birînên xwe bikewînin, birînan bipêçin û bi hevdu re bersivekê bibînin, hatine cem hev. Bi saziyên siyasî û sivîl, bi rewşenbir û hunermandan re, bi mellan re, li dijberî asimilasyona zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) çareseriyên rojane û dêmdirej bibînin, hatine cem hevdu.
 
2) Em bi hişmendiya ku her gel bi ziman û kultura xwe heye tevdigerin. Em dixwazin ku miletê me li malan û kolanan, li dolmîş û otobusan, li nexweşxaneyan bi Kurdî (Kurmancî-Zazakî) biaxivin. Bi vê mebestê em dixwazin bangî gelê xwe bikin ku li zimanê xwe xwedî derkevin.
 
3) Em, ji bona ku siyaseta dewleta Tirk ku zimanê me xistiyê ber sikratê teşhîr bikin, ji bona ku li dijî siyaseta yek tîp kirinê, red û înkara li dijî kurdan eşkere bikin, li ser sê beşên bingehîn em xebatê bikin, hatinê cem hevdu.
Yek, ji zimanê me yê ku dewlet dixwaze tune bike, bi saziyên pispor re, bi kesayetiyên Kurdan re, bi dînamîkên sivîl û siyasî re û bi gelê xwe re em dikarin çi bikin? Ji bona bersiva van pirsan em hatine cem hev.
 
Dido, ji dewleta Tirkiyê ji bona ku astengên li hemberî zimanê Kurdî ji holê rabin û ji dibistanê seretayî heta zanîngehan zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li gel zimanê Tirkî di dora didûyan de bibe zimanê fermî û pejirandî, me biryara têkoşineke hevbeş daye.
 
Sisê, em li hemberî asîmîlasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, dixwazin qêrîna gelê xwe bigîhînin raya gişti ya dinyayê û mirovên xwedî vijdan li Tirkiyê, dengê xwe bigihînin saziyên navdewletî weke Yekitiya Neteweyan, UNESCO, Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa û hwd. Emê ji bona mafê zimanê xwe alikariyê ji wana bixwazin.
 
4) Em, bi hemû van pêngavan ku wê bêne avêtin ji kadroyên sivil û siyasî û ya herî girîng jî ji gelê xwe dixwazin ku alikariya bingeha kultura demokrasiyê û Tifaqa Neteweyî di nava Kurdan de bikin. Pengavên ku di vê mijarê de bêne avêtin ne pêngavên dawiyê ne lê em dixwazin û hewl didin ku ev bibin pêngavên destpêkeke nû.” 
 
Çîftyurek li ser armanca komxebatê jî rawestiya û wiha got: 
 
“Armanca Komxebatê; Zimanê Kurdî ne qedexe ye. Lê belê ne zimanê perwerdehiyê ye li dibistanên Tirkiye yê. Zimanê Kurdî ne zimanê fermî yê duyemin e li bakurê Kurdistanê. Bi vî awayî li duwarojê gefekî mezin li ser wendabûna/tunebûna zimanê me heye. 
 
Em komxebatê di rewşa zimanê Kurdî de li ser sê mijaran disekinin;
 
1  - Helwest û kiryarên dewleta Tirkiyeyê û destxistin û daxwazên me ji dewleta Tirkiyeyê.
2  - Daxwaz û hêviyên me ji sazî û rêxistinên Navdewletî li gor peymanên navneteweyî.
3 - Çawayî ya belavkirin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî, nexşerêya xebat û çalakiyên di nava gel de. 
 
Çîftyurek bernameya komxebata li ser zimanê Kurdî jî wiha rêz kir: 
 
“Piştî vegotinên/amejekirinên partiyan, destnîşankirina destgehan/kargehan (atölye) li ser 3 mijaran. Encamên destgehan/kargehan di civîna giştî de wê bê nirxandin û daxuyanî ya encamnameyê ji bo raya giştî li gora biryara plenum bê dayîn. 
 
