Li Osmaniyeyê girtiyên birîndar nayên tedawîkirin

  • rojane
  • 09:20 30 Cotmeh 2018
  • |
img

EDENE - Parêzera ÎHD'ê Yasemîn Dora Şeker, diyar kir ku girtiyên di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de bi birîndarî hatin binçavkirin û hatin girtin li Girtîgeha Osmaniyeyê nehatine tedawîkirin. Şeker, bilêv kir ku hin girtî seqet mane û bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. 

Nûnera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Herêma Çûkûrovayê Parêzer Yasemîn Dora Şeker û heyeta li gel wê, di 28'ê Îlonê de serdana Girtîgeha Jimare 1 û 2'yan a Tîpa T a Osmaniyeyê kirin. ÎHD'ê, der barê binpêkirinên mafan de raporek amade kir. Şeker, bal kişand ser îşkence û muameleya ku girtî bi wan re rû bi rû dimînin. 
 
‘GER NEYÊ TEDAWÎKIRIN DÊ SEQET BIBE' 
 
Şeker, diyar kir ku girtiyan bi rêuan name û telefonan li malbatên xwe geriyane û binpêkirinên mafan ragihandine û paşê wan jî serdana wan kiriye. Şeker, destnîşan kir ku girtiyên di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de bi birîndarî hatin binçavkirin û di Girtîgeha Jimare 1 û Jimare 2'yan a Tîpa T a Osmaniyeyê de dimînin nehatine tedawîkirin. Şeker, anî ziman ku yek ji van birîndaran jî Akar Îkbal e û eger Îkbal neyê tedawîkirin dê seqet bibe. 
 
JIMARIYA LI SER PIYAN 
 
Şeker, der barê Îkbal de çavdêriyên xwe ragihandin: "Got, di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de ji destê xwe yê çepê birîndar bûye û perçeyê guleyê di sînga wî de ye, nikare bêhnê bistîne. Ji ber milê wî yê çepê nayê emeliyatkirin her diçe biçûk dibe û lawaz dibe. Got, her diçe hindik maye seqet bibe, wî ji bo emeliyatê birine nexweşxaneyên dewletê yê Edene û Osmaniyeyê, lê belê li nexweşxaneyan tenê hebên êşbirînê dane wî û hebên hatine dayîn jî an gardiyan qet nadin an jî dema didin bi zorê gardiyan devê wî vedikin û didin. Diyar kir ku, jimariya li ser piyan tê ferzkirin û berî vê li wan didin, lê niha jî bi zorê wan radikin ser piyan. Got, tim tên tehrîkkirin, gef li wan tên xwarin, li revîrê kes bi wan re eleqedar nabe û li wan nanêre. Bilêv kir ku nêzî 2 sal û nîv in girtiye, dema wan dibin nexweşxaneyê jî li wir wan dixin odeyênw ekî hucreyan û bêyî bên tedawîkirin wan dîsa dibin nexweşxaneyê û di dema çûnhatinê de tim ehqaret li wan tên kirin û li nexweşxaneyê jî fermandar û bijîşk heqaretê li wan dikin. Di lêgerînên kêfî de qawîş tên serobinokirin û gardiyan tim gefan li wan dixwin. Her wiha Îkbal xwest dawî li tecrîdkirina wan bê û hevalên wî yên birîndar bên tedawîkirin." 
 
GIRTIYÊ NEXWEŞ TÊ TECRÎDKIRIN 
 
Şeker, diyar kir girtiyê nexweş Abdulkadîr Baybars jî di dema qedexeya derketina kolanan a Nisêbînê de bi birîndarî hatiye girtin û ew jî di hucreyê de tê tecrîdkirin û bi zorê bêhnê distîne û nayê tedawîkirin. Şeker got: "Girtiyê bi navê Sabrî Kaya jî, extiyar e, gelek enxweşîn lê peyda bûne û ji sedî 70 dilê wî naxebite. Di dilê wî de pûl heye. Hat ragihandin Adem Amaç jî birîndar e û nayê tedawîkirin. Girtiyê bi navê Sîraç Yuksel jî birîndar e û bêyî bê tedawîkirin ew xistine hucreyê. Girtiyê bi navê Mehmet Farûk Engîn jî birîndar e û hindik maye seqet bibe û hîn jî birînên wî necebirîne. Hat diyarkirin ku Yavûz Akar jî ji nava xwe nerihet e û li enxweşxaneyê bêyî bê tedawîkirin tenê heba êşbirînê hatiye dayîn û ew şandine. Girtiyên extiyar û nexweş Celîl, Fahrettîn û Yuksel jî tedawiya wan bi derengî hatiye xistin, rewşa wan xirab e û ji bo dawî li van şert û mercên xirab bên bang li herkesî kirin." 
 
MUAYENEYA DI WEZIYETA KELEMÇEKIRÎ DE HAT FERZKIRIN 
 
Şeker, diyar kir ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin û tên derbkirin û ji ber girtiyên nexweş li nexweşxaneyê muayeneya di weziyeta kelemçekirî de qebûl nekirine hatine derbkirin û bêyî bên tedawîkirin ew anîne enxweşxaneyê. Şeker, diyar kir ku bi awayekî kêfî qawîş tên sehîkirin û gardiyan bi kêfî bela xwe di girtiyan didin û dixwazin provakasyonan derxînin. Şeker, anî ziman ku hewadarî bi têlan hatiye girtin û bi vî awayî girtî baş hewayê nastînin û ronahî tê astengkirin. 
 
‘ASTENGKIRINA TEDAWIYÊ SÛC E' 
 
Şeker, ji bo netedawîkirina girtiyên nexweş got "nêzîkatyeke dijminane ye" û domand: "Ji sala 2016'an ve çi qas em raporê amade bikin û ji bo lêkolînan heyetan bişînin, îdareya girtîgehê hin tespîtên me diderewîne. Dema em ji îdareya girtîgehê re dibêjin, ji bo derbkirin û îşkenceyê serlêdan hene dibêjin 'qethiyen tiştekî wisa tune ye.' Ji bo nexweşînên girtiyan jî dibêjin 'çi hewce be em dikin û em bi ehsas nêzî tedawiyê dibin. Em wan dişînin nexweşxaneyê.' Mixabin serlêdanên me nabersivînin. Her wiha der barê gelek giliyên me de jî biryarên neşopandinê tên dayîn. Em baş dibînin ku pirsgirêk kêm nebûne, her diçe zêdetir dibin. Ev rewşeke nebaş e. netedawîkirina girtiyan sûc e." 
 
 
MA / Hamdullah Kesen
 

Sernavên din

04/11/2018
13:27 Buldan: HDP tu carî çavtirsandî nebû
Temellî: Divê parlamento gav bavêje
12:52 Kolberê birîndar jiyana xwe ji dest da
12:07 DAIŞ'ê li Xaneqînê êrîşî polîsan kir
12:06 Dewletê gund desteser kir û gundî koçber kirin
10:41 Cerdevanê hat îdîakirin ku ‘Bi şaşî birîndar bûye’ mir
10:10 Aykol: Em nafikirin ku ji cihê xwe herin cihek din!
10:04 Unsal: AKP armanc dike ku dest bavêje hilbijêrên HDP’ê
09:16 Nêzî nêviyê nifûsa vê bajarokê tê darizandin
09:15 Ozsoy: Pergaleke bêyî kurdan dê ne pergaleke berdewamiyî be
09:14 Bîlgen: Nikaribûn muxalefeta demokratîk tasfiye bikin
09:12 Bi hatina zivistanê re welatî berê xwe didin bêhnfiroşan
09:09 Fîlmê bal dikişîne ser rojnamevanên li pêyî rastiyê: Gerçek
09:07 Ji bo parlementerên girtî tenê biryara DMME'yê maye
09:06 Rapora ATK'ê dibe ku seyra darizandina polîsên bersûc biguherîne
09:05 ‘Bi pêşnûmaya astengkirina şideta di tenduristiyê de bijîşk cezakirin'
09:03 Qeyûm hem vîna gel xesp kir hem jiyana wan herimand
09:01 Dengbêjek dengê wî nehatiye bihîstin: Aşiq Remezanê Hênê
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2018'AN
03/11/2018
17:07 Li Amedê meclîsa astengdaran tê avakirin
16:47 Heyeta Emerîkî nûçegihana ANHA li nexweşxaneyê ziyaret kir
16:46 Xwîneran pirtûka 'Li Xirarê Tofan Rabû' da îmzekirin
16:44 ‘Navê zarokên xwe jî ji bîr kirin e’
16:42 Nivîskar Mehmet Akdogan ji bo xwînêran pirtûka xwe îmze kir
16:41 Mooney: Baweriya ji bo aştiyê girîng e
15:46 Xizmên windayan: Li şûna hûn bang li Siûdî bikin kujerên nava xwe darizînin
15:26 Buldan: Em ê ala hevrê Îbrahîm li erdê nehêlin
14:54 ‘Ji bo me her dever Qada Galatasarayê ye’
14:45 Dayikên Şemiyê: Em ê her dem edaletê bixwazin
14:26 Lijneya Stargehên Jinan dest pê kir: Divê em pêşeroja xwe ava bikin
14:25 Temellî: Çareseriya mseleya kurd çareseriya meseleya demokrasiyê ye
14:05 Serokê FÎDH'ê: Ez wate nadin destûrnedayîna ku malbaz zarokên xwe defin bikin
13:42 Demîrtaş: Me lîsteyê dizanibû, li dijî tasfiyeyê me girtinê da ber çavê xwe
13:39 Şahos Hesen: Yekîtiya axa Sûriye bi van êrişan nayê parastin
13:25 Desteya Giştî ya ÎHD’ê dest pê kir: Derfet çi dibin bila bibin dê gel qezenc bike
13:19 ÎRA: Di cotmehê de 42 rojnameger hatin darizandin
12:46 Muftiyê Mahsertê wekî qeyûm tayînî şûna muxtar kirin
12:17 Qeyûm kirêdarên şeredariyê nivê şevê ji cihê wan derxistin
10:54 30 herêmên Colemêrgê li sivîlan hatin qedexekirin
10:35 Hamzaoglu: Divê HDP li bajarên rojava endamê meclîsên şaredariyan be
10:14 Sûcdariya derbarê 3 wekîlên HDP’ê yên berê de girantir kirin
09:22 2 sal piştî operasyona li dijî HDP'ê: An berxwedan an jî teslîmbûyîn hebû
09:20 Aşê ard ên Mêrdînê ketin tora bankayan
09:19 Li Êlihê xizmeta ji bo înternet û telefonan hat sekinandin
09:18 Êdî holdîng ji keda karkerên penaber dixwin!
09:18 Êdî kes nikare penêrê sîrik jî bikire!
09:17 3 meh in jin li dijî JES'an nobetê digirin
09:16 Endamê Koma Amed: Divê di serdemên çewisîner de berhemên ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin
09:15 Ger îro şer biqede emê boxçika xwe bavêjin pişta xwe û vegerin welatê xwe
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2018'AN
02/11/2018
16:46 Turmen ji bo kuştina Tahîr Elçî Tirkiyeyê hişyar kir
16:28 Bi hinceta HDP’î ye destûr neda tev li daxuyaniya SES'ê bibe
15:35 Bi gotina ‘sibê îfadeyê te heye’ bi ser malê de girtin
15:23 Ji QSD û Hêzên Koalîsyonê li dijî TSK’ê dewriya hevpar dest pê kir
15:22 HDP: Muxdarên ku qet doz li wan venebûne çima hatin dûrxistin?
14:41 Ciwanên hatin binçavkirin: Em ê bêzar nebin
14:01 Wezareta Karên Hundir: 393 jin di êrîşa navxweyî de jiyana xwe ji dest dan
13:54 Li Pîranê du birayên hev Tekîn hatin binçavkirin
13:41 Danişîna doza Rojnameger Erdogan taloq kirin
12:29 Du nûçegihanên ANHA'yê birîndar bûn
12:11 Dozger banga îfade dayînê li lîstikvan Ahmet Kural kir
11:57 Rêveberê HDP'ê binçav kirin
11:53 Wasiyê Ocalan Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?
10:12 Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye
09:23 OSO'yî li kampa penaberan a Nisêbînê tên bicihkirin?
09:22 ‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
09:21 Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine
09:21 'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin'
09:20 Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e
09:19 Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
09:18 Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
09:14 Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:45 Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê
07:19 Li Stenbolê 2 kes di bin axe de man jiyana xwe ji dest dan
01/11/2018
16:51 Serlêdana parêzerên Ocalan a 760’emîn hat redkirin
16:37 Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e
16:26 Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin
15:44 Cerdevanan wesayîtek gule baran kirin: Sedat Uzan kuştin
15:31 Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
14:52 Gelê Kobanê: Wê rojê me çikir, emê îro jî bikin
14:31 ‘Bila nefesa wî ya dawî li ba min be’
14:22 Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir
13:59 Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye
13:52 SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
13:05 Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin
13:03 KCD: Bi êrîşa ser Kobanê re dixwazin çeteyan zindî bikin
12:25 Li Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin
12:21 Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir
12:10 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol
11:41 Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn
11:36 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 760'emîn serlêdan kirin
11:27 Li Qersê binçavkirina siyasetmedaran 4 rojan dirêj kirin
11:01 Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
10:56 Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
09:28 Li Karaz, Lîcê û Hezro bi 107 malan de hat girtin
09:06 Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê
09:05 Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye
09:05 Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt