ÎHD: Girtiyê destê wî tunebû lingên wî kelepçe kirin

  • rojane
  • 16:55 29 Cotmeh 2018
  • |
img
ENQERE -  Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê rapora 3 mehan a Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn û binpêkirina mafan aşkere kir. ÎHD'ê di raporê de diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê Sinan Tutmaz ê destekî wî tune li pişt wî kelepçe kirine. ÎHD'ê di raporê de diyar kir ku ji ber destê wî nehatiye kelepçekirin vê carê xwestin piyê/lingê wî kelepçe bikin. ÎHD'ê di raporê de anî ziman ku li Girtîgeha Bolu Kurdî qedexe ye. 
 
Şaxa Komelela Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê rapora girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn a 3 mehan bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin. ÎHD'ê rapor li avahiya komeleyê ya Enqereyê parve kir. Di civînê de Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, Hevseroka ÎHD'ê ya Enqereyê Fatin Kanat û xebatkarê ÎHD'ê yê Enqereyê Avnî Kalkavan amade bûn. Nûray Çevîrmen rapor xwend û wiha got: "Heta 15'ê Gulana 2018'an li Girtîgehên Tirkiyeyê 246 hezar û 416 girtî hebûn. Nêzî 100 hezar kes bêyî  cezayê wan diyar bibe bê ceza tên darizandin. 
 
LI GIRTÎGEHA TÎPA F A BOLUYÊ KURDÎ QEDEXE YE
 
* Di çarçoveya qanûna 1934'an de Midûriyeta Daîreya Bacê ya Torosê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Îdarî ya Bacê, ji Mehmet Çelebi Çalan ê 22 salin girtî ye û rastî cezayê muebeta giran hatiye, 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwest.
 
* Zêdeyî salekê ye ji ber tekmîlê destûr nadin ku girtî bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin. Radyoyan nadin girtiyan. Rojnameya Yeni Yaşamê nadin girtiyan. 
 
* Gelek dermanên girtiyan bi hinceta krîza aborî nadin girtiyan. Hin girtî ji ber bi tirkî nizanin nikarin bi tirkî bi malbatên xwe re bi aixivin kurdî jî li wan tê qedexe kirin. Rayedar gefê li wan dixwin ku dê telefonê li ser wan bigirin. 
 
* Dermankirina bi kelepçe didome. Girtiyên nexweş bi maşîneyên rîngê sewqî nexweşxaneyan dikin. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA T A DUZCE: ÊRÎŞA FÎZÎKÎ PÊK TÎNIN
 
* Girtî Yakup Vadi, Atilla Coşkun, A. Latif Teymur, Vedat Turgut, Vedat Gultekin, Sinan Tutmaz, Rıdvan Unal, Muhammed Koçyigît, Yakup Abiş, Yasin Eneç û Selami Keleş, ji Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê name ji Navenda Giştî ya ÎHD'ê re şandin, diyar kirin ku 25'ê Îlonê, dema jimartina serê sibê kirin rastî êrîşa fîzîkî ya Midûrê 1'emîn û gardiyanan hatin. 
 
* Girtiyên hatine derbkirin raporên wan li rewîrê heye. Dîmenên êrîşê di kamerayan de qeyd kirî ne. Li ser dest, pî, serî, mil û pişta wan hêj şopa dar û darbeyan heye. Li Girtîgehê ewlehiya wan tune ye. Girtiyan diyar kirin ku daxwazname ji Wezareta Dadê re şandine, lê hêj bersîv nehatiye. 
 