10’ê Mijdar/Tişrînî Duyem 2018 Yekşem
 
10:00 Vekirina Komxebatê û hilbijartina 3 kesan ji bo birêvebirina komxebatê
 
10:10 Vegotinên/Amajeyên Partiyên Sîyasî  (rêza wan alfabetîk hatiye danîn)
 
- AZADÎ
- DBP
- HDP
- ÖSP
- PAK
- PDK
- PDK-T
- PÎA
- PSK
 
11:04 Destnîşankirina destgehan/kargehan
 
11.15 Navber
 
11.30 Runiştina yekem a destgehan/kargehan
 
12:30 Navber ji bo firavîn
 
13:30 Runiştina duyem a destgehan/kargehan
 
15:00 Navber
 
15:20 Runiştina sêyem a destgehan/kargehan
 
16:30 Civîna Giştî /Plenum (pêşkêşkirina encamên destgehan/kargehan)
 
17:30 Pêşkêşkirina encamên dawî û encamnameya komxebatê
 
18:30 Dawiya Komxebatê”
 
Civîn bi pirsên rojnamegeran û bersivên beşdarvanan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

01/11/2018
09:04 'Êdî sûriyeyî jî ji kesên bindest ên Tirkiyeyê ne'
09:03 Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiya karkeran bû
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2018'AN
08:58 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
08:58 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hamburgê bi pêşandana ‘Keçên Rojê’ dest pê kir
31/10/2018
16:26 Rojnameger Kayar û 4 ESP’yî hatin berdan
15:50 Gergerlîoglu: Desthilatdar stemkar, bêhiqûq û bê wijdane
15:48 Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan Pervîn Buldan ziyaret kir
15:04 ‘Emê ji qadên jiyanê xwe paşve nekişin’
14:33 KESK: Aboriya Tirkiyeyê berkendal e
14:29 Operasyona leşkerî li Gabarê dest pê kir
14:07 Xelîl: Divê koalîsyon, DYA û NY'î li dijî êrîşên tirkiyeyê helwesta xwe zelal bike
13:51 Temellî li Êlihê bang kir: Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe
13:50 Li Amedê operasyona leşkerî di roja 3’yan de berdewam dike
13:05 TSK bi topan êrîşî Kobanê dike
12:36 Mesûtoglu yê di rojiya mirinê de bi kesekê re hevdîtin nake
12:35 Li Êlihê gelek kes hatin binçavkirin
12:23 Ehmed Şêxo: Dema dîtin Kobanê bû hêvî 1’ê Mijdarê îlan kirin
11:30 Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir
11:18 Hevrêyên Mamoste Kadrî Kaya behsa wî kirin
10:39 Rojnamegerên li Edeneyê bûn: Di wê lîsteya mirinê de em jî hebûn
10:14 Li Gîrtîgeha Sîncanê sûc diafirînin û ceza li girtiyan dibirin
09:45 Gefên li dijî jinên li Girtîgeha Burhaniy didomin
09:09 Komîsyonvan: Berhem dê bêtir zem bibin
09:09 Li vê taxê ne av, ne ceryan, ne jî rê heye
09:08 Çerçî ji bo nexweşînên grîpî dermanên nebatî pêşniyar dikin
09:07 24 sal in li pey kujerên hevjînê xwe ye: Zilm heman zilm e
09:07 Qaçaxçiyên mirovan rojên şil û şepeliyê hildibijêrin
09:06 ‘Divê rêxistinbûyîna jinên elewî hebe'
09:05 Keleha Amîkê hindik maye bi temamî tune bibe
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2018'AN
30/10/2018
21:03 'Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê kurdî bû'
18:51 Li Bedlîsê qedexeya derketina derve
17:04 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:55 Malbatan bang li rayedaran kir: Cenazeyên me teslîmî me bikin
16:15 Buldan: Tekane rêya çareseriyê Komara Demokratîk e
16:14 UNESCO: Di her çar rojan de rojnamegerek tê kuştin
15:19 Dê derbarê kesên êrîşa Bîrdariya 10’ê Cotmehê kirin de serlêdana sûc bikin
14:44 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin
14:38 Mamoste Kadrî hat oxirkirin
14:16 Erdogan: Me li Bakurê Sûriyeyê operasyon dan destpêkirin
14:03 Temellî li Roboskî axivî: Em ê xwedî hev derbikevin
13:10 'Doza Parêzerên KCK’ê’ hat taloqkirin
12:58 Girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartin di rojeva Meclîsê dene
12:44 Osman Şenyaşar hat berdan
12:43 Dema zanîn sîvîl e li cihê bûyerê li çekê geriyan
10:26 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
10:08 Çîçek: Rakirina tecrîdê bi yekîtiya netewî pêkan e
09:46 Malbata firoşkerê Tiryakê: Polîsan li ser sûc girt, lê dîsan berdan
09:23 Birayê Bagdû: Têkiliya wan û dewletê bi hev re heye, loma bûyer nayê çareserkirin
09:22 Mamoste Kadrî Kaya tê oxirkirin
09:21 Fabrîkayên veguherînê jî yeko yeko top davêjin
09:20 Perwerdekara kubayî: Bi qedexeya zimanê zikmakî civak pêşnakeve
09:20 Li Osmaniyeyê girtiyên birîndar nayên tedawîkirin
09:19 Kete: Wê qeyûman tayînî cemxaneyan jî bikin
09:18 Li Turfend bi hinceta li ser nexşeya cîhanê 'Tirkiye biçûk hatiye nîşandan' lêpirsîn vekirin
09:18 Di 5 mehan de hat ber îflasê
09:17 Jiyana gundiyên ser sînor di nava zoriyê de ye
09:16 Şêniyên Dîlovasi: Em nikarin bêhnê bistînin
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2018'AN
08:23 Ji malbata Şenyaşar Osman hat binçavkirin
29/10/2018
22:13 Li Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
20:30 Kedkarê çapemeniya azad mamoste Kadrî Kaya jiyana xwe ji dest da
16:55 ÎHD: Girtiyê destê wî tunebû lingên wî kelepçe kirin
15:53 Di salvegera KHK’ya hejmara 675’an de: Em ê çongê netewînin
14:55 8’emîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:36 Li Şirnexê 23 kes hatin binçavkirin
14:36 Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Yurtsever hat berdan
14:05 Nivîskar-lêkolîner Ethem Xemgîn çû ser dilovaniya xwe
14:00 9 partiyên kurd li ser zimanê kurdî bûn yek: Em li her derê bi kurdî biaxivin
13:48 Temellî: Wêneyê sersala 95'emîn ê Komarê ne Balafirgeha 3'yemîn e, Cizîr e
13:32 Cîgirê Wezîr bi kaşkolê 2 hezar û 280 tl çû cihê 2 esker lê qefilîn
12:40 ‘Dê Cejna Komarê li goristana bêkesan pîroz bikin'
12:18 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi peywira xwe dike
10:54 Buldan: Ji bo siberoja Tirkiyeyê divê hevdîtina bi Ocalan re dest pê bike
10:42 Temel: AKP li Sûriyeyê înîsiyatîfê winda dike
10:24 Rojnameger Bayramoglu: Muxalefet bibe yek dê hevsengê siyasî jî biguhere
10:22 Rayedarên girtîgehê dest danîn ser nameya Kurdî
09:56 Ji bo Serokatiya Baroya Rihayê Abdullah Oncel hat bijartin
09:55 Fîlma Keçên Rojê dê li Mîhrîcana Fîlman a Cenevre bê pêşandan
09:46 Hevşaredar Ozbay û 5 girtiyên din sewqî Tîpa F hatin kirin
09:15 Bereh: Arjen Arî stûneke qahîm û epîgrafeke çeleng e
09:14 Kurê Bagdu: Koç got ‘Ji ber bavê te rojnameya kurd belav dikir me wî kuşt’
09:13 Bi çar zimanan ‘Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî’ amade kir
09:12 Cezayê li ser ceza li girtî birîn
09:11 'Ji bo qewirandina rejîmê hilbijartina herêmî girîng e’
09:11 Tîmur: Dixwazin zanîngehan bikin cihê yek ramanê
09:10 Cînayeta Bagdu: Delîl gelek in lê bersûc tune ne
09:09 Zoriyên hunera kolanan bi belgefîlmê hat vegotin
09:08 Keyayên ji peywîrê hatin girtin: Tayînkirina qeyûman siyasî ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2018'AN
08:17 Li Endonezya balafirê 188 rêwiyên wê hebûn ket bahrê
28/10/2018
21:02 Bi boyaxê hafiza bîrdariya Aştî û demokrasiyê jê birin
19:16 Encamnameya Konferansa Çareseriya Neteweya Demokratîk aşkere bû
18:01 KNK'ê stratejiya neteweya kurd diyar kir
17:28 9 partiyên kurdan dê daxuyaniyên hevpar bidin
17:13 4 karkerên Balafirgeha 3’emîn ji kar avêtin
17:04 Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê Tungut jiyana xwe ji dest da
16:53 HDP çû serdana PSK’ê
16:45 Dîncel: Barê jinan piştî krîzê duqat zêde bûn
Saygili: Çareserî em in