‘GEFA KUŞTINÊ XWAR'
 
Di hevdîtina bi Selami Keleş  ê li Girtîgeha Duzceyê de Keleş diyar kir ku di 25'ê Îlonê saet di 08.20’an de Midûrê Saziyê yê 1'emîn û sergartiyan jî di navde bi ser kawîşa 21'an de girtine û xwestine li ser piyan bi komî wan bijmêre. Keleş dema li dijî vê pêkanînê derketine nêzî 80 gardiyan ketine qawîşê û rastî êrîşa fîzîkî hatine. Ew bi erdê re kaş kirine, hemû alav û amûrên wan tev belav kirine. Midûr gotiye 'Dewlet ez im, ez dê bikin ku hûn xwînê verişin.' û gef xwariye. Nêzî 2 saetan li odeyê tenê hiştine. Keleş disa di hevdîtinê de diyar kir ku ji ber tundî û derbkirinê perda guhê Aydın Akkiş û Ahmet Akbalik qetiya ye û Destê Sinan Tutmaz ku bi destekî ye xwestine kelepçe bikin. Lê ji ber ku destê wî yê din tune xwestine kelepçeyê li piyê/lingê wî bixin. Şopa lêdanê jî bi çavan li ser bedan wî tê dîtin. Keleş da zanîn ku ev bûyer di 25 û 26'ê Îlonê de pêk hatin û di 27 û 28'ê îlonê de jî tenê li hundirê kawîşê ev bûyer pêk hatine. 
 
GIRTÎGEHA JINAN A BUNYANÊ: KOTA TANÎN SER CILAN JÎ
 
Girtiyên Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê Nazli Soglin û Yaprak Taşçi jî bi nameyekê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi nameyekê ji Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê re şandin. Girtiyan di nameyê de bal kişandin ser van zextan: 
 
* 19 jinên girtî bi çep û rast li kawîşan hatine bicih kirin û têkiliyên wan ji hev hatine qutkirin. Li tenişta wan jî girtiyên Gulen bi cih kirine. Pirtûkên ku ji wan re hatine şandin nedane wan. Dîsahatiye gotin ku dê serê kes 7 pirtûkan bidin wan. 
 
* Cilên girtiyan bi sînor kirine û kota tanîne ser cilan. Her çend girtiyan ji ber şertên zivistanê cilên zêde xwestine jî ev nedane wan. 
* Mafê girtiyan ê sohbetê ji destê wan girtiye. Girtiyan dernaxin spor û atolyeyan ên xebatên civakî û çandî. de. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA F A KIRIKKALE: GIRTIYÊN NEXWEŞ SEWQ NAKIN
 
* Girtiyê nexweş Resul Kocaturk di 05'ê Tîrmeha 2018'an de name şand û diyar kir ku destûr nadin tedawiya xwe berdewam bikin. Kocaturk  diyar kir ku ji kezeba xwe nexweş in û bijîşk xwestiye bê kontrolê lê destur nedane wî û rewşa wî giran e. 
 
* Murat Karayel,  ji b bêdermankirin di gulanê de serledan kiriye, lê her çend 5 caran sewqî Nexweşxaneya Dev û diranan a Kırıkkale kiribin jî ji ber bi kelepçe derman kirine qebûl nekiye û nehatiye dermankirin. 
 
* Cihat Ozdemir, di encama dermankirina li Nexweşxaneya Tipê ya Kırıkkaleyê di gaitayê de xwîna veşarî hatiye dîtin. Li gel ku pêwiste bi lezgîn bê dermankirin jî 4 meh şûnde randevû dane. 
 
GIRTÎHEA SÎNCANÊ: AVA VEXARINÊ BI HEQ E 
 
* Nilufer Şahin di nameya şandiye de diyar kir ku avê kêm didin girtiyan û rêveberiya girtîgeha Sincan avê bi heq dide girtiyan. 
* Girtî Pınar Tikit, bi nexweşiya tumora mejî ye. Divê bi rêk û pêk biçe kontrolê. Lê ji ber ku dema diçee nexweşxaneyê esker lêgerîne li ser wê ferz dikin naxwaze biçe kontrolê. 
 
PÊŞNIYARÊN İHD'Ê
 
* Divê li gorî xala 10'an a peymana navneteweyî ya Mafê siyasî û Tekakesî yê Neteweyên Yekbûyî, kesên ku ji azadiya xwe hatine mahrumkirin, li gorî maf û rûmeta mirovan nêzî wan bibin. 
 
* Hucreyên yek kesî, rîngên yek hucreyî û nexweşên şertên fîzîki tune ne, rûmet û mafên mirovan binpê dikin û divê girtiyên nexweş bi rêbazên li gorî rûmeta mirovan bên dermankirin. 
 
* Jimara li ser piyan a girtiyan rûmeta mirovan dişkîne. Girtiyê ku vê yekê îtîraz dike divê îtîraza wî li ber çavan bê girtin. Disa divê mafê wî yê name, telefon û ziyaretan neyê asteng kirin. 
 
* Divê rûmeta mirovanbê parastin û ev mafekî hiqûqî ye. 
 
* Di lêgerînê de divê hurmetê nîşanî maf û rûmeta mirovan bidin. 
 
* Ji ber kawîş biçûk in û her yek herî kêm 21 girtî hene, spartina jimartina liser piyan tê xwestin ku rûmeta mirovan bişkînin. 
 
* Girtîgeha Tîpa T a Duzce li gorî xala 3'an a PMME'ê zagon îhlal kirine û divê der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. " 
 

Sernavên din

04/11/2018
13:27 Buldan: HDP tu carî çavtirsandî nebû
Temellî: Divê parlamento gav bavêje
12:52 Kolberê birîndar jiyana xwe ji dest da
12:07 DAIŞ'ê li Xaneqînê êrîşî polîsan kir
12:06 Dewletê gund desteser kir û gundî koçber kirin
10:41 Cerdevanê hat îdîakirin ku ‘Bi şaşî birîndar bûye’ mir
10:10 Aykol: Em nafikirin ku ji cihê xwe herin cihek din!
10:04 Unsal: AKP armanc dike ku dest bavêje hilbijêrên HDP’ê
09:16 Nêzî nêviyê nifûsa vê bajarokê tê darizandin
09:15 Ozsoy: Pergaleke bêyî kurdan dê ne pergaleke berdewamiyî be
09:14 Bîlgen: Nikaribûn muxalefeta demokratîk tasfiye bikin
09:12 Bi hatina zivistanê re welatî berê xwe didin bêhnfiroşan
09:09 Fîlmê bal dikişîne ser rojnamevanên li pêyî rastiyê: Gerçek
09:07 Ji bo parlementerên girtî tenê biryara DMME'yê maye
09:06 Rapora ATK'ê dibe ku seyra darizandina polîsên bersûc biguherîne
09:05 ‘Bi pêşnûmaya astengkirina şideta di tenduristiyê de bijîşk cezakirin'
09:03 Qeyûm hem vîna gel xesp kir hem jiyana wan herimand
09:01 Dengbêjek dengê wî nehatiye bihîstin: Aşiq Remezanê Hênê
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2018'AN
03/11/2018
17:07 Li Amedê meclîsa astengdaran tê avakirin
16:47 Heyeta Emerîkî nûçegihana ANHA li nexweşxaneyê ziyaret kir
16:46 Xwîneran pirtûka 'Li Xirarê Tofan Rabû' da îmzekirin
16:44 ‘Navê zarokên xwe jî ji bîr kirin e’
16:42 Nivîskar Mehmet Akdogan ji bo xwînêran pirtûka xwe îmze kir
16:41 Mooney: Baweriya ji bo aştiyê girîng e
15:46 Xizmên windayan: Li şûna hûn bang li Siûdî bikin kujerên nava xwe darizînin
15:26 Buldan: Em ê ala hevrê Îbrahîm li erdê nehêlin
14:54 ‘Ji bo me her dever Qada Galatasarayê ye’
14:45 Dayikên Şemiyê: Em ê her dem edaletê bixwazin
14:26 Lijneya Stargehên Jinan dest pê kir: Divê em pêşeroja xwe ava bikin
14:25 Temellî: Çareseriya mseleya kurd çareseriya meseleya demokrasiyê ye
14:05 Serokê FÎDH'ê: Ez wate nadin destûrnedayîna ku malbaz zarokên xwe defin bikin
13:42 Demîrtaş: Me lîsteyê dizanibû, li dijî tasfiyeyê me girtinê da ber çavê xwe
13:39 Şahos Hesen: Yekîtiya axa Sûriye bi van êrişan nayê parastin
13:25 Desteya Giştî ya ÎHD’ê dest pê kir: Derfet çi dibin bila bibin dê gel qezenc bike
13:19 ÎRA: Di cotmehê de 42 rojnameger hatin darizandin
12:46 Muftiyê Mahsertê wekî qeyûm tayînî şûna muxtar kirin
12:17 Qeyûm kirêdarên şeredariyê nivê şevê ji cihê wan derxistin
10:54 30 herêmên Colemêrgê li sivîlan hatin qedexekirin
10:35 Hamzaoglu: Divê HDP li bajarên rojava endamê meclîsên şaredariyan be
10:14 Sûcdariya derbarê 3 wekîlên HDP’ê yên berê de girantir kirin
09:22 2 sal piştî operasyona li dijî HDP'ê: An berxwedan an jî teslîmbûyîn hebû
09:20 Aşê ard ên Mêrdînê ketin tora bankayan
09:19 Li Êlihê xizmeta ji bo înternet û telefonan hat sekinandin
09:18 Êdî holdîng ji keda karkerên penaber dixwin!
09:18 Êdî kes nikare penêrê sîrik jî bikire!
09:17 3 meh in jin li dijî JES'an nobetê digirin
09:16 Endamê Koma Amed: Divê di serdemên çewisîner de berhemên ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin
09:15 Ger îro şer biqede emê boxçika xwe bavêjin pişta xwe û vegerin welatê xwe
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2018'AN
02/11/2018
16:46 Turmen ji bo kuştina Tahîr Elçî Tirkiyeyê hişyar kir
16:28 Bi hinceta HDP’î ye destûr neda tev li daxuyaniya SES'ê bibe
15:35 Bi gotina ‘sibê îfadeyê te heye’ bi ser malê de girtin
15:23 Ji QSD û Hêzên Koalîsyonê li dijî TSK’ê dewriya hevpar dest pê kir
15:22 HDP: Muxdarên ku qet doz li wan venebûne çima hatin dûrxistin?
14:41 Ciwanên hatin binçavkirin: Em ê bêzar nebin
14:01 Wezareta Karên Hundir: 393 jin di êrîşa navxweyî de jiyana xwe ji dest dan
13:54 Li Pîranê du birayên hev Tekîn hatin binçavkirin
13:41 Danişîna doza Rojnameger Erdogan taloq kirin
12:29 Du nûçegihanên ANHA'yê birîndar bûn
12:11 Dozger banga îfade dayînê li lîstikvan Ahmet Kural kir
11:57 Rêveberê HDP'ê binçav kirin
11:53 Wasiyê Ocalan Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?
10:12 Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye
09:23 OSO'yî li kampa penaberan a Nisêbînê tên bicihkirin?
09:22 ‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
09:21 Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine
09:21 'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin'
09:20 Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e
09:19 Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
09:18 Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
09:14 Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:45 Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê
07:19 Li Stenbolê 2 kes di bin axe de man jiyana xwe ji dest dan
01/11/2018
16:51 Serlêdana parêzerên Ocalan a 760’emîn hat redkirin
16:37 Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e
16:26 Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin
15:44 Cerdevanan wesayîtek gule baran kirin: Sedat Uzan kuştin
15:31 Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
14:52 Gelê Kobanê: Wê rojê me çikir, emê îro jî bikin
14:31 ‘Bila nefesa wî ya dawî li ba min be’
14:22 Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir
13:59 Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye
13:52 SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
13:05 Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin
13:03 KCD: Bi êrîşa ser Kobanê re dixwazin çeteyan zindî bikin
12:25 Li Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin
12:21 Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir
12:10 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol
11:41 Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn
11:36 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 760'emîn serlêdan kirin
11:27 Li Qersê binçavkirina siyasetmedaran 4 rojan dirêj kirin
11:01 Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
10:56 Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
09:28 Li Karaz, Lîcê û Hezro bi 107 malan de hat girtin
09:06 Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê
09:05 Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye
09:05 Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt